Şandeyek yê NY serdana Kobanê kir

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nirxandina rewşa mirovî û tenduristiyê, serdana Kobanê kir.

Navenda Nûçeyan – Şandeyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) serdana navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê kir.

Şande ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê û nûnerên saziyên xizmetguzariyê hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan li ser pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê yên ji ber dorpêçkirina Kobanê derketine û awayê  peydakirina xizmetên bingehîn û pêdiviyên şêniyan gotûbêj kirin.

Piştî civînê, şandeya NY’yê di gel endamên Rêveberiya Xweser, serdana stargehên li bajêr kir da ku şert û mercên jiyanê yên li Kobanê di bin dorpêça berdewam de ji nêz ve bibîne.

Ji 20’ê Çileyê ve, çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê dorpêçeke dijwar li ser bajarê Kobanê ferz kiriye û heta niha jî berdewam dike.