civak/jiyan

  • Jin ji bo her pirsgirêkê di nava lêgerîna çareseriyê de ne 

    Zekiya Dahir a 60 salî hebûna denê avê di mala wê de bi wate ye û ji bo çareseriya pirsgirêka kehrebê wekî amûrekî alternatîf ji bo ava cemidî bi kar tîne.

  • ÎSÎG: Di navbera 18 mehan de hezar û 209 karkeran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane 

    Li gorî rapora ÎSÎG di navbera 11’ê Adara 2020’an û 20’ê Îlona 2021’an de amadekirine di nava 18 mehan de hezar û 209 karkeran ji ber vîrosa coronayê jiyana xwe ji dest dane.

  • Girtiyên Serêkaniyê tiştên ku jiyane û veşartî mane eşkere kirin 

    Piştî ku bajarê Serêkaniyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat dagirkirin; jiyan bû dojeh. Bi taybetî ji bo jinên li wî bajarî yên ku bi çandên dewlemend re jiyana xwe didomandin. Hinek ji wan di bendên kontrolê de hinek ji wan jî ji bo pirsgirêkên xwe biaxivin çûn cihên têkildar lê ketin kemînê û bi mehan di zindanan de bi her cure xirabiyê re rûbirû man.

  • "Em ê rê nedin dagirker li ser axa me armancên xwe pêk bînin" 

    Dayikên kaçberên Efrînê bertekên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin: "Kes nikare coş û îradeya gelê Kurd bişkîne. Heya em sax bin em serî ji dagirkeran re natewînin."

  • “Hîna nêrînên wi yên dawiyê li ber çavê min e” 

    ÎHD a Amedê û Xizmê Windayan aqubeta Vasif Ozturk ê 1'ê Hezîrana 1994'an li Pasûra Amedê hat windakirin pirsîn.

  • Dayikên Şemiyê: Bi 12’ê Îlonê re nehatin ru hev û hesab nedan 

    keça Nîhat Aydogan ê sala 1994’an li Midyada Mêrdînê dibin çavan de hatî windakirin Nejbîr Aydogan diyar kir ku 12’ê Îlona 1980’an bûyer pelek dîrokê yê şerma mirovahiyê û got: “Tevî ku di ser darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re 41 sal derbas bûne jî, sûcên li dijî mirovahiyê yên di vê pêvajoyê de hatin kirin, rûbirû nebûn û nehatine zelalkirin û hesab nehat dayîn.”

  • “Ez tenê li gundê xwe bêhnê distînim” 

    Menfîa Çelîk a piştî bavê wê hat qetilkirin, di salên 90'î de gundê wê hat şewitandin û koçber bû, serpêhatiyên xwe mîna duh tîne bîra xwe. Menfîa Çelîk dibêje ku dewletê ji wê bav, bîranîn û zarokatiya wê stendiye ji ber wê tenê li gundê xwe yê ku salê carekê diçe û tê li ser keviran rûdine û nefesê digre.

  • "Em li peravên çemê Firatê dijîn, dîsa jî em astengiyan dijîn" 

    Jinên ji gundewarên li peravê çemê Firatê behsa bandora qutbûna ava çem li ser jiyana wan kirin û gotin: "Malên me li peravên çem in lê ev demeke dirêj e ku asta avê gelek kêm bûye. Ev yek jî ziyanê li xweza, lawir û mirovan dike. Tevî van astengiyan em ax û gundên xwe bernadin."

  • Krîza aborî êşa kesên astengdar li Lubnanê girantir dike 

    Koordînatora Bernameya Alîkariyê û Nivîsgeha Kar a Federasyona Astengdarên Bedenî ya Lubnanê, Nada Ozair, ji ajansa me re diyar kir ku rastiya kesên astengdar pir xirab e. Ji sedî 15 ji nifûsa Lubnanê pêk tên. Rêjeya kesên ku heya Adara 2021’ê qerta astengdariyê girtine 120 hezar kes e, di heman demê de hejmara kesên astengdar li Lubnanê bi qasî 400 hezarî tê texmînkirin.

