Li Helebceyê bêhna qehweya kezwanan bilind dibe
Du jinên Helebceyê bi hev re qehwexaneyek biçûk ji bo çêkirina qehweya kezwanan vekirine û dixwazin ev yek bibe çand li Helebçeyê û dibêjin: “Parastina çanda Kurdî erka me ya sereke ye.”
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Li Taxa Mordane ya Helebçeyê du jinan qehwexaneyek biçûk a qehweya kezwanê vekirine. Rojane vê qehweya taybet bi destên xwe çêdikin. Taybetmendiyên qehweyê xwezayîbûna wê ye û yek ji berhemên çiyayên Kurdistanê ye.
‘Me xwest berhemên me xwemalî bin’
Rêjwan Diyarî der barê fikra avakirina vê qehwexaneyê de wiha got: “Min zanîngeh xilas kiriye lê tayîna min çênebû, ev ezmûna min a yekem a xebatê ye û min berê qet kar nekiriye. Fikra vî karî bi min û mamoste Kelsum re çêbû, me bi hev re biryar da em kargehek ku berhemên Kurdewar û xwezayî em bi kar bînin. Me jî dest bi çêkirina qehweya kezwanan kir. Qehweya me xwezayî ye û ev salek e em vî karî dikin. Destpêkê me bi awayê onlîne danûstandina qehweya kezwanan hebûn. Ji bo wê jî niha me bi xwe qehwexaneya kezwanan vekiriye û em qehweyê çêdikin, hem paket dikin û difroşin. Em qehweyê pêşkêşî muşteriyên ku tên vê derê dikin. Rojane gelek kes ji bo vexwarina qehweya kezwanan tên serdana me.”
Rêjwan Diyarî û mamoste Kelsum diyar dikin ku wan ji bo parastina çanda Kurdî, dest bi çêkirina qehweya kezwanan kirine û vê qehweyê bi awayekî resen di hawinê de dikutin wisa amade dikin. Kezwanên ji bo qehweyê bi baldarî hildibijêrin û karê xwe bi baldarî dikin.
‘Kezwanên me yên çiyayên Kurdistanê ne’
Rêjwan Diyarî wiha got: “Ev kezwanên ku em dikin qehwe yên çiyayên Kurdistanê ne, armanca me ew e ku berhemên me Kurdewarî bin, karê ku em dikin ne tenê ji bo bazirganiyê ye. Em hewl didin di bazara kar de girîngî bidin rola jinan û nîşan bidin ku jin dikarin di her warî de bi ser bikevin. Ji bo min derfetên kar ava bûne, armanca min ew e di pêşerojê de ciwanan teşwîqî vî karî bikim.”
Dîroka qehweya kezwanan
Di navbera salên 1850 û 1930’an de, kezwan ji darên kezwanan ên li deverên çiyayî yên bajarên bakurê Kurdistanê, Semsûr, Amed, Êlih û Mêrdînê dihatin komkirin. Ji bo Fransayê dihatin hinardekirin û li Ewropayê weke ‘Qehweya Kurd’ dihat firotin.
Zêdetirî 80 salan, li Fransayê Qehweya Kurd yek ji cureyên qehweyê yên herî bi nav û deng bû. Tiştê ku Qehweya Kurd ji qehweyên din cuda dike, ew ku ji kezwanen çêdibe. Kezwanên ku ji aliyê Kurdên li deverên çiyayî dijîn ve tên komkirin, ji bo çêkirina qehweyê tên amadekirin.
Qehweya Kurd nêzî dusedsal berê li seranserê Ewropayê belav bû. Ango di sedsala 19’an de, Fransiyan 100 salan bazirganiya wê kirin. Qehweya Kurd a Kezwanan xwedî nirxeke çandî û neteweyî ye.