Li Lîbya pirsgirêka ava bin erd digihe asta jor

Li Lîbyayê ku di mijara ava bin erd de ne dewlemend e, ava ku bê kontrol tê bikar anîn û bandora ku qirêjiya endustriyel ava kirî, çavkaniyên avê kêm dike. Pispor dibêjin ku divê civak di mijara avê de werin hişyarkirin.

ÎBTÎSAM EXFÎR

Bîngazî – Mezinbûna asta doza endustrîn rê li ber xirabûna hevsengî û hilweşîna sîstema ekolojî vedike. Gelek sedemên qirêjiya çavkaniyên avê hene, lê ya herî giring, bermahiyên endustriyel, kîmyasalan avêtina xwezayê, rewşa jiyana hemû zindiyan dixwe xeteriyek mezin. Li gora lêkolînên hatin kirin Lîbya di nava welatên ku xelaya avê jiyan dike di rêza 15’em de cihê xwe digre. 

Li ser qirêjiya avê xebitîn

Profesora beşa botanîk ya fakulteya zanyarî ya zanîngeha Bîngezî Fayrouz Abdul Qader Al- Araibî diyarkir ku derbarê qirêjiya avê de xebatên wan hene û wiha got: “Hilbijartina xebata lêkolîna qirêjiya avê, di aliyê jiyana mirov, lawir û nebat bi giştî derbarê ekosîstema li ser hawirdor û tendirûstiyê giringiyek mezin hildiigire, ji ber vê yekê min pêwîst dît ku ez vê qadê hilbêjim. Niha ez li nexweşxaneyên Bîngazî dixebitim. Min xebata li ser tesîsên tendirûstiyê hilbijart. Ji ber ev yên herî giring, hesas û tesîsên ku ji qirêjiyê bandor dibin e.”

Fayrouz Abdul Qader Al- Araibî wiha got: “Li gor raporek ku di demek nêz de hatî weşandin, Lîbya di aliyê, serê kesekê xerckirina avê de rojê nêzî 2 hezar 390 lître, di nava welatên din yên cîhanê de di rêza 15’an de cih digre.” Fayrouz Abdul Qader Al- Araibî diyarkir ku ev rêje li gora welatên din di aliyê mezaxtina avê de rastî sê qatê wê tê.

‘Di mijara baş bikar anîna avê de hişmendî nîne’

Fayrouz Abdul Qader Al-Araibî da zanîn ku çavkaniya bingehîn ya Lîbya ji rêjeya ji sedan 80’ê ava bin erd heye û çavkaniyên din yên avê nîne û ev rewş wê di pêşerojê de rê li ber hişkesaliyê veke û wiha dom kir: “Yek ji sedemê bi tirs ya mezaxtinê, di nava gel de hişemndiya tasarûfa avê nîne. Lîbya welatek xwedî qadek kêm ya baranê ye. Lîbya di aliyê çavkaniya avê de ne dewlend e. Çavkaniyên qirêjiyê yên rê li ber çandinî û sanayî vekiri hene. Di qirêjiya çandiniyê de, cotyar bermahiyên ku bi xwe avêtî avê,  di asta zêde de em behsa bi karanîna gubreya kimyasal dikin û dema ev bermahî derket, sedeya oksîjenê kêm dibe û ji ber vê organîzmayên di avê de jiyan dikin ji jiyanê bandor dibin, xwedî bandorek nerêniye. Sanayî xwedî rêjeyek zêdetir ya qirêjiyê ye. Bermahiyên fabrîqa û kanalizasyon civa û weke gule ji derveyî metalên giran bermahiyên petrole digre. Ev qirêjker bandorek mezin li ser tendirûstiya kesên di civakê dike. Ji ber qirêjiya avê, bakteriyên belav dibin bandor li ser tendirûstiya mirovî heye û dema ez analîza vê dikim, enfeksyonên cûda yên rûviyan cûrên bakeriyên cûda rêjeya ji sedan ya qirêjiyê min dît ku gelek mezin e.”

‘Di mijira bikaranîna avê de divê perwerdeyên diyar werin dayîn’

Abdul Qader Al-Araibi anî ziman ku Lîbya yekem welat e ku baca avê bikar nayne, mezaxtina avê bi temamî serbest e û ev jî di mijara baldarbûna mezaxtinê de hişyariyê kêm dike û got: “Ji bo civak mezaxtina avê kêm bikin û ji qirêjiyê bi parêzin divê derbazî perwerdeyan bibin. Divê ji aliyê xwendevanên zanîgehê ve semînerên hişyariyê û komxebat werin li darxistin û balê bikêşin ser vê mijarê.”

Abdul Qader Al-Araibî destnîşan kir ku li Lîbya rêbazên sterilizasyon û palandina pêşketî ya avê nîne û got: “Rêbazên ku niha tê bikarnîn, ‘kolorkirin’ û avên ku bêyî ku were qirêjkirin û minakên ku encamê ava bi tendirûst digre destin. Teknîkên palandina avê ya pêşketî nîne.”