Cezayîr di basketbola kursiya bi tekel de bû şampiyonê Efrîkayê

Tîma Neteweyî ya Basketbola Kursiya bi Tekel a Jinan a Cezayîrê, Efrîkaya Başûr bi 45-30 têk bir û cara pêncan pampiyoniya Efrîkayê bi dest xist.

Navenda Nûçeyan – Di Şampiyoniya Efrîqa Basketbola Kursiya bi Tekel a parzemîna Efrîkayê de, Tîma Neteweyî ya Jinên Cezayîrê Efrîkaya Başûr bi 45-30 têk bir û bû şampiyon. Bi vê encamê re, Cezayîr li ser hev cara pêncan bi ser ket.

Lîstikvanên Cezayîrî di tevahiya turnûvayê de bi performansa bi îstîqrar bal kişandin, di lîstika fînalê de jî lîstikeke bi hêz nîşan dan. Cezayîrê bi ahenga zêde, taktîk, disîplîn û saya feraseta lîstika têkoşer, ji destpêka maçê heta dawiyê serkeftina xwe domand û bû şampiyon

Bi vê serkeftinê re jinên Cezayîrî, hakîmiyeta xwe ya di şampiyoniya Efrîkayê de parastin, pêşketina di lîstika tîmê û zêdebûna perfromanca wan balê kişand. Di encama xebata ku koma teknîkê û lîstikvanan meşandin de, serkeftina ku çêbû, asta tîmê di tevahiya parzeminê de bihêztir kir.

Ev serkeftina ku çêbû, ji bo Tîma Neteweyî ya Cezayîrê, beriya turnûvayên navneteweyî bû moral û tê texmînkirin ku dê tîm serkeftinên xwe di qada navneteweyî de bidomîne.