Behra Hema Reş: Di demên şer de mafên Kurdan qet nehatine parastin

Rojnamevan û civaknasek ji Hewlêrê Behra Hema Reş got ku tevî têkiliya Kurdan bi pevçûnên di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî de tune ye û bêalî mane jî gelek zirar û êrîşan dîtine.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Êrîşên leşkerî û zirara wan a li ser jîngehê dibe sedema wêranî, mirin û koçberiyê li seranserê cîhanê û bi vê wêrankirinê re, ax û hewaya herêmê xirab dibe. Ji bilî zirara jîngehê ya ku ji hêla pergala kapîtalîst ve çêdibe, avhewaya Rojhilata Navîn û cîhanê niha ji ber şerên di navbera hêzên mezin de êşê dikşînin. Derketina şer li her herêmê dibe sedema wêrankirina pêşketina wî welatî.

Bi destpêka êrîşên hevbeş ên Emerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ve, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) û komên girêdayî wê li Iraqê dest bi êrîşan li ser konsulosxane û baregehên leşkerî yên Amerîkayê, kamp û baregehên partiyên Kurd ên li rojhilatê Kurdistanê (di nava Herêma Kurdistanê de), baregehên Wezareta Pêşmerge, zeviyên petrolê, bircên telekomunîkasyonê, avahiyên niştecih, qadên giştî û hejmarek rêxistinên sivîl kirin.

Li gorî daneyên fermî zirara ku ji ber êrîşan çêbûye

Di 39 rojên êrîşan de li ser Herêma Kurdistanê, 687 êrîşên bi dron û mûşekan hatine kirin. IRGC’ê zêdetirî 184 êrîş pêk anîn lê komên girêdayî wê yên li Iraqê 295 êrîş pêk anîn. Ji destpêka şer ve, 107 kes mirin û 98 kes jî birîndar bûn.

Ji 546 êrîşan zêdetirî wan li dijî parêzgeha Hewlêrê bûn. Piştî wê li Silêmaniyê 113 êrîş çêbûn li Duhokê 25 êrîş pêk hatin. Helebce sê car rastî êrîşan hat.

Her çendî Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) û komên girêdayî wê îdia dikin ku êrîşên wan baregehên Emerîkayê, tesîsên îstîxbaratê û komên çekdar hedef digrin jî çavdêriya tîma CPT li başûrê Kurdistanê eşkere kir ku gelek deverên niştecihbûnê, saziyên sivîl û tesîsên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKR) jî hatine hedefgirtin, tevî ku ne girêdayî şerê di navbera Emerîka û Îsraîlê de li dijî Îranê ne.

Konsolosxane û baregehên Emerîkayê 181 caran yanî ji sedî 38.19 rastî êrîşan hatin, partiyên siyasî yên Kurd li rojhilatê Kurdistanê 121 caran yanî ji sedî 25.53 hatine hedefgirtin û li deverên sivîl, sazî û baregehên Wezareta Pêşmerge 172 caran yanî ji sedî 36.29 rastî êrîşan hatine.

Piraniya êrîşên li Hewlêrê û Duhokê ji aliyê milîsên ku Îran piştgiriyê dide wan ve li Iraqê hatine kirin lê êrîşên li Silêmaniyê rasterast ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatine kirin. Di encama van êrîşan de 17 sivîl mirin û 98 kesên din jî birîndar bûn.

Di nav miriyan de 7 Pêşmerge, efserê ewlehiyê yê Balafirgeha Hewlêrê û 7 şervanên ji partiyên siyasî yên Kurd ên li rojhilatê Kurdistanê hebûn.

Ji bilî kuştiyan, zêdetirî 50 malên sivîlan û 35 wesayîdan zirar dît û ji ber êrîşan perwerdeya li dibistan, peymangeh û zanîngehan asteng bû.

Kurd dibin hedefên şerên ji aliyê hêzên mezin ve tên derxistin

Rojnamevan û civaknasa ji Hewlêrê Behra Hema Reş got: "Ev şer ji hêla hêzên mezin ve tên derxistin lê gelê Kurd tevî beşdarî wan nebûye jî ji wan êrîşan zirarê dibîne. Pevçûnên di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de bûye sedema êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêrê gelek êrîş çêbûn. Sivîlan windayên mirovî û madî yên girîng dîtine û nebûna agirbestê sivîlan kiriye hedefên rasterast. Êrîşan her wiha bûne sedema bêîstîqrarî, rewşa aborî ya xirabtir, astengiyên di perwerdeyê de û hedefgirtina rasterast a malên sivîlan.”

Behra Hema Reş got ku rewşa Kurdan li beşên din ên Kurdistanê jî bê aram in, çalakvan û ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê di nava şerê berdewam de ji aliyê rejîma Îranê ve tên darvekirinû girtin. Mafên Kurdan qet nehatine parastin û kes ji bo wan şer nake yan jî wan naparêze. Êrîşan bandoreke mezin li ser rewşa derûnî ya zarok û xwendekaran jî dike ku di nava tirsa domdar de dijîn.

Gelê Kurd qet şer nexwestiye

Behra Hema Reş diyar kir ku şer ji kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketiye, bi riya medyayê êrîşan şermezar kiriye. Her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê xwedî kontrola baş nîn e û nikare pêşî li êrîşan bigre, ku pir caran ji hundirê Iraqê derdikevin. Rewş her wiha bû sedema zêdebûna bihayê, xirabûna aboriyekê, kêmbûna kelûpelên bingehîn û sotemeniyê û nakokiyên sînor ku bandorê li jiyana welatiyan kir. Gelê Kurd qet şer nexwestiye; ew tenê dixwazin axa xwe û mafên xwe yên mirovan biparêzin."

Behra Hema Reş destnîşan kir ku nirxandinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Iraqê, ji ber aloziya rewşê ne rast in û heta niha tu pêşveçûnek rastîn an agirbestek girîng nehatiye bidestxistin. Êrîş li zêdetirî 14 welatan belav bûne û hebûna çekên nukleerî û çekên wêrankirina girseyî rewşê hîn xirabtir kiriye. Her wiha destnîşan kir ku Kurd ji ber Enfalê û qirkirinê, di warê wan çekan de xwedî ezmûneke bi êş in, ev yek fikarên wan zêde dike, ji ber vê agirbest têrê nake divê şer bi temamî raweste.