‘Dewleta Tirk û komên çete li Efrînê bi milyonan dar birîn’

Desteya Jîngehê ya Efrîn-Şehba talankirina xweza û çiyayên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk û komên çete yên giredayî wî ji Adara 2018’an heya niha zêdetirî 21 milyon dar birîne.

Şehba- Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, di 18’ê Adara 2018’an heta neha dema Efrîn û gundewarên wê dagirkiri, ji wê rojê heta niha rojane binpêkirina mafan li dijî gel û xwezaya herêmê pêk tînin. Di van demên dawî de çiyayên navçeya Raco ya Efrînê ku bi xwezaya xwe tê nasîn ev zêdeyî dû hefteyan e dişewitînin û xwezayê wê talan dikin.

Desteya Jîngehê Efrîn-Şehba wêrankirina xwezaya Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir, daxuyanî li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîn Şehbayê hate dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa kantona Efrîn-Şehba Şîlan Şêxo ve hat xwendin de bal ser wêrankirina xwezaya herêmên dagirkirî hat kişandin û ev tişt hate gotin: “Bi talankirin û şewitandina bihişta cîhanê, xwezaya Efrînê, daristanên wê, darên wê yên tirî, hejîr, zeytûn û darên wê yên bi bereket, tên xirakirin. Li seranserê herêmê dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wî yên ku jê re dibêjin Artêşa Niştimanî xwezayê talan û wêran dikin. Kiryarên hovane pêk tînin, ji şewitandin bigire heta birîna darên bi berhem, eve hî dibe sedem ku li Efrînê çolbûn bê avakirin."

Ji Adara 2018’an ve zêdetirî 21 milyon dar hatine birîn

Şîlan Şêxo di berdewamiya daxuyaniyê de bilançoya wêrankirina xwezaya Efrînê eşkere kir û wiha dom kir: “Fraksiyonên opozîsyona Sûriyê yên ku Enqere piştgiriya wan dike, ji Adara 2018'an ve zêdetirî nîv milyon darên zeytûnê û zêdetirî 21 milyon darên daristanan birîn. Di nav de 280 hezar darên zeytûnan ku hin ji wan zêdetirî sed salî ne.

Li herêma Efrînê li 114 cihan operasyonên derhiqûqî hatin kirin û zêdetirî hezar şênwar li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi temamî hatin xerakirin. Di çarçoveya birîna neheq a vê dawiyê de, hejmarek ji kesên ku sûcên darbirînê dikin, bi sed hezaran darên zeytûnan birîn. Nêzî heftiyek berî niha, li başûrê bajarokê Qitmê û navçeya Şeran rêjeya birîna daran gihişte ji sedan 50, hemû darên ku hatine birîn ên welatiyên Kurd in.”

Şîlan Şêxo bang li rêxistinên ku bi xwezayê re eleqdar dibin kir ku dawî li binpêkirinên dagirkeiryê bînin û wiha dawî got: “Em wek Desteya Jîngehê li kantona Efrȋn ȗ Şehba bang li tevahiya civaka mirovî û hemû rêxistinên peywendîdar, bi taybetî UNEP û Bernameya Jîngehparêzî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku dawî li van tawan û binpêkirinên li dijî xwezaya Efrînê û herêmên din ên Sûriye tê kirin bînin."