90 zivistan nekarî bi kenê 90 biharên li ser ruyê wê

Ez ji wê re dibêjim jina ku tu êş û kelem nekariye kenê wê asteng bike. Dayika Henîfe ya 90 biharan dîtiye, 2 car koçber bûye lê mirov hê jî di qermiçokên rûyê wê de hêviyan dixwîne, dibêje: “Em bi hemuyan razî ne. Bes em nekevin.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Hesekê – Piştî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrîş birin ser Şehba û Til Rifetê, bi hezaran kesên ku berê jî ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li wir bicîh bûbûn, berê xwe dan riyek din a koçberiyê. Di nav koçberan de em rastî dayîka Henîfe hatin. 90 salî ye. Yanê 90 biharan dîtiye di emrê xwe de, 90 zivistanên sar jiyaye. Di tevahiya emrê xwe yê 90 salî de êşa lawê xwe Rifet (1991) û nêviyê xwe Rojeng ên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dîtiye. Ev jî li aliyekê, dû caran ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk neçar maye koçber bibe. Lê tevî êşên ku li ser xetên rûyê wê mirov dikare bixwîne, ez ji wê re dibêjim ‘jina ku tu êş nekarî kenên wê asteng bike’. Dayîka Henîfe Ebdo Mistefa bi wî temenê xwe jî hêzek dide mirov. Ew jî hêza ku ji berxwedanê girtî ye.

Dayîka Henîfe ya ku serpêhatiya xwe û du koçberiyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk tîne ziman, wiha  dibêje: “Em bi hemûyan razî ne. Bes em nekevin. Xwîna me li erdê nemîne û em welatê xwe rizgar bikin. Em welatê xwe û Rêberê xwe bernadin. Ger dewleta Tirk bimire û can jê here, ger herbê dixwaze bi vê pîrbûna xwe ezê pê re herbê bikim.”

‘Me dem û dewran gerand’

Vê carê werin em bi hev re li çîrok û jiyana wê guhdarî bikin. Henîfe Ebdo ji gundê Kokanê ya Efrînê ye. Dema ku birayê wê 3 mehî bûye dê û bavên wê jiyana xwe ji dest dane. Paşê li gundê Ereban zewiciye. Henîfe Ebdo ya dibêje “Li gundê Ereban jî me dem û dewranek gerand” li ser jiyana xwe wiha dibêje: “Me zarok anî, ked da. Em ketin û rabûn, heya me zarokan mezin kir. Me zarokan da xwendin. Me got me nexwendiye, bila zarokên me bixwînin.”

Fikrê azadiyê ketiye dilê wî

Lawê Henîfe Ebdo, Rifet ê ku di sala 1991’an de jiyana xwe ji dest daye, ji yekem têkoşerên azadiya Kurdistanê yên li Rojavayê Kurdistanê ye. Dayê Henîfe dema ku behsa wî dike, bi qasî ku hestiyar dibe di ferqa armanc û têkoşîna lawê xwe de ye. Lewra jî çavên wê dibiriqin, dema qal dike: “Kurê min Rifet gihîşt zanîngehê, sê salan xwend. Me dît ku pê re guhertinek heye. Tu nabêjî karek din jî pê re dike. Rojek hat. Hemû tiştên xwe avêt. Min got ‘xêr e Rifet?’ Got ‘ne ez dizewicim, ne dibim memûrê dewletê û ne jî vî karî dikim’. Paşê me fam kir ku mesele bi çi rengî ye. Fikrekî nas kiriye. Fikrê azadiyê ketiye dilê wî. Bi Rêber Apo re dide û distîne. Heskirina wî çêbûye. Wê demê ji tevahiya mintiqayê 3-4 kes bûn. Hêdî hêdî mezin bûn.”

Henîfe Ebdo behsa zehmetiyên ku wê demê bi êrîşên rejîma Sûrî ya hilweşiyayî dîtiye dike û dibêje: “Dewlet pir êrîşî wan dikir. Pir zilm dîtin. Carna dema dijmin diavêt ser malan, me wan ji ser baniyan davêt. Ji bo nekevin dest. Hêdî hêdî şikir em mezin bûn weke tevger. Înşallah em axa xwe jî nahelin û hêvîdar im ku emê dakevin Efrînê jî. Min timî digot xwedê vê Efrînê ji me re bihêle bila tiştek me yê din nebe.”

