Li Lubnanê hawirdorparêzek jin banga parastina xwezayê dike

Rêvebera Komeleya Mertal û Hawirdorê ya Lubnanê Safiye Zaza bal kişand ser hilweşîna derdorê û got ku “Parastina xwezayê, parastina jiyanê bi xwe ye.”

AMAL MUHEMMED

Beyrûd – Tenduristiya mirovan û kalîteya jiyanê her dem bi hawirdorê re girêdayî ye lewre hawirdor tenê çarçoveyeke xwezayî nîne, yek ji hêmanên hevsengiya derûnî û civakî ye jî. Welatê ku berê bi navê “Lubnana hêşîn” tê zanîn, îro ji ber rêjeya qirêjiyê ku her diçe zêde dibe, ji ber kêmbûna qadên hêşîn û qirêjiya avê her diçe hevsengiya wê xirab dibe. Hawirdoreke bi tendurist, bingeha civakek bi tendurist û bi hevseng e lê li Lubnanê krîzên hawirdorî, aborî û siyasî ketine nava hev û ev yek jî li ser mirovan bandorên qat bi qat çêdike.

‘Yên zêde zirarê dibînin jin û zarok in’

Revebera Komeleya Dur û Bîa (Komeleya Mertal û Hawirdorê) Safiye Zaza, destnîşan kir ku qirêjahiya hawirdorê li ser jin, zarok û tenduristiya hemû welatiyan bandorên mezin çêdike û wiha got: “Ji bo parastina hawirdorê divê em pergalên bi bandor çêkin; ev yek divê bi kontrolkirina fabrika, atolye, çewlik û heta nexweşxaneyan destpê bike.”

Safiye Zaza diyar kir ku perwerdeya li ser hawirdorê, li dibistan û malê dest pê dike û wiha domand: “Divê em zarokên xwe fêrî rêzdariya ji bo xwezayê bikin lewre rêzdariya ji bo hawirdorê, rêzdariya mirov a ji bo xwe ye. Ev jî hem tenduristiya me ya fizîkî hem jî ruhî diparêze.”

‘Divê li cihê birandina daran çandina daran hebe’

Safiye Zaza derbarê tecrubeya xwe ya şexsî ya ji bo parastina xwezayê de wiha dibêje: “Beriya şeş mehan, dema diçûm zanîngeha Saint Joseph a li Beyrûdê, min dît ku çend kes hewl didin dareke kevnar bibirin. Min di cih de mudaxele kir û ji kesên li wê derê re got darê biparêzin lewre wê darê hewaya qirêj a wî bajarı paqij dikir. Kesên ku hawirdorê biparêzin, daran nabirin, berovajî wê, daran datînin.”

Beyrûd ji rengê şîn ber bi betonan ve çûye

Welatê ku berê jê re digotin “Lubnana hêşîn”, îro bi binpêkirina daristana Beyrûdê ji “hêşînahiyê ber bi  betonan’ diçe. Safiye Zaza wiha didomîne: “Dûmana ku ji jeneratorên ceryanê û mazota wesayîdan derdikeve, ne tenê jinan bandorê li her kesê dike. Divê di warê rêvebirina enerjiye de her dem pergalên kontrolê hebin, şewitandina pirêzeyan were qedexekirin û pergala veguherînê aktif bibe.”

Ewlehiya av xurek û tenduristiyê sê stûnên bingehîn in

Safiye Zaza diyar dike ku av, bingeha ewlehiya xurek û ewlehiya tenduristiyê ye û wiha didomîne: “Lubnan, bi rûbarên xwe yên weke Lîtanî, xwedî gelek çavkaniyên avê ye lê qirêjiya ji ber senayiyê, gefê li van çavkaniyan dixwe. Xureka baş, bi avdaniya paqij dest pê dike. Dema ku ev qirêjî be, gelek nexweşiyên ku heta penceşêrê diçin bi xwe re tîne.”

Safiye Zaza behsa vîzyona saziyên civaka sivîl jî kir û wiha got: “Em ewlehiya hawirdorê li ser sê hêmanên bingehîn ava dikin: Ewlehiya avê, ya xurekê û ya tenduristiyê. Hemû jî bi avê dest pê dikin. Berfa ku li çiyayên Lubnanê kom dibe, çavkaniyên ava binê erdê xwedî dike û di bihar û payîzê de jiyanê dide. Parastina vê hevsengiyê, parastina jiyanê bi xwe ye.”

Parastina hawirdorê mijareke hiqûqî ye

Safiye Zaza ya ku hiqûqnas û lêkolînera hawirdorê ye, diyar dike ku ji bo zagonên ji bo parastina xwezayê werin derxistin dixebite û wiha dibêje: “Bi riya dozgeriyê min hewl da yekîneyên hawirdorê werin aktîfkirin. Divê em birandina daran û şewitandina daristanan weke sûcê li dijî jiyanê bibînin. Parastina hawirdorê parastina jiyanê ye. Ji ber vê yekê divê çandina daran, ne tenê li Lubnanê li hemû cîhanê esasî be.”

Li Lubnanê xirabûna hawirdorê ne tenê li ser xwezayê, li ser tendirustiya ruhî ya mirovan, ahenga civakî û kalîteya jiyanê jî gefan dixwe. Çareserî; mirovên xwedî hişmendî, pêkanîna zagonên bi bandor û avakirina çandeke ku ji nû ve rêzê ji xwezayê re bigre pêkan e.