Çalakvana Mexribî: Heta ku wekhevî nebe dê şer berdewam bike

Nadiya Qubai ku li hember dûrxistina berdewam a jinan a ji cihên biryardayînê têkoşînek dimeşîne, bawer dike ku guhertin ne tenê ji navendê, dikare ji piştguhkirinê jî bê kirin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Li Çiyayên Rîfê yên Mexribê, li cîhê ku piştguhkirin û tenêtî dighîjin hev, Nadiya Qubai wek dengek jinan derketiye holê. Li hember bêdengiyê li ber xwe dide û zêdetirî 30 salin têkoşînek domdar diafirîne.

Nadiya Qubai kêliyên destpêkê yên destpêka xwe di hawîrdorek muhafezekar de bi bîr tîne û dibêje: "Me ji rastiyek dijwar dest pê kir û nêrîna jinên çalak carinan gumanbar bû. Lê me bi riya xebata meydanî û ragihandina rasterast a bi jinan re, bi bilindkirina hişmendiya mafên wan û hewldana bidestxistina desthilatdariya aborî, civakî û siyasî re rû bi rû ma.

Yekem komeleya jinan a bi vî rengî

Damezrandina Komeleya Foruma Jinên Gundewarî di sala 1990'an de ne tenê daxuyaniyek ji bo bi xebata civakî bû, di heman demê de gavek ber bi dabînkirina çarçoveyek jinan ve bû, ku yekem car wê li herêma El-Hesîma ava kir. Bi demê re ev komele veguherî însiyatîfek herêmî ku bi gelek komeleyan ve hate girêdan. Yek jê jî, Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê ye. Nadiya Qubai tekez kir ku pêwîst e li çiya û li peravan tenêtiya dengê jinan were şikandin û got: "Divê ev deng tenê li çiyayan nemîne, divê di navenda nîqaşên siyasî û helwestên biryardanê de hebe.”

‘Zagon cudakariyê didomînin’

Nadiya Qubai bawer dike ku wekheviya rastîn hê jî pêk nehatiye û wiha doamnd: "Rast e ku guhertinên girîng hene, wekî Zagona Malbatê û bilindkirina dirûşmeyên wekheviyê, lê ev dirûşme hê jî têne bilindkirin, ji ber ku rastî bi bingehîn nehatiye guhertin. Zagon pir caran cudakariyê didomînin li şûna ku wê biqedînin. Komeleya me wek înîsiyatîfek ji aliyê xwendekarên jin ên ji Adenê ve piştî perwerdeyê ber bi herêmê ve hate destpêkirin, ku ji ezmûnên komeleyên neteweyî îlham girtibûn. Em li qadê dixebitin, ew jî li ser asta neteweyî dixebitin. Bi vî awayî di navbera asta herêmî û navendî de hevgirtinek çêbû."

'Tenê yekbûn dê edaleta civakî pêk bîne'

Nadiya Qobai wiha got: "Em hewceyê nêzîkatiyek berfireh in ku zayendê di hemû qadan de, ji perwerdehiyê bigre heya tenduristiyê, ji aboriyê bigre heya siyasetê, bicîh bîne. Hebûna jinan divê ne tenê bi hejmaran ve sînordar be, divê bandorê li ser biryardanê jî bike. Guhertin ne tenê ji jor dest pê dike, ew ji jêr ber bi jor ve dest pê dike. Ji ber vê divê torêkirin her kesî di nav xwe de bigire. Tenê yekbûn dikare edaleta civakî bi dest bixe û jinan bihêz bike da ku bi tevahî rolên xwe di avakirina pêşerojê de bilîzin."