Yekem hemşîreya jin a misilman: Rufayda El-Eslemiya
Rufayda El-Eslemiya (Rufaida Al-Aslamiya), di dîroka Îslamê de wek yekem hemşîreya jin tê zanîn, pispora cerahî û xizmetên civakî ye. Di dema Hz. Mihemed de, di şeran de birîndar tedawî kirine, yekîneya yekem a seyar a tenduristiyê ava kiriye.
Navenda Nûçeyan – Rufayda El-Eslemiya (Rufaida Al-Aslamiya), hemşîreya yekem a Misilman a di dîrokê de hatî qeydkirin e. Ew, jinek wek xebatkara tenduristiyê dihat qebûlkirin û di sedsala 7’an de li Medîneyê jiyaye. Yek ji pêşenga tiba Îslamê bi nêzkatiya xwe ya sazûmaniya nexweşxaneya qadê, perwerdeya dilxwaz a tenduristiya jinan û alîkariya mirovî tê zanîn. Di şeran de birîndar derman kirine, yekîneya yekem a gerok a tenduristiyê ava kiriye û perwerdeya hemşîretiyê daye jinan. Rufayda, di qada tibê de pêşengtî kiriye. Rufayda nêzî sala 620’an li Medîneyê (El-Hîcaz) di nava eşîra Benû Eslem de ji dayîk bûye.
Jiyan û perwerda wê
Rufayda, ji bavê xwe yê hekîm Sa’d El-Eslemî perwerda tiba pratîk digre. Di temenê zaroktiyê de kêrhatiyên paqijkirina birînan û amadekirina dermanên xwezayî û alîkariyên welidînê digre. Piştî hîcreta Medîne ya Hz. Mihemed, Mislimantiyê qebûl dike, beşdarî jinên Ensar dibe. Di vê demê de girîngî dide nêzîkatiya berpirsên civakî û îbadeta xizmetên tenduristiyê.
Rola wê ya di şer û xizmetên civakî de
Piştî şerên Uhud, Hendek û Heyberê, konek ku dişibe nexweşxaneya sahrayê ava dike û leşkerên birîndar derman dike. Lênêrîna Sa’d îbn Mu’az ku di şerê Hendekê de bi giranî birîndar dibe, digre ser xwe. Di demên aştiyê de jî li nêzî Mescîd El-Nebewî di klînîkek biçûk de nexweş, sêwî û xizanan bê pere derman kir. Hz. Mihemed ji ber xizmetên wê, ferman da ku beşa wekhev, mîna ya laşkeran ya ganîmetan bide wê.
Perwerda tenduristiyê û nûbûnên wê
Rufayda, koma hemşîreyên dilxwaz ku ji jinan pêk tê ava kir û di mijarên wek paqijî, dermankirina birînê, tedawiya xwezayî, bi awayek hezkirin nêzî nexweş bibe, perwedeyek bi pergalî dide. Yekîneya yekem a tedawiya gerok bipêş xist û li nêzî qadên şer, xalên lênêrîna organîze ava kir. Bal kişand ser paqijî, mahremiyeta nexweş û di tedawiyê de rêgezên edaletê. Vê sekna wê, piştre bingehê ehlaqa tiba Îslamî ava kir.
Mîrasa ku wê hiştiye
Pêkanînên Rufayda, bû çavkaniya îlhama nexweşxaneya Îslamê ku di sedsalên piştre hatî avakirin de û navê bîmarîstan lê hatî kirin. Di dema nûjen de, gelek xelat û dibistanên hemşîretiyê navê wê hildigirin. Di nava vana de li Bahreynê Royal College of Surgeons in Ireland- Xelata Hemşîretî ya Rufayda El-Eslemiya derdikevin pêş. Rufayda, di tiba Îslamê de, bi sûda xwe ya ji bo jinan a di pîşeyê de û sembola hişyariya xizmetên civakî tê bibîranîn.