Şevên Bendava Tişrînê: Govenda di bin stêrk û balafiran de
Gelê ku bi ramanên xwe xwedî bîr û baweriya şerê gelê şoreşgerî ye dikare serkeftina şoreşê misoger bike û hevsengiyên hêzan biguherîne. Di ser berxwedana li Bendava Tişrînê de 60 rojên bi berxwedanî û kêliyên azadiyê derbas bûn.

SORGUL ŞÊXO
Tişrîn – Demsala biharê ji bo gelên Mezopotamyayê ku xwenûkirina xwezayê ji xwe re weke îlhamê dibînin vediguhere demsalekê ku soza ‘têkoşînê’ lê nû dibe. Her Adarek ji bo gelê Kurd nûkirina soza berxwedan û tolhildanê ye. Êdî çeteyên dewleta Tirk a dagirker nêz dibûn û berê wan li dagirkirina Bendava Tişrînê bû, hewl didan derbasî Kobanê û Reqayê bibin û ber bi dagirkirina Kantona Cizîrê ve biçin, da ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê beravêtî bikin û komkujiyên mîna fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê pêk bînin.
Xeterî êdî nêz dibû, dengê zengila xeterê lêdixist û bilind dibû. Gelê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir pêşengiyê her dem karê xwe dibîne. Gelê Kobanê yê ku di 8’ê Çileyê de berê xwe da Bendava Tişrînê, di rê de karwanê wan rastî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker hatin, di encamê de gelek kesên ku di nav de jin û mêr ji pêkhateyên Kurd û Ereb hebûn jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
60 roj in ango du meh in dewleta Tirk zêdetirî 270 kesan birîndar kir û zêdetirî 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Îşev, şeva 8’ê Adarê ye hemwextê wê jî du mehên tijî berxwedanî derbas dibin. Şeva 60’an bi gerandina govendê weke her car dirêjî dawiya şevê bû. Çalakgeran bi hejandina mil û çongên xwe coş û germahî dan govendê, bêyî ku bizanibin westandin çi ye. Gelê ku bi rojî ye, hem rojiya xwe digre hem jî erka xwe ya neteweyî û welatparêzî bi cih tîne. Tîna 14 saetên rojê weke çend kêliyan derbas dibin, gava ku gel jin û mêr li kêleka hev dimînin û hêzê ji sekn û helwesta hev digrin. Bi sedan kesên bi rojî yên ku Bendava Tişrînê ew anîne cem hev û bi ruhê komînal tevdigerin, bi du sê xurmeyan difitirin û di duayên wan ên şevê de daxwaza serkeftin û parastina şervanan heye.
Kêliyên xwe belge dikin
Şevên Bendava Tişrînê bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî, li ber biriqîna heyvê û stêrkan ku şahidiyê ji vê serdema dîrokî re dike, derbas dibin. Ji bo ku ev kêliyên dîrokî neyên jibîrkirin, ji bo ku neyên windakirin, kêliyên xwe yên kêfxweşiyê belge dikin û wêneyan dikşînin. Ev kêliyên dîrokî dê bibin bîranînên sibê ku bi rastî wê her kes bibêje para me jî di parastina vê bendavê û serkeftinê de hebû. Li kêleka wê jî her kes bi qêrînekê jî be hebûna xwe li vir îsbat dike, nîşan dide ku wê hebin û her bimînin. Bi berzkirina dirûşmek jî be, bi gerandina govendê jî be ku xeleka wê temam dikin ev bi xwe berxwedaniyek e. Hebûna li ser bendavê di bin gera balafirên şer û dronên xwekuj de, hêja ne ku werin dîtin û nivîsandin.
Her wiha îro ne tenê jin, mêr jî dirûşma Jin Jiyan Azadî diqîrin.
Ji jinên ku di van kêliyên şevê de bi germahiya dilê xwe li ber agirê berxwedanê bûn, ji ajansa me re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Kurê wê di çeperan de ye ew li bendavê di nobetê de ye
Leyla Hac Hisên got ku hebûna wê li Bendava Tişrînê parastina destkeftiyên ku bi xwîna şervanên wan hatine bidestxistin e û wiha domand: “Av ax û cereyana me, hemû bi xwîna şervanên me hatine rizgarkirin, ji bo xwedîderketin û parastina wê jî îro em weke dayik li vir in. Kurê min di çeperên şer de bi çeka xwe ez jî li vir bi îradeya xwe vê bendavê diparêzim. Bendava Tişrînê bi qasî ku girîng e ji bo av û cereyana wê were parastin, ewqas girîng e ku êrîşên dijmin jî vala derkevin. Bendava Tişrînê xala gihandinê ye ji Kobanê heta Reqa û Kantona Cizîrê. Bila ev roj jî bikeve dîrokê ku di 8’ê Adara 2025’an de me li Bendava Tişrînê cejna xwe pîroz kir. Em nizanibûm ku em ê vê rojê li vir pîroz bikin.”
Ji dagirkeriya Tirk re peyama jinan heye
Leyla Hac Hisên got ku wan berê ji ber zext û polîtîkayên înkarê yên rejîma Baasê di malên xwe de bi awayekî veşartî cejna xwe pîroz dikir û wiha behsa roja îro kir: “Me berê bi dizî di sînorên malên xwe de cejna xwe pîroz dikir lê îro em li ser Bendava Tişrînê pîroz dikin û ev peyamek e ji dewleta Tirk re. Ji lewre daxwaza me aştî ye ne gurkirina şer e. Lê gava ku kes êrîşî me bike em ê jî li ber xwe bidin. Li ser vî bingehî jî em daxwaza rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker dikin û bang li hêzên navdewletî dikin ku li hemberî êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin.”
‘Ev bendav a me ye, yên ku wê diparêzin jî em in’
Sîham Xelîl jî wiha got: “Moralê me pir bilind e di heman demê de di roja 60’emîn de jî em careke din soza xwe nû dikin ku em ê bi xwîn, can û zarokên xwe jî be vê bendavê biparêzin. Ev bendav a me ye, yên ku wê diparêzin jî em in, kes nayê ji welatekî din me naparêze. Jin bi qasî dikarin xwe biparêzin, welatê xwe jî diparêzin. Em ê dest ji doza bendavê bernedin. Pir girîng e ku îro xeteriyên li ser Bendava Tişrînê bikeve rojeva hêzên navneteweyî û çareserî jê re were dîtin. Parastina wê tenê ji vir nayê xwestin.”
Jinek ji pêkhateyên Ereb ku di govendê de bû bi du gotinan sedema hatina xwe ya Bendava Tişrînê bilêv kir: “Daxwaza me azadî û demokrasî ye.”
Dîlan ji bo wan berxwedan e
Jineke din a ku dîlanê digre jî dibêje ku; “Dîlan ji bo me berxwedan e. Ji ber berxwedana li vir dimeşe, bi hezaran çîrokan dide nivîsandin. Heta xeter hebe em ê li vir parastina bendavê bikin. Ev dîlana ku hûn dibînin digere jî dê berfirehtir bibe.”
Bi tilîliyan û berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, “Berxwedan Jiyan” e û dirûşmên ku berxwedana şervanên QSD/YPJ’ê ji dil silav dikin, şevên wan diqedin û sibeheke nû bi hêviyên nû ruxmî şer û kuştinê dest pê dike.
Adar di dîroka gelê Kurd de heyva şoreş, serhildan û komkujiyan e lê di dawî de Newroz tê ku pê re agirê tolhildanê sal bi sal geştir dibe.