Şêniyên Hêsekê bi dirûşmeyan birîndaran pêşwazî kirin
Şêniyên Hesekê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedan” birîndarên ku di berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê de birîndar bûbûn, kirin.
Hesekê – Bi hezaran şêniyên ji 8 bajarên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, duh sibehê ji bo pêşwazîkirina karwanê birîndarên ku di êrişên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk de li Şêx Meqsûd û Eşrefiye birîndar bûbûn, berê xwe dabûn Dêr Hafirê. Karwanê şêniyan ku birîndaran hilgirt gihişt Hesekê.
Şêniyên Hesekê yê ku li çerxeriya Panorama li benda birîndaran bûn, bi çepik û dirûşmeyan birîndaran pêşwazî kirin.