Çalakvana Tunisî: Şervanên jin ên Kurd rolên kevneşopî hejandin

Şervanên jin ên Kurd şêwazên damezrandî û rolên zayendî yên ku jin li Sûriyeyê tê de asê mane hejandin. Ji ber vê yekê, rêxistinên radîkal wan bi çek û tundiyê hedef digirin û bê navber li dû wan diçin.

ZUHÛR EL MEŞRÎQÎ

Tûnis- Ji 6’ê Çileyê ve, cîhadîstên girêdayî HTŞ’ê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê şerekî dijwar li dijî pêkhateya Kurd dane destpêkirin. Cîhadîstên HTŞ’ê û leşkerên bipere yên dewleta Tirkiyê, li dijî sivîlan û bi taybetî jî li dijî jinan, sûcan kirine. Li Sûriyeyê zêdebûna tevgera leşkerî ya li dijî gelê Kurd, ji hêla cîhadîstên HTŞ’ê ve tê meşandin. Ev di serî de ajandaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, ji hêla ajandayên derveyî ve tên birêvebirin. Li Heleb û Reqayê, sivîl bûn hedef û her cûre binpêkirin li dijî jinan çêbûn. Îro, çavên wan li ser Hesekê, Qamîşlo û bajarên din ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

‘Wek mirov, em nikarin zordariya li ser mirovên din qebûl bikin’

Akademîsyen û çalakvana mafên mirovan Îqbal el-Xerbî ji ajansa me re axivî. Îqbal diyar kir ku di sedsala 21’an de, sedsala mafên jin, mirov, zarok û kêmneteweyan de, şerm e ku meriv di nav van wehşet, hovîtî û barbariyên serdema navîn de bijî. Îqbal da zanîn ku zilm û zordariya li ser kêmneteweyan û mezheban, qurbaniyên tundî, cudakarî û dûrxistinê, nekarî bê qebûlkirin.” Îqbal, diyar kir ku di prensîbê de, her kes mecbûr e ku van koman û mafên wan biparêze, tekez kir ku di çarçoveya peyman û peymanên navneteweyî de ev berpirsyariyek ehlaqî ye û wiha got: “Wek mirov, em nikarin zordariya li ser mirovên din qebûl bikin. Rêzgirtina mafên kêmnetewan garantiya ahenga civakî û berdewamiyê ye. Ji ber ku her dewletek mezhebî ku kêmnetewan ji holê radike, berpirsyariya şerên navxweyî û şerên mezhebî digre ser xwe.”

‘Diyarkirina maf û erkên li ser vê bingeha qanûnî, şerta bingehîn a hevjiyanê ye’

Îqbal El-Xerbî bi bîr xist ku Ewropayê, tenê piştî naskirina mafên kêmneteweyan û qebûlkirina wan wekî welatiyên pola yekem, ne yên pola duyem, kariye şerên xwe yên mezhebî û olî derbas bike. Îqbal got ku ev yek jî garantiyek ji bo aştiya navneteweyî û ahenga civakî ye. Wê diyar kir ku mixabin ew kesên ku serdest in, ew in ku nakokî û tundrewiyê diçînin û wiha got: “Ev pirsgirêka yekem e ku divê were çareserkirin. Bi taybetî, divê dewlet tiştê ku em jê re dibêjin 'entegrasyona komarî' hilberîne. Divê dewlet bi hemû welatiyan re wekhev tevbigere, derfetên wekhev peyda bike û her kesî wek welatiyek qebûl bike. Ango, divê têgihîştinek qanûnî hebe ku ji hemû cûdahiyên olî, etnîkî, zayendî û çînî derbas bibe. Diyarkirina maf û erkên li ser vê bingeha qanûnî, şerta bingehîn a hevjiyanê ye. Berdewamiya dewletê ne bi dilsozî û girêdanên etnîkî-olî, bi wekheviya welatiyan tê mîsogerkirin. Tenê cûdahiyek heye, ew jî jêhatîbûn e. Ev şerta yekem a avakirina dewletê ye.”