  • Hejmarek zêde ji jinên Xezayê derziya koronayê li xwe dan e 

    Bi belavbûna vîrusa kovîd 19 re Wezareta Tenduristiyê li Filistînê rojane hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîşt bi hezaran. Bi zêdebûna belavbûna vîrusê re hejmara miriyan jî zêde bû, vê yekê wisa kir ku hemwelatiyên Xezayê di nava tirs û xofê de bijîn. Jin ji bo tedbîrên xwe bigrin berê xwe didin cihên derzîlêdanê.

  • “Ji derveyî Şengalê tu war û kesek min tune ye” 

    Dayê Gewrê Silêman a ku 7 sal li wargehên Başûrê Kurdistanê ma; ji ber ku êdî nikaribû hesreta axa xwe rabigire, vegeriya Şengalê. Dayê Gewrê çû meclisa gel û got; "Ji Şengalê pê ve cihê ku ez biçimê tune ye û ji bilî wê derê tu kes û tiştek min tune ye."

  • Li Idlibê pêleke nû ya koronayê heye lê tedbîrên pêşîlêgirtinê tune ne 

    Li herêmên Idlibê pêleke nû ya vîrusa koronayê belav bûye lê belê ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê tu tedbîr nayê girtin. Mirovên li wan deran ji ber karên xwe mecbûr in herin cihên qerebalix, ev yek jî wisa dike ku rêjeya pêketiyên vîrusa koronayê zêde bibe.

  • Li Başûrê Kurdistanê zehmetiyên jinên ajokar 

    Jinên ajokar çiqasî li gorî rêgezên alokariyê tevdigerin jî rastî gotinên zayendperest ên ajokarên mêr tên, ji ber wê jî nikarin bi rehetî ajokariyê bikin.

  • Andy Al-Salahî: Bajarê me di navbera du şeran de maye 

    Parêzgeha Abyan ku bi salan bû qada şer, ên ku herî zêde ji vî şerî bi bandor bûn jin û zarok bûn. Andy Al-Salahî da diyarkirin ku bajarê Abyanê têra xwe dewlemend e lê tenê hewceya wan bi aramî û ewlehiyê heye.

  • Li Idlibê xizanî, nebûna xizmetên tendirustiyê û bihabûna dermanan êşê zêde dike 

    Nexweşiyên iltîhaba rovî û nexwarinê li Idlibê pir belav bûne, nemaze li wargehên kampên ne fermî û ne organîze ku hewcedariyên herî bingehîn ên jiyanê lê tune ne. Ev hemû jî ji ber xirabiya rastiya tenduristiyê ya ku ji ber kêmbûna personelên bijîşk, pispor û kêmbûna derman û bihayên wê ye.

  • Di 8 mehan de li Tirkiyê hezar û 494 cînayetên kar çêbûne 

    ÎSÎG rapora cînayetên kar a meha tebaxê amade kir. Li gorî raporê 7 jin û 11 zarok jî di navê de 174 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di 8 mehên despêka salê de jî bi giştî hezar 494 karkeran jiyana xwe ji dest daye.

  • Di saziyên taybet de jin tên îstîsmarkirin 

    Ji ber rewşa aborî ya xirab wekî gelek welatan li Bexdayê jî jin ji bo kar bibînin neçar in tehemulî helwestên neyînî bikin. Rojnameger Sally Khalil der barê îstîsmarkirina jinan û tengezariyên ku di kar de kê rast tên de dibêje: "Gelek rewşên îstîsmarê hene, bi taybetî dema ku jin lawaz be û dengê xwe neke û hewceyî kar be rastî vê yekê tê.”

  • Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn 

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.

  • Serêkaniyê ji bo jinan veguheriye dojehê! 

    Jina bi nave M.C. diyar kir ku piştî 9’ê Cotmeha 2019’an jiyan li wan bûye xewnereşk û dibêje: “Ez êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Çete li ber çavên min diziya mala min û cîranên min dikin. Vîna jinan binpê dikin, jin êdî nikarin ji bo pêdiviyên xwe bi rehetî derkevin derve.

  • Di nava qeyîrana aboriya Lubanê de zoriyên jinên koçber 

    Jinên ji ber rewşa aloziya Sûriyê berê xwe dane koçberiyê û li Lubnanê jî bi koçberî û qeyîrana aqboriyê re têkoşînê dikin û hewil didin nanê rojê yê zarokên xwe peyîdabikin diyar kirin ku ji ber qeyîrana aborî ew di peyîdakirina nanê rojê de zoriyê dibînin.