Gola Urmiyeyê zuha dibe

Aktivîsta hawirdorê Şeyda Kerîmî, têkildarî zuwabûna Gola Urmiyeyê got ku ji ber pergala heyî ji bo başkirina rewşa Gola Urmiyeyê tu tişt nehatiye kirin loma gol ber bi zuyabûnê ve diçe.

SAYE MOHBÎ

Urmiye- Gola Urmiyeyê ku yek ji gola herî mezin a Îranê ye, di van deh salên dawî de bi kêmbûna asta avê her dem diket rojevê û di sala 2025’an de hat îlankirin ku bi temamî zuha bûye. Piştî çar meh li ser belavkirina nûçeyên zuhabûna golê de derbas bûn, di rojên dawî de di medyaya dîjîtal de dîmenên ku îşaret bi zêdebûna asta avê dike hatin parvekirin. Li gorî hinek agahiyên tu tên parvekirin, ji meha Cotmehê ve ango di nava 2,5 mehan de asta avê nêzî 40 santîmetre zêde bûye.

Gol bûye qadek werzî

Van dîmenan her çendî gel kêfxweş kiribe jî gol zuha bûye. Lêkolînên ku hatine kirin, nîşan didin ku bûye qadeke avê ya werzî. Ango bi barana werza zivistanê çend mehan av çêdibe lê bi destpêkirina werza germ re, careke din zuwa dibe.

Rewşa golê kûrbûna krîza avê nîşan dide. Zêdebûna di asta avê de, giranî, bi beşên navend û bakur re, bi taybetî bi pira Tebrîz- Urmiyeyê re sînordar e, beşên rojhilat û başûr, zuwa dibin yan jî nîvî zuha ne. 

Tevî daxwaz û hişyariyên aktivîstên hawirdorê, di salên dawî de hikumet bi riya avakirina hişmendiya berovajîkirina krîzên hawirdorê nêzîkatiyek ewlehiyê nîşan dide. Girîngiya ku divê ji Gola Urmiyeyê re danîn nîşan nade û heta niha der barê parastinê de tu gavên şênber navêtiye.

‘Rewşa golê neguheriye’

Aktivîsta hawirdorê Şeyda Kerîmî, têkildarî zindîkirina golê û gavên hikumetê wiha got: “Gola Urmiyeyê bûye goleke werzî, ji ber polîtîkayên bi salan e didomin, sekinandina projeyên başkirinê, nebûna îradeyek cidî der barê mafê saziya avê de û tunebûna ekosîstemê, encama neyênî bi xwe re tîne. Dem bi dem ji bo rizgarkirina golê, her çendî quralên cuda werin danîn jî ji ber ku pergal heman e, di rewşa golê de guherînek baş çênebûne.” 

Şeyda Kerîmî bal kişand ser kêmaniya baranê û wiha got: “Tevî ku li ser avakirina navenda rizgariyê û balkişandina bi temamî zuhabûna golê re 15 sal derbas bûne jî; operasyona yekem a projeya tovan, îsal di 24’ê Cotmehê de li hewzeya Gola Urmiyeyê pêk hat. Lê belê ev gav û baran bi tena serê xwe ji bo pirsgirêka tunebûna golê nabin çareser.”

Li gorî pisporan, domandina vê rewşê, tê wateya mayîndebûna rewşa werzî ya Gola Urmiyeyê. Ev jî ji bo bi milyonan mirovan, encamên berfireh ên meyînî li ser hawirdor û tenduristiyê dihêle. Di van şertan de ji bo ji nû ve zindîbûna golê, ji her demê zêdetir, pêwistî bi guherîna nêzikatiyên rêveberiyê, pêkanîna hatina ava domdar heye. Divê bi dîtina krîza avhewayê erkdarên dewletê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.