Bi gotina ku divê sekularîzm were bicîhanîn, Îqbal El-Xerîbî ev tişt gotin: “Divê dewlet bêalî be. Sekularîzm ne li dijî olê ye. Wekî ku tê îdîakirin; ew teknîkek e ji bo rêvebirina cihêrengî û cudahiyê. Dewlet xwedî nasnameyeke etnîkî, olî an çînî nine. Ol aydî qada taybet e; qada giştî qada qanûnê ye ku ji bo her kesî bêyî cudakarî û îstîsna tê sepandin.”

Keziyên jinan dibin hedef

Îqbal el-Xerbî behsa jêkirina keziyên jinan, îşkencekirin, şewitandin, avêtina ji qatên bilind û li ser cenazeyên wan reqskirin jî kir û wiha got: “Ev îşkenceya li ser jinan şerm e. Ev rewş durûtiya siyasî û civakî ya îdiaya ku jin 'bi rûmet û pîroz in û ne di bin tundiyê de ne' eşkere dike. Dîrok nîşanî me dide ku dema berjewendiyên çîn û siyasî di xetereyê de bin, ev wêneyê îdealîzekirî yê jinan bi hêsanî tê terikandin. Em vê yekê di dîroka Ereban de dibînin, ji Zerqa el-Yamama bigre heya Olympe de Gouges, ku daxuyaniya mafên jinan weşand û hat kuştin. Heya Michelle ku hat girtin, heya Rosa Luxemburg, ramanwera sosyalîst a navneteweyî ku hat kuştin, heya Dolores ku di Şerê Navxweyî yê Îspanyayê de wekî 'La Pasionaria' dihat nasîn. Dema ku şerê çînî derdikeve holê, jin bedela wê didin.”

‘Bêdengiya jinên Ereb û Rojavayî li hember van dîmenên îşkenceyê şerm e’

Îqbal da zanîn ku îro, heman senaryo bi şervanên jin ên Kurd re jî diqewime û wiha got: “Wan li hember hovîtî, barbarî û DAIŞ’ê li ber xwe dan. Wêneyên tirsnak ên ku îro li ser medyaya civakî dighîjin me, asta hovîtiya li ser jinan nîşan didin. Ji ber ku van jinan, wekî berxwedêran, stereotîp û rolên zayendî yên heyî red kirin; wan ji bo projeyek civakî ya pêşverû û mirovî ku her kesî di nav xwe de digre, parêzvanî kirin. Ji ber vê yekê, ew bedela ketina siyaset, şer û berxwedanê wekî jin didin. Wêneyên şervanên jin ên Kurd ên ku ji avahiyên bilind têne avêtin û şewitandin, şermek rûyê mirovahiyê ye. Bêdengiya jinên Ereb û Rojavayî li hember van dîmenên îşkenceyê yên li dijî Kurdan jî şerm e. Rêbazên nîşandana hevgirtinê bangawaziya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, afirandina hişmendiyek nû û belavkirina têgihîştinek ku ne dijminatiya cudahiyê ye bi rêya dibistan, ciwanan û medyayê, 'dibistanek bê dîwar' e. Pêşxistina gotarek olî ya alternatîf li ser bingeha rêzgirtina ji bo cudahî, bawerî û azadiya wijdanê pêwîst e.”
‘Çima ev zilm û ev niheqî?’

Wê her wiha girîngiya pêşxistina gotarek olî ya alternatîf li ser bingeha rêzgirtina ji bo cudahî, bawerî û wijdanê tekez kir. Îqbal girîngiya vê ramanê destnîşan kir û wiha got: “Ji bo avakirina nasnameya min, ez hewceyê yê din im. Dema ku em li dîrokê dinhêrin, em dibînin ka kêmnetewe çawa beşdarî şaristaniya Ereb-Îslamî bûne. Gelek bijîşkên navdar, wek Razî û Îbn Sîna, ji eslê xwe ne-Ereb in. Fîlozofên ku di Mala Aqilmendiyê de wergerandin û belge kirin jî, kêmnetewe bûn. Di têkoşînên rizgariya netewî û serxwebûnê de, hemû kêmnetewên li Mexrîb, Misir, Sûriye û Iraqê beşdar bûn; wan partî û sendîka ava kirin û li dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê şer kirin. Îro şerm e ku meriv wan wekî welatiyên pola duyemîn bibîne. Çima ev zilm û ev niheqî?

