Bazara jinan a Kabîlê derfeta xebat û debara jiyanê ye
Komek jinên Efganistanî di bin rêveberiya Talîbanê ya ku jinan di gelek waran de asteng dike, bazareke taybet a ku hemû firoşkarên wê jin in ava kirin.
BEHARAN LEHÎB
Kabîl – Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, nehişt ku jinên Efgan, bi taybetî di saziyên giştî û saziyên herêmî û navneteweyî de bixebitin. Di heman demê de nehişt perwerde jî bibînin. Gelek ji wan jinan debara malbatên xwe yên ji şeş an jî deh kesan pêk dihatin dikirin. Beriya Talîbanê jî bi heqdestek kêm bi zorê dikaribûn debara xwe bikirana.
Rêveberiya Talîbanê ya dijminê jinan, her diçe jiyana jinan zortir dike lê zextan, ruhê yekitiî û hevirtinê di navbera jinên Talîbanê de bihêztir kir. Jin di bin rêveberiya zextkar a Talîbanê de bûne yek ji bo ku ji nava civakê dernekevin, li malan bi dizî kursên perwerdeyê dibînin, li cihên girtî û kolanan çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Her wiha hinek jin li Kabîlê û hinek bajarên din, bi derfetên kêm hinek pereyê ku kom kirine, ji bo jinên ku naxebitin an jî dikarin perwerde bibînin derfetên kar ava dikin.
Di vê çarçoveyê de beriya çend mehan, li herêma Deşt-î Bertçî ya Kabîlê, ji bo jinan bazarek taybet hat avakirin. Hemû firoşkarên di vê bazarê de jin in. Di bazarê de bi taybetî ji aliyê jinên Hazarayê yên li herêmên navendî yên Efganistanê dijîn ve cilên kevneşopî tên firotin.
Bazara jinan nîşaneya berxwedanê ye
Ji bo em bazarê bibînin çûn serdena jinan û bi yek ji firoşkaran Seher Kaderî re axivîn. Seher wiha dibêje: "Piştî li lîseyê mezûn bûm, demek dirêj nexebitîm. Bi çend jinên weke min bêkar mabûn re me vê dikanê vekir. Li vê derê em em cilên kevneşopî yên Hazarayê ku bi dest tên çêkirin difroşin. Nêzî du mehan e em dixebitin. Ji derveyî jinên li bazarê, jinên ji cihên din jî tên qumaş ji me digrin û bi destan dixemilînin. Li bazarê tenê jin firotinê dikin û li gorî sparîşan em cilên taybet jî amade dikin."
Em bi Arefe Sûzan a di dikanek din de dixebitin re jî axivîn. Ji ber fikarên ewlehiyê nexwest li pêş kamerayê biaxive lê van agahiyan da me:
‘Me serî netewand’
"Ez di zanîngeheke dewletê ya li Kabîlê de hîndekar bûm. Dema ku zanîngeh hatin girtin, demek dirêj li malê mam. Ez tenê tevli çalakiyên şermezarkirinê dibûm lê bi pirsgirêkên bêkarî û aborî re rûbirû mam. Min nedixwest serî li hemberî zextên Talîbanê bitewînim. Ji ber wê bi çend jinan re me vê bazarê ava kir. Du mehan em li vir dixebitin. Polîsên exlaq ên Talîbanê (Emr-î Bil Maruf) gelek caran hatin bazarê, mudaxeyelê cilên me kirin. Dema ku jinek li gorî daxwazên wan cilan li xwe neke heqaretê lê dikin û hewl didin biçûk bixin lê dema ku me ev bazar vekir, em dizanibûm em ê rastî zext, gef û biçûkxistinê werin. Tevî vê em karê xwe dikin û em ê dest jê bernedin."