Jinên koçber ên Efrînê: Tu pêkanîna vegera bi ewle nîn e
Bi hezaran malbatên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûda bajarê Helebê yê Sûriyeyê jiyana koçberiyê dijîn, li benda pêkanîna peymana vegera bi ewlene.
SERÎN MIHEMED
Heleb – Tevî peymana vegera bi ewle ji bo kesên ji herêmên ku beriya salan ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine dagirkirin koç kirin, di pêkanînê de hê gavek şênber nehatiye avêtin û yên ku vedigerin jî rastî gelek binpêkirinan tên.
Peymana di 10’ê Adara îsal de di navbera serokên hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şara, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî de hat îmzakirin, dihat pêşbînîkirin ku hemû koçberên Sûriyeyê bi awayekî bi ewle vegerin gund û bajarokên xwe û ji aliyê hikumeta Sûriyeyê ve parastina pêwist were pêkanîn.
Heta kengê?
Ji bihara 2018’an ve, Tirkiye û çeteyên bi pere yên girêdayî wan, Efrîn dagir kirine, hê ji ewlehiyê bêpar in. Çete red dikin ku milkan bidin xwediyên wan, Sabah Halîl ku du caran neçar maye koç bike, niha li taxa Eşrefiye dijî û wiha got: “Hemû kesên Efrînê dixwazin bi awayekî bi ewle vegerin xak, mal, milk, mîras û jiyana xwe. Lê belê binpêkirinên li dijî gelê me û yên dizivirin didomin. Sivîl tên kuştin, erazî, mal û dikan tên talankirin.”
Sabah Halîl vê pirsê dike: “Peymanek ku pêşbînî dikir çete ji Efrînê derbikevin hebû lê belê hê derneketine. Çima û heta kenê dê wisa bidome? Ev der xaka me ye, ma ne mala me ye? Çima dernakevin?” Ev pirs, dengê hevpar ê koçberên din ên ji jiyana kon bêzar bûne û li aramiya mala xwe digerin in. Sabah Halîl wiha got: “Em du caran ji cihên xwe bûn. Ya yekem di 2018’an de bû, dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi pere ku navê ‘artêşa milî’ lê kiribûn gundên Efrînê dagir kirin, ya duyem jî di sala 2024’an de piştî ku rejîma Baas hilweşiya komên dagirker ên Tirk, êrîşî herêma Şehbayê kirin, Efrînî ji wê derî ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çûn.”
Sabah Halîl ku ji ber şer westiyaye hê ji aramiyê bêpar e, da zanîn ku Kurd tên hedefgirtin û wiha got: “Rêberê me Abdullah Ocalan, ji bo azadiya gelê Kurd, dengê xwe bilind kir, me teşwîqî xwedîderketina li zimanê xwe yê dayîkê kir. Dewleta Tirk ji bo tunekirina doza Kurd wî avêtin girtîgeha Îmraliyê.”
‘Em ê tu caran dest ji xaka xwe bernedin’

Sabah Halîl diyar kir ku tevî van êşan hêviya xwe winda nekiriye û got: “Êş çiqas bidome jî hêvî her dem wê li gel îrade û kedê be. Bila çeteyên ku Efrîn dagir kirine bizanibin, em ê tu carî dest ji xak û milkên xwe bernedin. Ji zarokên 7 salî heta 70 salî em ê hemû ji bo vegera Efrînê têbikoşin.”
‘Darên zeytûnan dibirin’
Jina ciwan a bi navê Hêvî Mihemedî wiha got: “Li bajar û derdora wê gelek binpêkirin tên jiyîn, kuştin, revandin, dizî heta ziyandayîna xwezayê û texrîbat. Çete ji bo cezakirina gel darên zeytûnan ên sedsalî dibirin.”

Hêvî Mihemedî da zanîn ku çeteyên li bajar behsa azadiya Îslamê dikin lê belê nêzîkatiyên wan berovajî ne û wiha got: “Wan niha mal û xaka me yên li Efrînê dagir kirine, naxwazin bidin. Çeteyên li Efrînê êrîş û binpêkirinên xwe li dijî Kurdan didomînin. Ev zilm û bêmafiya herî mezin e.”