Şanoger Perînaz Delayz: Em hê jî ji bo şanoya Kurdî têdikoşin
Şanoger Perînaz Delayz got ku li dijî zext û polîtîkaya bişaftinê ya li ser Kurdî divê têkoşîn bi awayê baştir were meşandin û bal kişand ku hê jî ji bo bikaribin şanoya Kurdî çêbikin têdikoşin.

AXÎN BAHAR
Amed – Di dîroka Tirkiyeyê de polîtîkayên zext û bişaftinê li ser zimanê Kurdî ji gelek aliyan ve didomin. Xebatên çand û hunerê yên Kurdî jî para xwe ji van zextan girtin. Pêvajoyên bi pevçûn, qedexe û zext, heta salên 1990’an, li pêşiya pêşketina şanoya Kurdî bûn astengî û şanoya Kurdî di bin siya qedexeyan de xebatên xwe domand.
Tevî bê derfetiyan jî şanogeran xwe di bin banê Navenda Çanda Mezopotamayê (NÇM) de bi rêxistin kirin, skeçên Kurdî nivîsandin, lîstikan pêşkêş kirin. Şanoya Kurdî di bin zexta dewletê de gihîşt roja îro. Şanogeran di demên herî zor de jî berhemên baş çêkirin. Bêguman ji lîstikvanên jin, heta nivîskarên jinên ên lîstikan, jin di vê pêvajoyê de diyarker bûn.
Di vê dema ku hê jî zextên li ser Kurdî didomin de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê kir; deriyê pêvajoyeke nû vekir. Di warê bidawîbûna astengiyên li ser zimanê Kurdî de hêviyek çêbû.
Em bi şanoger Perînaz Delayz re li ser şanoya Kurdî ya berê û niha, nêrîna jinan û zextên li ser zimanê Kurdî axivîn.
Perînaz Delayz, diyar kir ku zextên li ser şanoya Kurdî ji berê ve heta niha didomin û got ku tevî van zext û qedexeyan jî şanoya Kurdî hatiye pêşkêşkirin û temaşekirin. Perînaz Delayz, got ku ji salên 1990’î ve heta niha şanoya Kurdî gihîştiye qonaxek lê di salên dawî de ji ber avêtina qeyûman li ser şaredariyan, bandor li ser qada şanoyê jî çêbûye. Perînaz Delayz wiha got: “Bi qeyûman re mudaxele çêbû, cihên şanoyê hatin dagirkirin. Sala 2016’an pir diyarker bû lewre xala werçerxê bû. Berê di mercên asayî de huner dihat kirin lê bi qedexeyên zêde re, şanogeran hewl dan bi hêza xwe li ser piyan bisekinin. Bi hêza xwe me mekan û dikê ava kir, komên lîstikvan bi derfetên xwe dixebitin.”
Perînaz Delayz, bal kişand ku li dijî polîtîkayên bişavtinê divê zêdetir xebat werin kirin û wiha domand: “Li derve polîtîkayek bişaftinê ya pir mezin heye, li ser ziman oto-sansur heye. Mirov ji zimanê xwe dûr dikevin. Bêguman têkoşîn û destkeftî hene lê têkoşîna li dijî bişavtina li kolanan û zextên li ser ziman bes nîn e divê mezintir bibe.”
