Li Amedê komxebata ekolojiyê hate li darxistin

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di “Komxebata Bajarê Ekolojîk” de axivî bal kişand ser qirkirina ekolojîk.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Ekolojiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Komxebata Bajarê Ekolojîk” li dar xist. Li gel ekolojîstan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevlî komxebatê  bûn. Bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka êzidî, deqeyek rêz hate girtin.

‘Qirkirina ekolojîk tê kirin’

 Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di komxebatê de axivî û got ku li Kurdistanê qirkirina ekolojîk tê kirin û wiha got: “Pirsgirêka ekoloji pirsgirêka seranserî cîhanê ye. Derdê me ew e ku bi mirovan re, bi xak, mêş û mor, bi hewa û her tiştî bi hev re bifikirin û jinûve ava bikin. Bi taybet jî di nava 10 salên dawî de li bajarên me qirkirineke ekolojiyê ya mezin tê kirin. Me paradîgmaya azadîxwaziya jinê û ekolojîk tenê di çareserkirina pirsgirêka kurd de dernexistiye holê. Em dibêjin ku bi vê paradîgmayê dikare cîhaneke nû were avakirin. Xebatên me dê ji bo cîhanê bibin mînak.”

Piştî axaftina destpêkê, komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.