Çarenûsa 25 jinên hatibûn binçavkirin nediyare
Hate ragihandin ku çarenûsa 25 jinên xwepêşander yên di dema xwepêşandana de hatine binçavkirin nediyare û fikar li ser jiyana wan hene.
Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên xwecihî, çarenûsa 25 jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di dema xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin nediyare. Vê yekê jî rê li ber fikarên mezin yên malbatan vekirine.
Hate ragihandin ku jinên hatine binçavkirin ji Parêzgehên Sine, Xoresan ya Rezawî, Tehran, Esfehan, Kerac, Qewîn û Farisin.
Navê jinên hatine binçavkirin wihan ne: Niwîn Zareî, Ferzane Remezanî, Madena Muteherîyî, Mestena Muradxanî, Meryem Dirîs, Ratîme Çeloyî, Zehra Feroxî, Bîta Rehîmî, Stare Şerîetî, Fatîme Gul Mihemedî, Îlahe Şamîrzayî, Îltaî Axundî, Zehra Turkmanî, Sarîna Rezayî, Şeyda Riyahî Çeluanî, Fatîme Efşarî, Huma Temûrî, Rohangîz Îmanî, Medîne Yusifî, Semîra Şekuhî Nesib, Ayîda Etayî, Tîna Firîşte, Behar Secadî, Wîda Azadura û Nahîd Burzuyî.