Aktivîstên Tûnisî: Tevî zêdebûna şîdeta li dijî jinan bêdengî didome

Li dijî jinên Tûnisî her diçe rêjeya şîdetê zêdetir dibe. Li hemberî vê yekê bêdengiya jinên tundî li wan hatiye kirin bi sedemên cuda û nekirina giliyê didome.

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tûnis – Li Tûnisê tu cih êdî ji bo jinan bi ewle nîn e; ne mal, ne kolan, ne rê ne jî cihên kar. Îro jin biçin li ku bila biçin, dibin hedefa şîdetê. Di salên dawî de bi zêdebûna êrîşên şîdeta dîjîtal û êrîşên bikarhênerên medyaya dîjîtal, rewş her diçe girantir dibe

Li Tûnisê her diçe rêjeya şîdeta li dijî jinan zêdetir dibe. Aktivîstên civaka sivîl her sal ji bo têkoşîna bi şîdeta li ser jinan re 25’ê Mijdarê dest bi çalakiyên ku 16 roj didomin dikin. Bi riya kampanyayên navneteweyî û çalakiyan ev mijar careke din hat rojevê.

‘Tu carî polîtîkayeke dewletê ya ji xetera li ser jinan bawer bike çênebû’

Aktivîsta civaka sivîl Lubna es-Saîdî têkildarî mijarê wiha got: “Ên ku li dijî şîdetê xwedî li jinan derdikevin, li ser dixebitin, civaka sivîl û komeleyên jinan in. Ger ew nebûna, li dijî jinan bi hemû awayan zagona bi hejmara 58 a hemû awayên şîdeta li dijî ji-aborî, aborî- qedexe dike nehata derxistin.”

Li gorî Saidî, tevî vê destkeftiya hiqûqî û gelek xebatên ku ji bo kemkirina şîdetê tên kirin, di rewşa jinên Tûnisê de paşketin heye. Ev paşketin tenê di mijara ku tenê ji ber jin in tên kuştin de xwe dide der û got: “Jinên Tûnisî şîdetê dibînin û tên kuştin; bêdengiya dewletê û şîdeta ku jin li malê, di wesayîdên giştî, kolanan rastî wê tên ji nedîtîve tê dîtin.”

Saziyên civaka sivîl, ji bo jinên rastî şîdetê hatine biparêzin çi ji wan tê dikin

Seîdî bi gotinên; “Jinên Tûnisî yên ku barê civakê li ser milên wan e, hem li derve dixebitin hem jî karên malê dikin, rastî her awayê şîdetê tên” wiha domand: “Heta ku polîtîkayeke dewletê ya bawer bike jin di bin xeterê de ne tunebe, em ê bi pêş nekevin. Saziyên civaka sivîl, ji bo jinên rastî şîdetê hatine biparêzin çi ji wan tê dikin. A ku stargehan, navendên şêwirmendiyê ava dike, desteka madî û manewî dide jinên ku rastî şîdetê tên, ji bo ji ber aborî şîdetê nebinin derfetên kar ava dike civaka sivîl e. Ji bo ku jin ji nû ve venegerin nava malên xwe ango cihê şîdeta nava malê, ev hatin kirin.

‘Ji ber ku jin tên sûcdarkirin naxwazin gilî bikin’

Saîdî li ser mekanîzmaya giliyê jî got ku tevî ev mekanîzma navgîna parastina jinan e jî; jin li dijî şîdetê bêdengiyê tercîh dikin, sedema vê yekê jî ew e ku di encama giliyê de ji bo jinan encamên xirab çêdibin û wiha domand: “Jina ku diçe qereqolê gilî dike, çawa dikeve hundir, ji statuya mexdûr dikeve statuya sûcdar lewre jê rê tê gotin ku çi dibe bila bibe divê mala xwe neterikîne. Jê re dibêjin ku şîdetê bibîne jî divê sebir bike, vegere malê… Tevî ku rewşa wan jinan pir di xeterê de ye û bêçare ne jî li cihê alîkariyê ber bi hestên sûcdariyê ve tên dehfdan, wan didin şermê. Heta ji bo ku giliya xwe paşve bikşîne zorê û muameleya xirab li wan dikin.”

Lubna es-Saîdî diyar kir ku bûyerên bi vî rengî gelek hatine jiyîn, giliyên hinek jinan ji nedîtîve hatine, piştî ku wan şandine malê dubare rastî şîdetê heta mirinê mane û wiha domand: “Sedemek din ku nahêle jin gilî bikin jî pêvajoya darazê û êşên ku jin heta biryarek tê girtin dikşînin e. Gelek stargeh girtî ne û çavkaniyek wan tune ye; dewlet jî peywira xwe ya ji bo van kesên ku bêçare ne û bûne hedef bi cih nayne.”

Aktivîsta sivîl Lubna es-Saîdî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Îro xebatên me yên civaka sivîl, ji bo şikandina bêdengiya şîdeta li mal, kolan, wesayîdên giştî û ya ku jinan dikuje ye.”

Têkçûna di têkoşîna li dijî şîdetê de

Li aliyê din, rojnameger û aktivîsta civaka sivîl Emîra Muhammed jî wiha got: “Mixabin tevî ku zagona bi hejmar 58 a ji bo pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan di meriyetê de ye jî şîdet didome. Awayên şîdetê bi rûyên cuda, bi rêbazên cuda hê jî hene; şîdeta sîber, şîdeta siyasî, aborî û civakî. Her wiha ji her temenî jin rastî şîdeta bi gotinan tên.”

Li gorî Emîra Muhammed, di pêşxistina mekanîzmayên ji bo têkoşîna bi vê mijarê re têkçûnek heye loma rewş naguhere û wiha didomîne: “Rêxistinên ku di vî warî de dixebitin hene lê şiyariya civakî pir kêm e. Hê jî bi çavekî biçûk li jinan dinêrin, wekî ku mafên wan hebe şîdetê li jinan bikin. Jinên ku ducanî dimînin hê jî ji kar tên avêtin, hê jî ji mêran kêmtir mûçe digrin. Tenê ji ber ku jin e nikare bigihîje pozîsyonên bilind û mekanîzmayên biryargirtinê.”

Emîra Muhamed got ku bi van hemû pratîkên nebaş, cînayetên jinan jî zêde bûne û diyar kir ku çareserî pêkanîna zagona bi hejmar 58 e. Her wiha diyar kir ku divê hemû hevgirtiyên dewletê, hikumet, medya, rêxistin û civak bi hev re bixebitin, bi şîdetê re têbikoşin, bi taybetî medya ji bo hişyariya di warê şîdetê de xwedî roleke jiyanî ye.

‘Rola rojnamegerên jin gelek girîng e’

Emîra Muhammed, da zanîn ku jinên rojnameger ji derveyî van binpêkirinan nîn in û got: “Jinên rojnameger rastî şîdet, tacîz û zextan tên lê tevî vê jî rola wan di warê nîşandana şîdetê di medyayê de pir girîng e.”

Emîra Muhammed, got ku ji bo kêmkirina şîdetê pêdivî bi desteka îdarî û hiqûqî heye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heta niha jî zagona bi hejmar 58 bi hemû awayî nehatiye pêkanîn, her çendî li navendên polîsan yekîneyên şîdeta li dijî jinan hatibin avakirin jî pirsgirêk didomin; di pergala îdarî û nexweşxaneyan de pirsgirêk hene û tevî girîngiya zagonê jî wê bêbandor e.”