Jinek Kurd di 70 saliya xwe de bû nivîskara jiyana xwe

Fewziya Hecî Berko ya 70 salî ya li bajarê Qamişloyê dijî, çîroka jiyana xwe di pirtûka ‘Serpêhatiyên Jineke Kurd’ de kom kir. Fewziya got “Pêwîst e her jinek ku di çi de derbas dibe, bêje.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Jinek berxwedêr di temenê 70 salî de bi rih û dilê xwe, çîroka jiyana xwe bi pirtûkek bi navê Serpêhatiyên Jineke Kurd nivîsand. Ev pirtûk ne tenê çîrokek jiyana wê ye, her wiha rûpelek tê de xwîn, xem û dijwarî hatine nivîsandin. Her tîpek di vê pirtûkê de, hestê wê nîşan dide. Hestê ku dikare her kesek ku li dijî şertên dijwar de ye, bihêle wê xwe bibîne û hêvî li xwe bighîne.

Fewziya Hecî Berko jinek Kurd a bi temenê 70 salî ye, li bajarê Qamişlo dijî. Fewziya derbarê çîroka pirtûka xwe de ji ajansa me re axivî.

Fewziya Hecî Berko behsa zewaca xwe ya di temenê biçûk de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez ji bajarê Amûdê me, lê li bajarê Qamişlo dijîm. Ez di temenê 16 salî de zewicîm. Di demên berê de wiha bû, hemû malbatan keçên xwe di temenên biçûk de dizewicandin. Min qet nizanibû zewac çiye, min got dayîka xwe ka ez wî kesê binêrim, dayîka min got na ya girîng ku mêr e û ji malbatek baş e. Hevjînê min li gund bû, gelekî bi min zehmet bû jiyana gund. Dema ez nû derbasî gund bûm, ez gelekî tirsiyam.”

‘Ji ber ku navê wî bi Kurdî ye qebûl nekirin’

Fewziya Hecî Berko wek jinek Kurd para xwe ji zilma Rejîma Baasê girtiye û di vê mijarê de wiha got: “Me gelek êş ji Rejîma Baasê dît. Dema ez çûm ku lawê xwe bibim dibistanê, ji ber ku navê wî Kurdî ye qebûl nekirin. Lawê min ê mezin ji ber hezkirina xwe ya rêxistinê, çû Qendîlê. Erê lawê min çû, lê ez ne poşman im. Lawê min ê din Rejîma Baasê wî avêt zîndanê, heta ku jiyana xwe ji dest da. Êşa min her û her bi min re dijî. Wek destek, lingek û çavekî min e, her û her bi min re dimîne. Êş tu car temen nayne bîra me. Êş nayê jibîrkirin, bi çav, dest û lingan bi me re diaxivin.”

Mamosteyek çîroka jiyana min ji min re nivîsand’

Fewziya Hecî Berko da zanîn ku ev pirtûk çîroka jiyana wê ye û wiha berdewam kir: “Navê pirtûka min, ’Serpêhatiyên Jineke Kurd’ e. Yanî tiştên ku li ser jina Kurd qewimîbûn, navê pirtûka min ji wê hat. Mamosteyek çîroka jiyana min ji min re nivîsand û kir pirtûkek. Nivîsandina wê nêzî salek berdewam kir. Pirtûk bi zimanê Kurdî hat nivîsandin. Niha em bi zimanê Erebî jî werger dikin, lê hîn amade nebûye. Armanca min ji çêkirina vê pirtûkê, ez kêliyên xwe yên bi êş, zehmetî û xweşî binvîsim, da ku nifşên nû binhêrin ku me çi jiyan kir. Pêwîst e her jinek di pirtûkek de çîroka jiyana xwe binvîse. Ez pirtûkên xwe nafroşim, lê ez belav dikim.”

Rojnemevan dikare bibe şahidê bûyerên ku jin tê de derbas dibin

Fewziya Hecî Berko anî ziman ku pêwîst e jin tu carî tundiyê qebûl nekin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza min, bila jin tu carî tundiyê qebûl nekin. Pêwîst e her jinek ku di çi de derbas dibe, bêje. Ji bo her nifşên ku werin jiyanê, binhêrin bê jinên berê çi êş û azar dîtin. Dema berê, tiştek tunebû ku biba şahidê bûyerên ku em tê de derbas dibûn. Lê dema anha gelek tişt dibin şahid ji tiştên ku em tê de derbas dibin. Wekî nivîskar dikare binvîse û rojnemevan bi kamera û pênûsa xwe dikare bibe şahîdê bûyerên ku jin tê de derbas dibin. Pêwîst e jin tundiyê li ser xwe qebûl nekin. Jin îro çek radikin, karê leşkerî dikin. Jinê di her alî de xwe îsbat kiriye.”