‘Hunermendên Kurd ên jin têkoşîneke ji du aliyan ve dimeşînin’
Perînaz Delayz, diyar kir ku li dijî zextên li ser şanoya Kurdî, jinên hunermend, ji du aliyan ve têdikoşin û axaftina xwe wiha domand: “Ez Kurd im, ji aliyekî ve dixwazim di warê hunerê de bixebitim, ji aliyekî ve weke jin hewl didim. Pêvajoyeke zanîn û rewşenbîriyê heye, sîrayetî hunera ku em çêdikin jî dike lê dikarim bibêjim ku di şanoya Kurdî de jin bi pêş ketin lê nikarim bibêjim ku em jin di warê xebata xwe de pirsgirêkan najîn. Weke li her derê cîhanê, li vê derê jî pirsgirêk hene. Lewre feraseta baviksalar, ne tenê bi mêran re, bi jinan re jî heye. Ji ber wê tu dikevî nava pêvajoya keşifkirin, hevrûbûn û lêpirsînê. Li gorî min her jina ku li ser bingeha têkoşîna azadiya Kurd dixebite, li gorî jinên cîhanê zêdetir bi şans e. Di civaka Kurd de Jineolojî û pergala hevserokatiyê heye û em hunermendên Kurd ji vê yekê îlham digrin. Em hewl didin vê bi yekê berhemên xwe nîşanî derdora xwe bidin.”
Perînaz Delayz diyar kir ku şanoya Kurd, di nava şanoya cîhanê de, di warê nêrîna jinan de, di asteke baş de ye û got: “Ji ber ku hem civak hem jî hunermend pir polîtîze bûne, refleksên wan zindî ne û ev rewş dê di demên pêş de şanoya Kurdî bigihîjîne asteke baştir.”
‘Rola ku ji jinan re hatiye diyarkirin sîrayetî şanoyê dike’
Perînaz Delayz bal kişand ser rola karekterên jin a di şanoyê de û wiha domand: “Mînak çend tekstên li ser karekterên jin hene? Çend jinên nivîskar hene? Belê jin hene, li ser dikê jî hene lê yan dayik e, yan hevjîn e yan jî keça yekê ye. Di vir de rola ku civakê ji jinan re diyar dike xuya dibe. Çima cîhan ewqas dikeve pey Antigone, çima tekstên Gabriel Lorca ewqas bi bandor in? Lewre karekterên jinan pir kûr digre dest. Di tekstên dijberî wî de, karekterên jin, pir seranser an jî bi nêrîna baviksalar hatine nivîsandin.”
‘Em pêvajoyê erênî dibînin’
Perînaz Dalayz, bal kişand ser zextên li ser Kurdî û diyar kir ku ew hêvî dikin bi pêvajoya bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye re, ev zext bi dawî bibin. Perînaz Delayz wiha berdewam kir: “Berpirsyariya me hemûyan ew e ku em ji nifşên nû re welatek ku tu kes lê neyê kuştin, pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin ava bikin û bikaribin lê bijîn. Meseleya Kurd a ji bo nasnameyê heye divê ev yek li ser bingeheke hiqûqî û siyasî were nîqaşkirin. Bêguman daxwaza me ya herî mezin çareserkirina vê meseleyê ye lewre mirov, civak û xweza ji şer westiyan. Em hê jî ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê û cejna Newrozê têdikoşin. Tiştên derasayî û asayî çi ne? Hemû tevlîhev bûne. Gelo şer asayî ye? Ji ber şer her tişt tevlîhev bû. Ji bo pêşeroj baştir bibe, ji bo nifşeke baştir, ji bo bidawîbûna komkujiyan, em jî vê pêvajoyê baş dibînin.”
‘Divê êdî Kurd mafên xwe bi xwezayî bijîn û neçarî têkoşînê nebin’
Perînaz Delayz diyar kir ku bi salan e ji bo şanoya Kurdî çêbikin têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Ji bo çêkirina skeça bi Kurdî em têdikoşin. Divê êdî em neçar nemînin ji bo tiştên ku mafên me ne têbikoşin. Tiştên ku li ser zimanê Kurdî tên kirin hê jî qedexe ne. Divê êdî dawî li vê yekê were. Divê pêvajoyeke ku mirov neçar nemîne bedel û berpirsyariyan bigre ber çavan, dest pê bike. Divê ji bo dewlemendiya Kurdî were dîtin û sûd jê were girtin; bingeha akademiyan çêbibe. Dive em bingehên xebatên ku zarok bikaribin xwe keşf bikin biafirînin. Ez bi xwe di vî warî de xwe berpirsyar dibînim.”