Li Koye pêngava darçandin û şînkirinê
Zanîngeha Koye bi sernavê ‘Şitlek biçîne û li gel zanîngeha Koye mezin bibe’ pêngavek darçandin û şînkirina zanîngehê û dostaniya jîngehê da destpêkirin.

ŞIYA KOYE
Koye – Zanîngeha Koye ragihand ku ew piştevaniya qonaxa heftemîn a plana stratejîk a ‘Zanîngeha şîn’ dikin û ji bo xwendekarên sala nû 2025-2026’an dest bi zanîngehê bikin, ji bo parastina jîngehê, bi sernavê ‘Şitlek biçîne û li gel zanîngeha Koye mezin bibe’ pêngava şînkirina zanîngehê dan destpêkirin.
Îsal nêzî hezar xwendekaran xwe li zanîngeha Koye qeyd kir. Di dema qeydkirinê de kodek tê dayîn û li cihê jêr e hatî diyarkirin, her yek li gorî pîvanan şitlek daran ku ji aliyê tîma taybet a zanîngeha Koye ve hatî dayîn, datînin. Ev jî wek hêmanek şînkirin û jînegehparêziyê ye ku hemû kesan teşwîqî şînkirina derdorê dike. Her xwendekarek ku şitlek diçîne, bi vê şitla xwe re wêne dikşîne, jê re dibe bîranîna destpêka zanîngehê. Di heman demê de her yek bi xwe li dara xwe dinhêre wê xwedî dike û ev pêngav ji bo jîngeha tendurist û paqijiya hewayê ye.
‘Parastina jîngehê mijarek girîng e’
Dekana Zanista Mirovî ya Zanîngeha Koye Îlham Mecîd Qadir têkildarî pêngava şînkirinê, kar û çalakiyan ji ajansa me re axivî û wiha got: “Di çarçoveya plana şînkirina zanîngehê û plana stratejîk a zanîngeha me de, zanîngeha Koye, projeyek şînkirinê ji bo xwendkarên qonaxa yemen da destpêkirin. Her xwendekarek wê şitlekê biçîne û her şitlek dê kodek wê hebe, ji bo xwendekar çar salan şitlên xwe mezin bikin û bibe sembolek ji bo zanîngeha şîn. Şînkirin û parastina jîngehê mijarek gelek girîng e. Zanîngeha Koye jî gelek girîngî dide mijarên şînkirin û parastina jîngehê. Ji ber mijara jîngehê gelek girîng e û divê hemû kes girîngî bidinê.”
‘Armanc şînkirina zanîngehê ye’
Îlham Mecîd da zanîn ku armanca wan, jîngehparêzî li zanîngehê bibe çandek û ne şert e xwendekarê şitil diçîne xelkê Koye bin û wiha got: “Em dixwazin her xwendekarek vê çanda çandina daran bibe herêma xwe. Di heman demê de zanîngeha Koye bi xwendekar û karmandên wê hewl didin projeya şînkirinê bikin meriyetê.”
‘Bila hemû kes girîngî bide çandina daran’
Xwendekara pola yekem a Koleja Derûnîzanî ya Zanîngeha Koye Xûzge Zahîr şitlek bi navê dara Xûzge çandiye û wiha dibêje: “Min îro darek çand û min navê xwe dayê. Hêvîdar im ku girîngiyê bidin şînkirina zanîngeha me. Ji ber ku her darek oksîjenê dide 5 kesan û jîngeha me jî paqij dike.”