Hemrîn Dersim: Cîhan xwedî li mîrateya PKK'ê derdikeve

Yek ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Hemrîn Dersim got, “PKK’ê êdî ne tenê bi hezaran an jî sed hezaran e, niha bi mîlyonan e. Ne tenê civaka Kurd, îro tevahiya cîhan xwedî li mîrateya PKK'ê derdikeve.”

Navenda Nûçeyan – Kongreya 12’emîn a PKK’ê ku biryarên fesixkirinê û bidawîkirina şerê çekdarî lê hate dayîn, di navbera 5-7'ê Gulanê de hat lidar xistin. Ji delegeyên kongreyê Hemrîn Dersim, anî ziman ku erkên girîng di vê pêvajoyê de dikeve ser milên gerîlayên azadiya Kurdistanê.

Hemrîn Dersim, di nirxandina xwe ya piştî kongreyê de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya avakirina civaka demokratîk hê bêhtir xurt bikin û wiha got:

‘PKK’ê mîrasek mezin ava kir’

“Pêşî em silav, hezkirin û bîranînên xwe ya bê dawî ji Rêber Apo re dişînin. Di heman demê de em di şexsê Heval Fûat û Heval Riza de şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin.

Kongreya 12’emîn a partiya me kelecanek mezin ava kir. Ji ber ku Rêber Apo vê pêvajoyê weke pêvajoyeke nû girt dest. Em ji zaroktiya xwe PKK’yî ne, weke milîtanên vê partiyê mirov bixwaze nexwaze hestên cuda dijîn. PKK’ê mîrateyek pir mezin ava kir. Civakek tinebûyî ji nûve zindî kir. Ev mîrate di encama keda Rêber Apo, şehîdên me yên leheng û berxwedana gelê me de pêk hatiye. Ev 52 sal in li her qadê têkoşîneke bênavber hat dayîn. Şerekî pir dijwar hat meşandin û me 45 hezar şehîd da doza têkoşîna azadiyê. Di her wateyê de berdêlên mezin hatin dayîn. Ji bo vê jî têkoşîneke mezin hate kirin û ruhekî mezin hate afirandin. Rêbertî dibêje, 'PKK'ê emrê xwe temam kiriye' û niha ji me mîsyoneke cuda dixwaze. Dema ku PKK’ê di sala 2008'an de xwe bi nav guherand, nêzîkatiyên me yên hestewar zêde bû û me wate nedabû wê yekê. Me nedikarî em vê bi wate bikin. Bi rastî jî me digot navê PKK'ê çiqas biguhere jî wê di dilê me de bimîne.

‘Cîhan xwedî li mîrateya PKK'ê derdikeve’

Lê belê niha em disala 2025’an de ne û pêvajoyeke gelek cuda destpê dike. Weke milîtanên ku di xeta Rêber Apo de têdikoş in, ji bo me mesele nav nîne. Ji bo me tişta girîng mîrateya hatiye avakirine. PKK’ê êdî ne tenê bi hezaran an jî sed hezaran e, niha bi mîlyonan e. Ne tenê civaka Kurd, îro tevahiya cîhan xwedî li mîrateya PKK'ê derdikeve. Ya ji bo me esas ev e. Em jî milîtanên vê xetê ne. Em dizanin ku barê me wê ji niha û pê ve girantir be. Bi taybetî piştî rexneyên Rêber Apo yên li ser me, tişta ku ji me tê hêvîkirin ew e ku em zêdetir têkevin nav têkoşînê. Ji bo avakirina civakeke demokratîk, divê em ji berê bêhtir bixebitin. Ev tê wateya meşandina têkoşîna ku şehîdan ji me re hiştiye. Dibe ku gelê me jî zehmetî dijî, lê mîna ku min got mesele nav nîne: Divê em bifikirin ku em ê çawa karibin bêhtir xurt bikin, mezin bikin û hîn bêhtir tevkariyê li mîrateya ji aliyê PKK'ê ve hatiye afirandin bikin.

‘Erka me xurtkirina vê têkoşînê ye’

Bi salan e em li hember rastiya dijmin şer dikin. Her roj şehîd didin. Hê jî dijminê li hember me zimanek aştiyane bikar naîne. Rêber Apo dixwaze vê zîhniyetê ji holê rake. Ji bo vê jî, ev yek bo me jî girîng e. Weke gerîlayên Kurdistanê û jin em dizanin erkên bi çi rengî li benda me ne. Çi dibe bila bibe, em ê li hember Rêber Apo ti carî dudilî nejîn. Berovajî heta dawiyê em bi Rêberê xwe bawer bin. Em fedaiyên Rêber Apo ne, erka me xurtkirina vê têkoşînê ye. Li ser vê bingehê careke din em kongreya xwe li gel, hevrê û Rêber Apo pîroz dikin. Çi dibe bila bibe em fedaiyên vî gelî ne. Erkên ku Rêber Apo daniye pêşiya me, em ê bi awayekî serketî bimeşînin. Ji ber ku ev keda şehîdan, Rêber Apo û gelê me ye.”