Qîrîna Şengalê ya nebihîstî: Berxwedana ku di zêmarên jinên Ezidî de veşartî ye

Li çiyayên Şengalê dema roj diçe ava jin Lavîncê weke zêmar dibêjin. Dema ku bi awayê dengbêjiyê be behsa têkiliya bi aheng a mirovan bi çiya, deşt, xwezayê re daniye dike lê dema ku weke zêmar be veqetîna mirov a ji her tiştî vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Dengê jinan ê li erdên qedîm ên Mezopotamyayê olan dide, şopên êş û berwedana bi hezaran salan di nava xwe de dihewîne. Bi taybetî zêmarên ku jinên Êzidî dibêjin, ne tenê rîtueleke şînê ye, di heman demê de îfadeya bîra dîrokî, serhildan û berxwedana çandî ye.

Dibêjin ku ên cara pêşîn dest dane tevnên baweriya Ezdayetiyê jin in. Di ragihandiya bi gotinî ya baweriyê de dengê jinan diyarker e, têkiliya bi xweza, roj û jiyanê re hatiye danîn jî, di nava van vegotinan de ji xwe re cihekî dibîne lê di tevahiya dîrokê de komkujî û zextên ku çêbûne, awayê ragihandina çandî ya vê baweriyê jî veguherand. Bi taybetî civaka Êzidî ya li Şengalê û derdora wê dijî, di tevahiya dîrokê de rastî gelek êrîşên û komkujiyên ku bi “ferman” tên binavkirin re rûbirû ma. Her ku komkujî di bîra mirov civakê de bi cih bûn, li van axan ji bo jinan zagonên qedexekirî hatin derxistin.

Cihê stranên dengbêjiyê zêmaran girt

Jinên ku di bin siya qedexe, guneh û tirsê de hatin hiştin, ji dengbêjiyê hatin dûrxistin. Stranên dengbêjiyê jî tenê weke zêmar dikaribûn bibêjin. Mêran Lavîncê weke dengbêjî gotin lê jinan vê tenê weke zêmar û di dema roj diçû ava de gotin. Jinan jî berê Lavînceyê weke stranên dengbêjiyê digotin; lê bi demê re şopa êş û birînên kûr ên ji ber fermana man, jinan neçar kirin ku ji tevna xwe ya çandî dûr bikevin. Li dû wan tenê berxwedana ku di nava zêmaran de hatibû veşartin ma.

Li Çiyayên Şengalê jin, dema roj diçe ava Lavincê weke zêmar dibêjin. Piştî êşên herî mezin Lavinc tên gotin.

Dema roj diçe ava jin zêmaran dibêjin

Dayê Şemê jî bi Lavincê birînên kûr ên ku ji ber 74 fermanên li dijî Ezidiyan çêbûne vedibêje. Dayê hewl dide êşên ku ji ber fermana 2014’an a DAIŞ’ê li Şengalê rakir hatine jiyîn bi Lavincê bibêje. Lavincên ku dema roj diçe ava li çiyayên Şengalê dibêje, trajediyên ku hatine jiyîn di bîra mirovan de zindî dihêle. Fermanên ku li ser civaka Êzidî hatine rakirin, yek ji mijarên herî girîng ên van zêmaran in. Vê vegotina çandî û dîrokî bi dokumantera Mahmûd Berazî ya bi navê “Evîn di Rûyê Qirkirinê de” tê vegotin. Di dokumanterê de, bi dengê Dayê Şemê zêmara Lavincê bilind dibe li dijî qirkirina li ser jinên Êzidî qîrînek e.

Hem şînê hem jî berxwedanê vedibêje

Jinên Êzidî îro bi zêmarên xwe ne tenê êşên paşerojê, di heman demê de ji bo parastina nasnameya çandî û ragihandina wê ya pêşerojê jî roleke girîng dilîzin. Dengê jinên ku li çiyayên Şengalê olan dide, hem zimanê şînê ye hem jî yê berxwedanê ye.