Ji bo jinên Lîbyayî deriyek bi ewle ya hunerê: Destên Jêhatî
Rojnamevana Lîbyayî Moniya bin Ehmed bi însiyatîfa xwe ya "Destên jêhatî" destek û piştevaniya jinên ku bi hunerê re mijûl dibin dike. Moniya dibêje: "Însiyatîf cihek bi ewle û pratîk ji jinan re peyda dike."

MUNA TOKA
Lîbya – Jinên li Lîbyayê bi taybetî piştî şerê navxweyî ya sala 2011’an bi pirsgirêkên cidî yên civakî, siyasî û ewlehiyê re rû bi rû mane. Bêîstîqrariya siyasî û pevçûnên demdirêj ên li welêt rasterast bandor li mafên jinan kiriye. Beşdarbûna jinan di hunerê de pir caran ji hêla nirxên kevneşopî û avahiyên çandî yên muhafezekar ve tê sînordarkirin. Jinan bi înisiyatîfên ku ava dikin hewl didin sînor û astengiyên li pêşiya wan tên danîn hilweşînin.
Rojnamevan Moniya Bin Ehmed yek ji wan jinan e ku deng û piştgiriya jinên ku bi hunerê re mijûl dibe, dike. Moniya bi riya însiyatîfa xwe ya bi navê 'Destên Jêhatî' wek parêzvanek ji bo bihêzkirina jinan û piştgiriya projeyên wan bi awayek profesyonal û azad pêşengî girtiye ser xwe.
Ji bo jinan deriyek bi ewle
Derbarê însiyatîfa "Destên Jêhatî" rojnamevan Moniya Bin Ehmed wiha got: "Min dît ku piraniya jinên beşdarî însiyatîfê bûne karsaziyên xwe ji malê dest pê kirin, lê hewcedariya wan bi navendek an firoşgehek hebû da ku karûbarên xwe berfireh bikin. Xweşikiya çîrokên jinan ew bû ku li ser biryardarî û xwesteka bidestxistina serxwebûna aborî ava bûne. Hin jin bi kêşeyan re dema ku projeyên xwe qed dikrin an pêşkêş dikirin, rûbirû diman, wek şantaj, daxwaza mîqdarên mezin ji pereyan an sozên derewîn. Ji ber vê însiyatîfa min belaş e, da ku bibe deriyek ewle ji bo piştevaniya jinan."
'Hêza îradeyê ji tunebûnê hebûnê diafirîne'
Derbarê çîrokên ku Moniya Bin Ehmed bê bandor bûye wiha got: "Çîroka jinekê ku projeya xwe bi firotina xwarinên kevneşopî li ser firoşgeheke biçûk, ku nirxa wê 100 dînaran derbas nake, dest pê kir û paşê ew veguherî karsaziyek stabîl ku dahatiyek baş çêdikir. Her wiha jinekê ji Trablusê jî zêrfiroşiyê çêdike û li navenda bajarê kevin di nav atolyeyên ku piranî ji hêla mêran ve têne birêvebirin de ev pîşe fêr bûye. Ev çîrok tê wateya ku hêza îradeyê ji tunebûnê hebûnê diafirîne û her çîrokek xwedî peyamek hêvî ji jinan re ye. Ez ê piştgiriyê bidim projeyên jinan li seranserê Lîbyayê. Xewn nayê parçekirin û serkeftina her jinê serkeftina me hemûyan e."
'Em ê piştevaniya jinan ji bo serxwebûnê bikin'
Moniya Bin Ehmed gotinên xwe bi gotina "Tiştê ku min bextewar dike ew e ku dibînim jinek karsaziyek sade ya li malê dest pê dike, xeyal dike ku kafeyek an navendeke mezin a jinan veke. Em li vir in ku ji wan re bêjin "Em bi we re ne, piştgiriyê didin we, dengê didin we û platformek ji bo reklam û piştgiriyê ya belaş peyda dikin" dawî kir.
Însiyatîfa "Destên Jêhatî" cihek ewle û pratîk peyda dike
Di demkê de ku gelek jin ji bêparhiştin an jî nebûna piştgiriyê dikşînin, însiyatîfa "Destên jêhatî" ciheke ewle û pratîk peyda dike serxwebûna jinan ava dike. Her destê jêhatî divê bê dîtin, rêz lê were girtin û piştgiya wê bê kirin.