Dîtina Rêberê Gelê Kurd

Henîfe Ebdo carek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Li ser dîtina xwe ya ku ew di bêje ‘tu carî ji bîra min naçe’ wiha dibêje: “Min Rêber Apo carekê li Beyrûdê ji dûrî ve dît. Jinên li Helebê tim bi Rêber Apo re di nav civînan de bûn. Lê ji ber ku ez li gundan bûm ew derfeta min tunebû. Dema ku Rifet şehîd bû, hevalekê wî hat ba me got ‘we Rêber Apo nedîtiye’. Malbata min carek wî dîtibû li Helebê, lê belê min nedîtibû. Me jî got na. Got ezê we bibim gel wî. Em çûn Rêbertî ji me re axivî. Me li wî guhdar kir.”

‘Dewletê ew bigirta dikuşt

Dayîka Henîfe behsa bûyera ku di vegerê de hatiye serê wan, wiha vedibêje: “Di vegerê de dema em ketin hidûdê Şamê, ciwanek girtin. Leşkeran gotin ‘ev serokê wan e’. Li pêş çavên me bi zincîrê lê xistin. Dilê me bi wî civanî şewitî. Em ji derdê wî ciwanî biecîn û em hatin. Dema destpêkê fikrê azadiyê li Efrînê belav dibû, bi zor û zehmetî bû. Kesên ji bo azadiyê kar dikin ji riyên asayî nediçûn. Xwe li nav çiyayan didan. Dewletê bigirta dikuşt. Hinek kes di binçav de hatin kuştin.”

‘Destê me jê nediqeriya’

Mîna hemu jinên Efrînî û jinên Kurd vegotin û qalkirina li ser Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hat dagirkirin jî zehmet e. Henîfe Ebdo ya dibêje “Efrîn bûbû Kurdistan”, wiha qala jiyana xwe ya li Efrînê û bedewiyên wê dike: “Me hemûyan çandinî dikir. Baxçeyek me hebû. Hemû 100 darên gûzê bûn. Zeytûn, paşiya wê nedihat. Yên me ji xwe difrot, yên me ji xwe re digirt û yên me dida cîranan. Me ji trî dimis çêdikir. Hingivên me hebûn. Paşiya tiştên me nedihatin. Me tim tiştan radikir digot rojek herbek çêbibe jî em li xwe neheyirin, bila tiştên me pir bin. Çima em li nav bajêr neman? Em tim di nav mal û milkên xwe de bûn. Destê me jê nediqeriya. Dema sebra min nedihat, min berê xwe dida nav erd. Min ji erd û milkên xwe hez dikir. Yên Efrînê, hemû wiha bûn.”

Yekem koçberî: Me çi zor û zehmetî dîtin

Dema ku di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn hat dagirkirin, Henîfe Ebdo jî ji wan jinan e ku serî li ber dagirkeran netewand û riyek bijart. Ew rê jî her çiqas bi zor û zehmetî be jî, ji bo wê riya berxwedanê bû. Henîfe Ebdo piştî dagirkeriyê berê xwe da Şehbayê. Him êrîşên dewleta Tirk, him jî rêgiriya giran a rejîma Şamê ya hilweşiyayî dît. Li ser yekem koçberiya xwe Henîfe Ebdo dibêje: “Me hemûyan dicîh de hişt. Em ê bêjin çi? Me çi jiyan kir bi zor û zehmetî bû. Dîsa jî me xwe xilas kir. Disa jî em Efrîna xwe bernadin, em dev ji riya xwe bernadin, em dev ji Rêberê xwe jî bernadin. Em bi hêvî ne ku em ê Rêberê xwe di nav xwe de jî bibînin.”

