942 roj in çalakiya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi şermezar kirina komploya navnetewî bi dewirgirtina koma 184’emîn, di roja 942’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi şermezar kirina komploya navnetewî bi dewirgirtina koma 184’emîn, di roja 942’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 183’emîn Sîpan Yaman axivî.

‘Komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd hat pêkanîn’

Sîpan Yaman di destpêka axaftina xwe de komploya navnetewî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn şermezar kir û wiha axivî: “Komploya navnetewî di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd hat pêkanîn û xwestin gelê Kurd careke din bi qirkirinê re rû bi rû bimîne. Heman demê de dewletên ku di nava vê komployê de cih girtîn em şermezar dikin. Ji ber em dizanin ku destê bi dehan dewletên desthilatdar di nava vê komployê de hebû. Her wiha pir heval ji bo dîl girtina Rêber Apo li derdora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û gotin ‘Hun nikarin ti carî roja me tarî bikin’ û bersiv dan hêzên komplogeran em wan hevalan jî bibîrtînin. Em jî yê rêya van hevalên şehîd bişopînin û nehelin ku ti carî ev agir vemire ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe em dest têkoşîna xwe bernadin.”

‘Hemu gel azadiya xwe di vê paradigma yê de dibînin’

Sîpan Yaman da diyarkirin ku komploya 1999’an niha dubare li ser gelê Kurd tê pêkanîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heman komplo niha jî li ser paradigmaya Rêber Apo tê pêk anîn. Ji ber ev  paradigma tevahî gelan ber bi xwe ve dikêşe, hemu gel azadiya xwe di vê paradigma yê de dibînin û dixwazin wisa şêwe bidin jiyana xwe. Ji bo ku ev paradîgma hîn zêdetir rêk û pêk bimeşe emê tekoşîn bikin û rola herî mezin jî dikeve li ser mile jin û ciwanan.”     

Merasîm bi dewirgirtina koma 184’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.