Rehend Wişyar a ji Helebce hewl dide zirerên li ser jîngehê kêm bike
Rehend Wişyar a ji Helebceyê ji bo parastina jîngehê alavên ambilon difroşe ku ji garis tê çêkirin û ziyanê nade jîngehê.

RÊJNE SELAM
Helebce – Gelek alav û kelûpelên ku tên bikar anîn zirerê didin jîngehê. Rehend Wişyar a ku çar salan fakulteya endazyariyê temam kiriye, di sala pêşîn de li Helebceyê dest bi anîna alavên ambion ku ji garis tê çêkirin û ziyanê nade jîngehê, ji bo hemû karan tê bi karanîn kiriye.
Rehend Wişyar wiha behsa fikrên karê xwe yê ji bo parastina jîngehê dike: “Piştî em hîn bûn alavên seferî ziyanê didin jîngehê û ji bo tenduristiya mirovan xirab in, ji bo ji vê yekê re çareseriyê bibînim min dest bi lêkolînan kir. Min dît ku alavên ambilon hene, fikirîm ku van alavan bînim, da ku hemwelatî bi dilrehetî bi kar bînin.”
‘Alav ji garis çêdibe û bi tendurist e’
Rehend Wişyar diyar kir ku ev alav ji garis tê çêkirin û ziyanê nade jîngehê, ji bo piraniya karan guncaw e û wiha got: “Ez fikirîm ku van alavan bînim Helebceyê, piştre bi birayê xwe re me anîn. Destpêkê dema ku me berhem anî sênî, kevçik û sêniyên kûr me anî lê belê bi xwe 25 cureyên wê hene û xelk bi dilrehetî dikare bi kar bîne. Ji bo em van lavan binînin me nêrînên xelkê girt. Ji hemû kesan me bersivên erênî girt û niha li vê derê hemû kafeterya û restoran û dezgehên fermî van alavan bi kar tînin. Niha herî zêde daxwaz li ser sifreyan heye, xelkên Helebceyê ji bo ev alav dostên jîngehê ne bi kartînin.”