SOHR: Li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan

SOHR, ragihand ku di nava 15 de rojan de di encama înfazkirinên li meydanan, teqandina bê serûber a guleyan û teqîna bermahiyên şer de, 115 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 15 rojên dawî de 115 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, hem sivîl, hem jî kesên girêdayî komên bi çek cîh digrin. Hate diyarkirin ku ev mirin di encama înfazkirinên li meydanan, teqandina bê serûber a guleyan û teqîna bermahiyên şer de hatine jiyîn.