Komeleya Jinên Çolwar a Mîlyon li dijî talana xwezayê têdikoşe

Endama Komeleya Jinên Çolwar ya Mîlyon Laila Cendubî, diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên jîngehê yên li Tûnisê qirêjiya deryayê û birîna daran e û diyar kir ku bi têkoşîna jinan re wan gelek projeyên rantê dane sekinandin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Pirsgirêkên jîngehê yên wekî germbûna gerdûnî, qirêjiya jîngehê û polîtîkayên şer ên zêde, qadên daristanê yên ku ji bo rantê têne bikar anîn û guherînên avhewayê ber bi asteke ku nayê vegerandin. Weke gelekî welatî li Tûnisê aktîvîstên jîngehê û rêxistinên civaka sîvîl li dijî qirêjahiya jingehê têdikoşin. Yek ji wan rêxistênên civaka sîvîl Komeleya Jinên Çolwar a Mîlyon e. Civakên çokwar, bi cotyariyê tê avakirin.

Jinên Tûnisî yên li çolwaran dijîn û bi pirsgirêkên bingehîn ên wekî qirêjiya deryayan, wêrankirina daristanan, vekirina qadên çandiniyê ji bo bicihbûn û çêkirina rêyan re rû bi rû dimînin, her wiha bi gelek pirsgirêkên weke koçberî, xizanî û şîdetê re rû bi rû dimînin. Parêzera mafên mirovan û endama Komeleya Jinên Çolwar a Mîlyon Laila Cendubî ku li herêmên çolwar yên Tûnisê dixebite, diyar kir ku qirêjiya deryayê yek ji pirsgirêkên sereke yên jîngehê yên Tûnisê ye û xebatên xwe vegot.

'Ji guherîna avhewayê herî zêde herêmên çolwar bandor dibin’

Laila Cendubî da xuyakirin ku jin herî zêde ji wêrankirina xwezayê ya ji ber qirêjiya hawirdorê, germahiya global û guhertinên avhewayê bandor dibin û got: "Em bi jin û cotkarên li gundan bi taybet li Tûnisê dijîn mil bi mil têkoşînê dimeşînin. Koma ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibe yên li gundan dijîn û kesên bi çandiniyê re eleqedar in.” Laila Cendubî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku hîn şîrket li Radesê ku yek ji taxên başûrê paytextê ye, ji bo ku rê û wargehên nû çêbikin xwestin daristan bên tunekirin, lê wan bi têkoşînê rê nedan vê hilweşandinê.

Xebatên destpêkê li dijî qirkirina daristanan û qirêjiya deryayan

Laila Cendubi diyar kir ku dema hikûmet li başûrê paytaxtê ji bo qada rantê vebike biryara birîna gelek darên li daristanan girtiye ew weke komale ji bo Daristana Ben Arous 4 hezar dar li gel belav kiriye û li hemberî qirkirinê bertekên xwe nîşan dane. Laila Cendubi wiha domand: “Wezareta Derdor û Şarederiya Ben Arous, da zanîn ku ji 2010’an ve pirsgirêka herî giring ku li rastî hev hatîn qirêjiya deryeyê ye, ji bo başiya qadê soz da me ku parka bajarbuyinê avabike. Piraniya ava ku ji ber mayî diherikin darya yê.”  

Laila Cendubi anî ser ziman ku ji bo ku derya û plaj bên paqijkirin wekî komalê zextê li Wezareta Tenduristiyê ya Tunusê dikin û got: “Em hîna ji bo ku wekheviya avhewayê pêkbînin em tekoşîn didin û em li başurê berbajarê ku gelek pirsgirêk lê hene dixebitin. Ji bo ku derya bên paqijkirin em hevdîtin bi deryavanan re dikin.”