‘Tim cefa û ked, lê em razî ne, bes em nekevin’

Dayîka Henîfe tîne ziman ku di dirêjiya emrê xwe de tim cefa û ked dîtiye û wiha dodimîne: “Em bi hemûyan jî razî ne. Bes em nekevin. Xwîna me li erdê nemîne û em welatê xwe rizgar bikin. Em welatê xwe û Rêberê xwe bernadin. Ger dewleta Tirk bimire û can jê here, ger herbê dixwaze bi vê pîrbûna xwe ezê pê re herbê bikim. Xayîn e xayîn. Ma qê herbê bi me re dike? Haşayî we û haşayî cemaatê pere dide kûçikan û kûçikan berdide ser me. Bila were eniyên me. Ger ne virek be, bila were ew bi xwe herbê bike. Bi virekî çêbûye û înşallah wê bi virekî jî hilweşe. Ez bi vî kincî ji Efrînê hatim Şehbayê. Ne tu tiştek. Keçik biçûk bû digot dayê ka xwarin. Ma me xwarinê bi xwe re neaniye.”

Koçberiya Duyemîn: Kûçikan berda ser me

Dijminê jinan û gelan çawa ku Efrînê dagir kir, li Şehbayê jî dev ji êrîşên xwe berneda. Henîfe Ebdo li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba û Til Rifetê ku pê re koçberiya duyemîn dît, wiha qal kir: “Hemû tişt di nav du seatan de çêbû. Bi xwe jî nehat eniyên me. Kûçikan berda ser me. Ger mêr be bila were bi me re şer bike. Ne ku teyareyan rake li ser serê me. Ser Efrînê hemû bi teyareyên xwe dagirt. Ger ne wiha ba wê Efrîn derketiba? Ger bi xwe hatiban meyê bi şimikên xwe wan bikuşta. Mala Esed jî dan ser. Wana Sûriyê xirab kirin. Ne ku Tirka Sûriyê xirab kir. Mala Esed Sûriyê xirab kir.”

‘Niha em ji bo xwe dikin’

Henîfe Ebdo di 90 saliya xwe de tevî hemu êşên ku di nav de bûye jî, hêviyê li ser kenên xwe diçine. Ewqas jî bihêz e li hemberî zivistanên emrê xwe. Lewra jî dibêje “Vêca em niha ji xwe re dikin. Ger em şehîd didin ji me re ye. Ger em rihet dibin ji me re ye. Em nû ji xwe re dikin. Tiştê me hemû hene. Şikir xwendavên me hene, rêveberiya me ya xweser jî heye. Wê demê xêr e em bi xwe şad nabin? Ez ji Kurdên me aciz dibim. Xêr e bi xwe şad nabin? Berê me li destê xelkê dinhêrt, me van tiştan dikir. Divê em bi xwe û bi destkeftiyên xwe şad bibin. Hemû dewlet bi keda me Kurdan bûn dewlet. Gelo ne ji çiyayên Kurdistanê be wê bikaribin tiştekî bixwin? Em di ber xelkê de mirine, şehîd jî ketine. Ka niha kî li me dinhêre? Kî axaftinek li ser me dike?”

Hesretên di dil de mayî

Dayîkên Kurd ên bi sedan salan e qirkirinê ji nêz ve dîtine, gelek tişt di dilê wan de bûye hesret. Lewra ez ji Henîfe Ebdo dibirsim bê ka di 90 salên emrê wê de çi hesret maye di dilê wê de. Ew jî bersiva pirsê dide: “Hesreta gelek tiştan bi min re ma. Hesreta kincên pak bi min re ma. Min timî digot ezê cilekî kurmanckî li xwe bikim. Min li xwe nekir û nekir. Min ji hinnê pir hezdikir. Ev 34 sal in, piştî Rifet şehîd ket ez li hinnê jî nanhêrim.” Dîsa jî ken ji ruyê wê kêm nabe. Behsa hezkirina xwe ya govendê jî dike: “Ez reqascî me jî. Li dawetan direqisim. Keser, hesret pir bi me re mane.”

‘Azadiya Rêberê xwe dixwazin’

Henîfe Ebdo digel qalkirina serpêhatiya jiyana xwe, hêviyan jî di dilê me de diçîne, behsa daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dike û wiha dibêje: “Siheta we jî xweş. Bijî Serok Apo. Xwedê Rêberê me û me ji vê tengasiyê derxîne. Rêberê me ji me bêtir di tengasiyê de ye. Ger şeref bi dewletan re hebûya, Rêberê me çi kiriye ku wî xistine wê zindanê? Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Bila bi Rêberê me re biaxivin. Bêjin dayika Rifet vê axaftinê dike.”