Li Tehranê 3 ferdên malbatek hatin binçavkirin

Li Tehranê ji malbatek 3 kes ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin. Derbarê aqûbeta kesên hatine binçavkirin de tu agahî nehat parvekirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tehranê ji malbatek 3 kes ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin û heta niha derbarê rewşa wan û cihê ku lê tên girtin de tu agahî nehatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, mezûna lîsansa bilind a Zanîngeha Tehranê Homa Teymûrî, xwişka wê mezûna lîsansa bilind Yaser Azade û dayîka wê Ruhengîz Îmanî hatin binçavkirin.
Tê gotin ku kesên hatine binçavkirin di destpêka Sibatê de li Tehranê jî hatine binçavkirin û berdan, lê di pêvajoya binçavkirina dawî de derbarê cihê wan de tu agahî nehatin bidestxistin.