‘Hesabên siyasî dibin sedema berdewamiya komkujiyan’

Îqbal Xerbî, dema ku li ser bêdengiya li ser qirkirina ku îro li dijî gelê Kurd tê kirin axivî, diyar kir ku li pişt vê bêdengiya gumanbar hesabên siyasî hene û wiha berdewam kir: “Ev lekeyek şermê li ser eniya rêxistinên mafên mirovan e. Ev standarda dualî kesan ji mafên mirovan dûr dixe û ev pir xeternak e. Ciwan û nifşên pêşerojê wê bifikirin ku rêxistin û peymanên mafên mirovan û jinan bêwate ne. Ev pir xeternak e. Erka me ew e ku em wan li gorî van prensîban perwerde bikin û fêr bikin û rave bikin ku zilm û zordariya li ser kesekî li her deverê cîhanê wekî zilmek li ser wan wekî beşek ji komekê tê hesibandin. Em van polîtîkayên ku gel, civak û jinan ji bo berjewendiyên teng ên aborî û siyasî feda dikin red dikin. Me di seranserê dîrokê de mînakên vê yekê dîtine.”

‘Niheqiyên li Kurdan dikin dê encamên neyînî bidin’

Îqbal tekez kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd li herêmê aramî nayê bidestxistin, diyar kir ku niheqiyên ku îro li ser Kurdan têne kişandin dê di pêşerojê de encamên neyînî hebin û wiha got: “Ji bo vî gelî, ku ji ber nakokiyên mezhebî - Kurd, Êzîdî, Elewî û Durzî - hatiye perçekirin, zehmet e ku vê qirkirinê ji bîr bike. Birînên wê dê bimînin. Lê belê, dîrokê ev fêrî me kiriye: girêdanek neteweyî an pêwendiyek welatîbûnê dikare li ser hemû cûdahiyên etnîkî, çandî, olî û çînî were avakirin. Şerta vê yekê ew e ku hemû welatî xwedî maf û berpirsyariyên wekhev bin û mekanîzmaya bexşandin û efûkirinê bikeve meriyetê. Ev di seranserê dîrokê de gelek caran hatiye dîtin.”

‘Çend gelên zilmkar ji gelên zilm dîtine lêborîn xwestine’

Akademîsyen û parêzvana mafên mirovan Îqbal el-Xerbî nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hin gelan ji gelên din ên ku di demên berê de wan zilm lê kirine, lêborîn û bexşandin xwestine. Daxwaza lêborînê ya Papa Francis ji bo sûcên kolonyal ên Dêrê û lêborîna wî ji bo sûcên nijadperestî û koletiyê, mînakên vê yekê ne. Ev nîşan dide ku mirovahî dikare bi ser bikeve û bipêşkeve. Ger deriyek hêvî û xeyalê ji mirovahiyê re were vekirin, mimkun e ku di yek netewê de bi maf û erkên wekhev, bi beşdariya siyasî û aborî ya wekhev û ji maf û zimanê çandî sûd werbigirin, bi hev re bijîn. Mînak, Swîsre çar zimanên fermî hene; modelên wekhev li Malezya, Endonezya û Hindistanê hene. Çima em nikarin vê yekê bi dest bixin? Mînak hene ku cihêrengiya çandî, olî û etnîkî bi serkeftî hatiye rêvebirin. Li herêma me, mimkun e ku bi gavên qanûnî, destûrî, çandî û perwerdehî hişmendiyek nû, dûrî tundûtûjî û tundrewiyê, were afirandin.”