Li Ranyayê jinên ciwan berhemên xwe nasandin

Li Ranya ji bo jinên ciwan ên destrengîn û xwedî kar mihrîcanek hate li darxistin. Armanca mihrîcanê nasandina berheman û firotina berhemên jinan e.

Ranya – Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperîn a Başûrê Kurdistanê di 11’ê Gulanê de bi armanca nîşandana kêrhatiyên ciwanan û taybet hunera jinan Mihrîcana Ciwanan hate li darxistin.

Di Mihrîcanê de 35 ciwan berhemên xwe nîşan dan. Her wiha ji karê dest bigire heta xwarinên Kurdewarî, tablo, cilûberg û berhemên cuda cuda cih girtin. Armanca mihrîcanê nasandin û firotina berheman e.

‘Mihrîcanên wiha ji bo jinan gelek girîng in’

Firoşgar û xwediya kar Nizar Mihemed wiha got: “Ez wek ciwanekê beşdarî mihrîcanê bûm. Mihrîcanên bi vî awayî ji bo hemû ciwanên wek min xwedî proje gelek baş e. Derfeteke ji bo me ku em bikarin karên xwe bi kesên din bidin nasîn. Çalakiyên bivî awayî ji bo jinan gelek girîng e. Ji ber piranî jin li malên xwe karê dest dikin, tu navendek û cihek ku berhemên xwe lê bidin nasîn tuneye. Bi mihrîcanên bi vî awayî tên li darxistin ji bo nasîna berheman dibe derfetek.”

‘Ji bo jinan derfetek e’

Firoşyar Sakar Teha wiha got: “Ji Qeladizê hatime. Daxwaza min ji jinan ew e ku karên xwe ji malê derxin ji derve. Ez xwarinên Kurdewarî ên wek dolmayên mêwan, tuyê hişk û hwd didim nasîn. Ez bang li jinên ku di malde dixebitin dikim ku wek me derfetek kar ji bo xwe peyda bikin, bên ji derve û berhemên xwe bidin nasîn.”

‘Bila jinên destrengîn berhemên xwe bidin nasîn’

Firoşyar Eyşê Mihemed Emîn jî wiha got: “Ez xelkê Ranya me. Ez rêveberiya jinên destrengîn im. Min derfetê kar ji bo jinên destrengîn ava kiriye û em her hefte mihrîcan û bazaran lidar dixin. Îro jî ji bo rêxistinên ciwanan mihrîcan hatiye lidarxistin. Em beşdar bûn, bi şîrîniyên wek şaneya hingiv, kêk, burek, biryanî, dolme. Peyama min ji bo jinên destrengîn ew e ku bêne ji derve beşdarî bazarên heftane, mihrîcanan bibin. Bila jin berhemên xwe bidin nasîn, karên xwe ne vêşêrin.”