Li Ehwaz û Îsfahanê qirêjiya hewayê ya tund

Rêveberê Karûbarên Nexweşxaneyan a Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Ehwazê Masib Refîpur, balkişand bandora qirêjiya hewayê ya li ser tenduristiya hemwelatiyan û ragihand ku di 24 seatan de zêdetirê 700 kesan serdana nexweşxaneyan kirine.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Karûbarên Nexweşxaneyan a Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Ehwazê Masib Refîpur, di daxuyaniya xwe ya îro de, ragihand ku li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê di nava rojekî de 700 kesan ji ber ji ber nexweşiyên nefes, dil û pergala helandinê serlêdana nexweşxane û navendên tenduristiyê kirine.

Masib Refîpur, destnîşan kir ku zarok, kal û pîr û nexweşên bi nexweşiyên kronîk komên herî xeternakin ku ji van rewşan bandor dibin. Masib Refî-pur, balkişand li ser bandorên demdirêj ên qirêjiya hewayê û diyar kir ku hişkesaliyê û qirêjiya çavkaniyên avê ya di salên dawî de nexweşiyên helandinê zêde kirine. Masib Refî-pur, destnîşan kir ku pêwîstiya gel heye ku di demên krîtîk de ji hewaya vekirî dûr bisekin û bang li saziyan kir ku bi rêya fêrbûna ji dûr ve û pêkanînên xebatê têkiliyan nêz bikin.

Li Îsfahanê bikaranîna mazotê û zêdebûna qirêjiyê

Rêvebirê Koma Lêkolînê ya Qirêjiya Hewayê ya Zanîngeha Îsfahanê Huseyn Ehmedî-kia, ragihand ku asta dîoksîda sulfur ya li bajêr îsal ji sedî 20 zêde bûye û diyar kir ku sedema sereke li Santrala Termîk a Montazerî bikaranîna mazotê ye.

Têkelbûna sulfur ên mazotê, dibin sedema kuxik, bêhn tengî, qelsbûna pergalên bexşandibûn û di dem dirêj de dibe sedema kêmbûna kapasîteya pişikê. Li gorî daneyan, asta madeyên partîkul ên li Îsfahanê li gorî standardên neteweyî 3 qet û li gorî standardên cîhanî jî 7 qet zêdetir. Di encama hişkesaliyê û çolbûnê de, qada 550 hezar hektar a li derdora bajêr, veguherî navendên çalak ên hilberîna tozê.

Lêkolînên ku li Gola Gavkhuni ya zuwa û Çemê Zayenderud hatine kirin, nîşan didin ku ev toz metalên giran ên wekî arsenîk, fişek, kadmiyûm û cîva dihewîne.

Bandorên li ser tenduristiyê û nebûna pêşîgirtinê

Li gorî daneyên zanistî, rêjeyên mirinê ya ji nexweşiyên pişikê û embolîzma pişikê di rojên germ û hişk de bi rêzê ve ji sedî 27.5 û 26.2 zêde dibin. Daneyên fermî, nîşan didin ku li Îsfahanê mirinên têkildarî qirêjiya hewayê di navbera salên 2018 û 2021’an de du qat zêde bûye.

Pisporên jîngehê, diyar dikirin ku heta niha hikûmetê tedbîrên bibandor negirtiye. Rûxmê Qanûna Hewaya Paqij a di sala 2017’an de hate pejirandin jî, di pêkanînê de kêmasiyek cidî ya çavdêriyê heye. Rûxmê vê yekê jî, santralên termîk şewitandina mazotê didomînin û qeyrana qirêjiyê ya hewayê roj bi roj kûrtir dibe.