Endezyara ji Xezayê: Şerê li Xezayê qirkirineke xwezayî bi xwe re tîne

Xeza ji ber şer û operasyonên leşkerî rûbirûyî krîzeke jîngehê ya kûr tê. Endezyar Israa Wail Şeblaq bandora şer ya heyî li ser xwezayê nirxand û got ku şer û operasyonên leşkerî bandoreke xirab li jîngeh dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Xeza yek ji herêmên herî bi nakok li cîhanê ye. Di encama van nakokiyan de gelek metirsî li ser jîngeh û hewayê jî çêdibe. Li Xezayê ji ber şer û operasyonên leşkerî yên berdewam rûbirûyî krîzeke jîngehî kûr tê. Endezyar Israa Wail Şeblaq rewşa Xezayê ku aniha bi krîza jingehê re rûbirû ye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ger şerê li Xezayê bi dawî bibe jî berhemên şer ên xwezaya Xezayê qirêj dike salên dirêj jî bandora xwe bike.

‘Îsraîlê piraniya şînatiyê rûxandiye û çandinî wêran kiriye’

Endezyar Israa Wail Şeblaq bandora şer ya li ser jîngehê axivî û got: "Operasyonên leşkerî û bikaranîna çekên giran bi xwe xirabûna ekolojiyê û zêdebûna gemarê anî. Nepaqijiya hewayê bandorê li tenduristiya mirovan dike. Dibe ku piştî şer bisekine jî demek dirêj dewam bike. Her wiha guleyên neteqandî jî dê bandorê li tenduristiya jin û zarokan bike. Operasyonên leşkerî axê gemar dikin ji ber artêşa Îsraîlê piraniya şînatiyê rûxandiye û çandinî wêran kiriye. Zêdeyî van tiştan binesaziya bingehîn û sîstemên avê, her wiha torên kenalîzasyonan, ava baranê, ava bin erdê û her tiştê girêdayî paqijiya kanalîzasyonan xirabûye. Ev jî gefê li ewlehiya avê dixwe. Bi van re stasyonên sazkirina ava kanalîzasyonan hemû hatin girtin û bûn sedema gemarbûna berav û avên beravan.”

Israa Wail Şeblaq got ku bi sedhezaran çop bi rengekî belavbûyî li herêmên tijî sivîl an jî nêzî wan hene bi taybet li dora kamp û navendên stargehan kom bûne. Ev jî xeteriyên jîngehî û tenduristî bi xwe re tîne.

‘Îsraîlê Xezayê ji gelek berhemên xwezayî mehrûn kir’

Israa Wail Şeblaq wiha behsa madeyên kîmyewî kir: "Operasyonên leşkerî madeya kerbonê gelekî zêde kir ji ber bikaranîna çekan bi vî rengî bandorê li berhemdayîna sotemeniyê dike û dibe sedema derketina gelek xazên bi zirar û yên binerd. Îsraîlê bi van êrîş û binpêkirinan hemû sînorên jîngehî derbas kirin û Xezayê ji gelek berhemên xwezayî mehrûn kir. Ji ber xaza çêkirina xwarinê tune ye xelk neçar in çopê û daran bişewitînin. Ev jî krîza ekolojiyê hîn kûrtir dike. Israîlê hevsengiya jîngehê li ser asta cîh’anî xirab kiriye.”

‘Jinûve avakirina sektora jîngehê li Xezayê kedek mezin dixwaze’

Israa Wail Şeblaq li aliyekî din hişyarî da ku rêxistinên navneteweyî û dewletên cîhanê dikarin piştgiriya madî teknîkî ji projeyên jîngehê re pêşkêş bikin her wiha dikarin zexta siyasî bikin ji bo ku operasyonên leşkerî bidawî bibin û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Jinûve avakirina sektora jîngehê li Xezayê kedek mezin dixwaze. Çareseriya rûbirûbûyînên jîngehî yên yekser û neyekser li Xezayê tiştekî sereke ji bo tenduristiya gelê wê ye û divê bikeve plana sazkirinê de.

‘Sîstema aboriya kesk derketina gazan û gemarê kêm dike’

Israa Wail Şeblaq  derbarê sîstema aboriya kesk de got ku ew sîstemeke aborî ye û armanc dike xeteriyên jîngehê sînordar bike û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev sîstem derketina gazan û gemarê kêm dike her wiha dibe ku karibe gazên germ û gemara jîngehê û kerbonan kêm bike.”

Israa Wail Şeblaq diyar kir ku ew civîn û werşeyên hişyariyê û çandî der barê girîngiya berdewamkirina avê dide her wiha çawaniya parastin û xweparastina ji nexweşiyên bi riya avê çêdibin jî dide û wiha bi dawî kir: “Divê yekser çareserî ji  krîza jîngehê ya Xezayê were dîtin ji ber şer û operasyonên leşkerî bandoreke xirab li jîngeh û rewşa hewayê dike.”