Ji Heyva Sor a Kurd ji bo nexweşxaneyan banga lezgîn
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Abdullah diyar kir ku tiştên li taxên Helebê hatin jiyîn û hedefgirtina nexweşxaneyan, sûcên dijî mirovatiyê ye û banga lezgîn li saziyên navnetewî kir.
ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Di encama êrîşên çeteyên cîhadîst ên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) ku ji deweta Tirk destek digrin de, nexweşxaneyên li taxên Kurdan ên bajarê Helebê, êdî nikarin xizmetê bidin. Bi hezaran sivîlên bi ku piranî ji zarok, jin û extiyaran pêk tê, ji lênêrîna tibî û her cûrê mudaxeleya mirovî bê par hatin hiştin û bi mirinê re rûbirû mane.
Rewşa mirovî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku di bin dorpêçek dijwar û êrîşên bê navber de ye, gihîşt asta felaketê. Êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê, qutbûna ceyranê, astengkirina xebata jeneratoran, li gel hedefgirtina nexweşxane û xalên tenduristiyê pêk hatin. Ev jî bi temamî rê li ber felcbûna qada tenduristiyê vekir. Hevseroka Heyva Sor a Kurd a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Abdullah diyar kir ku tiştên hatiye jiyîn, sûcên dijî mirovatiyê ne û binpêkirina aşkera ya rêgezên hiqûqa mirovî ya navnetewî ye.
‘Beriya êrîşan ji ber dorpêçê derman nemabûn’
Hediye Abdullah têkildarî derfetên tibî û lojîstîk ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wiha got: “Beriya êrîşan ji ber dorpêça ku bi mehan dom dikir, li navendên Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneyan, kêmaniyên cidî yên derman dihat jiyîn. Ast û dijwariya êrîşan hemû texmîn derbas kir. Bi taybet rasterast hedefgirtina nexweşxaneyan û bi temamî qutkirina ceyrana herêmê, hema bêje bi temamî xebata tesîsên tibî sekinand. Li gel astengkirina xebana jeneratoran, nexweşxane ji xizmetê derketin. Ev rewş bû sedem ku nexweş ji xizmetên asan ên tenduristiyê bê par man.”
Hediye Abdullah da zanîn ku rewşa mirovî ya li herdu taxan, gihîştiye asta felaketê û wiha domand: “Zarok, jin û extiyar, ji ber kêmbûna xwarin, nebûna dermanan, nebûna mudaxeleyên acîl ên tibî û giranbûna rewşa birîndaran û nebûna malzemeyên tibî êşek piralî jiyan kirin.”
Sehneyên trajîk û binpêkirinên giran
Hediye Abdullah diyar kir ku ev êrîş asta şer derbas kiriye, sûcê mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Ev binpêkirinên giran ên rêgezên hiqûqa mirovî ya navnetewî ya parastina saziyên tenduriysiyê û bi taybetî jî sivîlan e. Bê ceza hiştina van binpêkirinan, wê rê li ber windabûna baweriya bi pergala navnetewî ya mirovî ku erkê wan e ku di dema şer de parastina sivîlan bike veke.”
‘Parastina jiyana mirovan mafek bingehîn e’
Hediye Abdullah destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd tenê banga mirovatiyê kiriye û bi bîr xist ku li ku dibe bila bibe, di rewşa xeter û birîndarbûna sivîlan de mafê wan ê xwegihandina lênêrîna tibî û xizmetên mirovî yên bingehîn heye. Hediye Abdullah destnîşan kir ku sahneyên trajîk ên li taxan hatin jiyîn, dimenên ku tu mirovatî nedikarî xwe li ber bigrin bûye û wiha got: “Parastina jiyana mirovan mafek bingehîn e û divê nebin hesabê siyasî û leşkerî.”
Hediye Abdullah anî ziman ku Heyva Sor a Kurd ji dema di 2019’an de ava bûye heta niha, di şertên şer û aştiyê de erkên xwe yên mirovî domandiye. Hediye destnîşan kir ku ji bo bi hezaran nexweş û birîndarên ku ji etnîkên cûda û nêrînên cûda ne, di çarçoveya rêgezên mirovî, serbixwe û bê alî de bêyî cûdahî xizmetên tibî û mirovî pêşkêş kiriye.
‘Divê civaka navnetewî li dijî binpêkirinan xwedî helwest bin’
Hediye Abdullah di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetewî, hemû rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku li beramberî binpêkirinên li dijî sivîlan bêdeng nemînin û wiha got: “Divê encam bên belgekirin, berpirs hesab bidin, rastî bi awayek şefaf bi raya giştî re bê parvekirin û ji bo rizgarkirina jiyana birîndaran divê demildest hemû bi hevre bikevin nava liv û tevgerê. Di heman demê de parastina edalet û rûmeta mirovan nirxek jêneveger e.”
Di heman demê de hate diyarkirin ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, kesên ku di dema berxwedana bê hempa de birîndar bûn, ji bo werin tedawîkirin sewqî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin. Bi hezaran kesên ji beşên civakê yên cûda, birîndar pêşwazî kirin. Di nava gel de rihê piştevaniyê carek din derket holê.