Dayikên şehîdan bi şev çek li ser milên wan in bi roj kevgîr di destê wan de ye
Dayikên şehîdan li Til Temirê bi çêkirina xwarinê piştgirî didin şervanên QSD/YPJ’ê yên di xeta agir de li dijî cîhadîstên HTŞ’ê li ber xwe didin. Dayikan got: “Bi şev em nobedariya taxan dikin bi roj jî xwarinê ji şervanan re amade dikin.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî êrîşên topyekun ku destkeftiyên Şoreşa Rojava hedef digre, li ser piyan e. Dayikên bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê jî îro dest bi destpêşxeriyek kirin.
Dayikên şehîdan ji bo şervanên xwe yên di xeta agir de li ber xwe didin, xwarinê bi hezkirin amade dikin.
Çinar Yûsiv got ku îro dibe nikaribin çekê hilgirin û biçin xetên agir şer bikin lê dikarin xwarinê çêbikin û ji şervanên xwe re rêbikin, da ku birçî nemînin. Çinar got: “Divê kes bi çavekî biçûk li dayikan nenêre û serkeftin wê para me be.”
Terfa Seydo jî da xuyakirin ku ew bi nobedariya şevê taxên xwe diparêzin û bi roj jî xwarinê ji şervanên xwe re amade bikin. Terfa di dawî de got ku ew ji bo her tiştî amade ye.