Bendava li ser Rûbarê Botanê qada jiyanê tune dike

Bendava HES'ê ya Çetîn ku di sala 2020'an de li Berwariya Sêrtê li ser Rûbarê Botanê hat çêkirin, li gelek gundan zirarê da xwezayê û qadên jiyanê. Kêmbûn û zêdebûna avê li gund dibe sedema hezazê û ji ber rewşa heyî gel neçarî koçberiyê dimîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt- Bendava HES'ê ya Çetîn ku di sala 2020'an de li Sertê ji aliyê Limak Holdingê ve li ser Rûbarê Botanê hat çêkirin, li gelek gundên girêdayî navçeya Berwariyê bû sedema zirarên madî. Gundên li qada nêzî bendavê, ji ber bilindûn û daketina avê zirarê dîtin. Li gundên ku axa bexçeyan dişemite, dîwarên xaniyan diderîzin û hildiweşin, gel ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe têdikoşe.

Di dîwarên xaniyan de terkên kûr çêbûn

Bendava ku di sala 2020'an de hat çêkirin, gelek gund û qadên çandiniyê jî di bin avê de hişt. Ji ber bendavê qad tên gelemperîkirin, xaniyên ku dîwarên wan terikîn an jî erda wan şemîtî, hatin valakirin. Şêniyên gund tevî terkên sivik ên di xaniyan de pêk hatine jî ji xaniyên xwe dernakevin. Şêniyên gundê Xinûkê diyar dikin ku naxwazin gundê xwe biterikînin, xwestin xaniyên wan bên çêkirin û zirarên madî bên dayîn.

Neçar ma ji xaniyê xwe derbikeve

Hatun Akay diyar kir ji ber bendavê di xaniyê wê de qul û terkên mezin çêbûne, neçar maye ji xaniyê xwe derbikeve, da zanîn ku ji ber tirsê nikarin bikevin hundirê mala xwe. Hatun Akay diyar kir neçar maye eşyayên xwe kom bike û biçe mala cîrana xwe, wiha axivî: “Em li malê bûn, her ku ava bendavê hat berdan, xaniyê me hilweşiya. Ev xanî kevn e lê bendav nêzî pênc sal in heye. Beriya bendavê xaniyê me zirar nedidît. Ne tenê xaniyê min, gelek xaniyên din bi vî awayî zirar dîtine. Divê yan ev bendav bê sekinandin an jî çareyek ji mexdûriyeta me re bibînin. Emê bi vî awayî çawa bijîn. Em nikarin ji tirsê razên. Ger hilweşe, em ê çi bikin. Ez mala xwe dixwazim. Em naxwazin gundê xwe  biterikînin. Ev der gundê me ye, ma em ê herin ku derê. Ne tenê xaniyê me, zeviyên me jî zirar dîtin. hemû darên me an şemitîn an jî êş li wan ket. Ev bendav ji bilî zirarê, tu tiştekî din nade.”

'Ne mal ne jî bexçeyên me man’

Gundiyek din a bi navê Xalya Akay a mala wê zirar dît jî der barê mijarê de wiha axivî: “Em li vir pir mexdûr in. Xaniyên me derizîn. Zarokên me ji tirsê nikarin li mala xwe bimînin. Xaniyên me hilweşiyan, bexçeyên me neman. Ji bilî çûyînê, tu riyeke din nehiştin. Em naxwazin gundê xwe biterikînin lê em nizanin çi bikin. Tu çareseriyek nayê dîtin. Vê bendavê hemû tiştê me bi xwe re bir. Ji bexçeyên me tu fêkî û sebze çênabin. Ji bo em li vê derê jiyana xwe bidomînîn divê alîkariya me bikin.”

‘Qada jiyanê nema’

Yek ji şêniyên gund Cevahîr Solmaz jî têkildarî mijarê wiha got: “Ev bendav gelekî zirar dide me. Di destên me de tu tiştek nema. Em nizanin çi bikin. Bila xaniyên me ji nû ve ava bikin. Em tenê mafên xwe dixwazin. Xanî û bexçe nebin, em ê çawa bijîn. Bila vê kareseta heyî rawestînin.”