Li Efganistanê zarok ji hewaya qirêj dimirin

Li Efganistanê hewaya qirêj tenê pirsgirêkek hawirdorê nîne; ev krîz her roj bi destpêkirina sermayê re ji bo jinên ducanî û zarokan rewşeke xeter çêdike.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Li Efganistanê hewaya qirêj her sal, di demsala zivistanê de dighîje asteke bi xeter û bajarên mezin ên welat bi rewşeke “bêtendurist” û bi “xeter” re rûbirû dihêle. Ji ber dûmana ji madeyên şewateyê, egzozên wesayîtên kevin û fabrîkayên ku bê filtre dixebitin, li paytext Kabîlê tevahiya mehên zivistanê asîman reş û tarî ye. Li Herat, Mezar-i Şerîf, Celalabad û Qendeharê hewaya qirêj pir zêde ye.

Ên ku ji vê rewşê herî zêde zirarê dibînin, jn û zarok in. Li Efganistanê bi taybetî jinên li malan, saetên dirêj ên rojê di hundir de derbas dikin. Li van malan di sobeyan de bi giştî komir, êzing û şewateyên weke plastîk tên şewitandin. Ji ber vê yekê hewaya qirêj bûye yek ji faktorên herî bi xeter. Li gorî texmînên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, tenê qirêjiya hewaya nava malê li Efganistanê her sal dibe sedema mirina 27 hezar kesan û hejmara herî zêde jî jin û zarok in.

Zarokên 5 salî zêdetir nexweş dikevin

Bi taybetî zarokên ji 5 salî biçûktir ji vê yekê zirarê dibînin. Di hewaya qirêj de kezeba wan a ku hê baş çênebûye, zêdetir zirarê dibîne û bi enfeksiyonên qirik û bêhngirtinê, bêhntengî û zatureyê dikevin. Raporên UNICEF’ê nîşan didin ku di sermaya zivistanê de tenê di mehek de li nexweşxaneyên Efganistanê, ji 160 hezarî zêdetir nexweşên qirêk û bêhngirtinê hatine qeydkirin û ji sedî 60 van nexweşan zarokên ji 5 salî biçûktir in. Ev dane nîşan didin ku di demsala zivistanê de bi hezaran zarok, rasterast ji ber hewaya qirêj bi nexweşiyan dikevin.

Pergala tenduristiyê jî di bin barekî giran de dihêle

Lêkolînên navneteweyî nîşan didin ku bi zarokên li Efganistanê re mirina ji ber enfeksiyonên qirik û bêhngirtinê mirine ji sedî 40 ji ber hewaya qirêj e. Ev jî nîşan dide ku ev zarok li malên ku komira bê qalîte hatiye şewitandin, ji dûmana wesayîtan, fabrîkayên bê filtre û ji xweliya înşaetê ya ku nayê kontrolkirin, mirine. Bi heman rengî jinên ducdanî jî di bin xeterê de ne. Ji ber ku hawaya qirêj dikşînin, bi pirsgirêkên jiberçûna pitikan, zayîna zor re rûbirû dimînin. Her wiha pitikên nû jî ji ber hewayê bi nexweşiyên qirikê û bêhngirtinê dikevin. Pitikên ku li malên ji bo çêkirina xwarinê komir, êzing an jî plastîk tên bikaranîn diwelidin, zêdetir bi nexweşiyên bêhgirtinê dikevin. Ev hemû zirarê tenê nadin tenduristiya malbatan, pergala tenduristiyê ya ku jixwe bi derfetên kêm re têdikoşin jî di bin barekî giran de dihêle.

Kabîl di warê hewayê de bajarê herî qirêj e li cîhanê

Her çiqas qirêjiya hewayê di asta navneteweyî de pirsgirêk be jî; Kabîl di warê hewaya qirêj de li pêş e. Her zivistan cîhazên ku hewaya qirêj a bajar nîşan didin, dighîjin “asteke pir bi xeter” û mirov êdî nikarin bêhnê bistînin. Li Herat û Mezar-i Şerîf jî di salên dawî de hewaya qirêj zêde bûye. Bi taybetî ji ber zêdebûna nifûsê, zêdebûna saziyên senayî yên biçûk û kêmasiyên di rêveberiya bajar de rewş xirabtir dibe.

Qirêjahiya hewayê tenê pirsgirêkeke hawirdorê nîne, di heman demê de krîzeke mirovî ye jî. Jinan li malan, zarokan li nexweşxaneyan bê çare dihêle. Gefê li pêşeroja nivşên pêşerojê dixwe. Heta ku qelîteya şewatan, rêveberiya bajaran, kontrola wesayîtan û zanîna gel çênebe; ev çerx her zivistan dê dubare bigere û bibe sedema mirinan.