Di şer de lingê wê jêbû lê rêwîtiya ji bo xeyala xwe didomîne
Atletîsta ciwan a Filistînî Rozan Khîre, tevî ku di şerê li Xezayê de lingekî wê jêbûye jî ji bo tendirustiya xwe egzersizan dike, bi dar dimeşe û ji bo hînî rewşa xwe bibe entreman dike.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Atletîsta Filistinî Rozan Khîre, sala 2023’yan di dema şerê Xezayê de lingek wê jêbû. Ji ber vê yekê xeyala wê ya ji bo beşdariya olîmpiyatên cîhanê bi pêk nehat. Rozan Khîre, berê di asta herêmî de gelek xelat û madalya girt û ji bo di warê navnetweyî de bibe xwedî kariyer dixebitî.
Teqîn xwelî û xubar…
Rozan Khîre, got ku 19’ê Mijdara 2023’yan saet 22:00 ê şeve bi dengê roketan şiyar bûye, nivînên wê di bin xirbeyê de mane û tê bîra wê ku reviyaye. Rozan dema ku xwestiye bireve, her gava ku avêtiy ketiye xwarê. Bi lingek tenê hilpekiyaye û bi girtina tiştan hewl daye ji bin xirbeyan derbikeve.
Rozan diyar dike ku di wan kêliyan de dengê “Li piyê xwe binêre tu çima nikarî li ser xwe bisekinî.” Rozan dema ku nihêriye dîmenek ku texmîn nedikir dîtiye. Hema bibêje lingê wê bi bedenê ve nebûye û wê demê ketiye. Dayîka wê dîtiye û ji bo alîkariyê qîriya ye. Rozan Diyar dike ku nêzî nîvsaetê bi malbata xwe re li benda alîkariyê mane ji ber ku wê demê hemû nexweşxaneyên Xezayê ji derveyî xizmetê bûne.
Alîkariya pêşîn û nexweşxaneya ku bi tankan hatibû dorpêçkirin
Rozan, diyar dike ku wê birine klînîka Darajê, li wê derê tenê alîkariya yekem hatiye kirin û wiha didomîne: “Lewre ekîpman û personelên tendirustiyê tunebûn. Dûre bi hêviya ku piyê min bi cihê wê ve bikin, xwestin biçim Nexweşxaneya Endonezya ya 12 kîlometre dûr lê wesayîdek ku em pê biçin tunebû. Min piyê xwe girt hembêza xwe û ewqas rê meşiyam. Kes nizane keçeke ciwan a lingê wê jêbûye çi hîs dike. Jiyana min her dem bi bezê derbas bûbû. Dema ku em gihîştin nexweşxaneyê me dît ku qad weke qada sor hatiye binavkirin. Dibû ku hêzên Îsraîlê her kêlî êrîş bikirana. Bi saya destûra ketina nexweşxaneyê, ketim hundir. Ne nivîn hebû ne jî ode. Bi şev ji saet 00:30 heta 04:30 xwîn ji lingê min çû, ji ber wê ez ji ser hemdê xwe çûm.”
Emeliyata bi anesteziya lokal

Rozan diyar dike ku dema ku diviyabû biketa odeya operasyonê, bijîjk jê re gotiye ku li nexweşaneyê anesteziya giştî tune ye tenê dikare bi anesteziya lokal emeliyat bike û got: “Min vê nepejirand. Tam di wê kêliyê de qata em lê bûn hat bombekirin. Min bi bêdengî xwest bimrim lê bavê min bi destê min girt û nehişt ez dest ji xwe berdim. Bijîjk ji bo birîndaran rizgar bikin direviyan. Ez nizanibûm ku ez bi wê halê xwe bi miriyan re bimînim. Piştî ku emeliyat qediya, min xwe li ber deriyê nexweşxaneyê li erdê dît. Malbat li ba min nebû, bavê min ji bo bikaribe wê bibe malê, çûbû ji bo kursiya bi tekel bîne.”
Gulebarana di dema derketina ji nexweşxaneyê de
Rozan dide zanîn ku di saet 20:30’yan de hêzên Îsraîlê avêtine ser nexweşxaneyê û wiha domand: “Bavê min got xwe amade bike em birevin. Xwest min bide ser milên xwe lê min nepejirand lewe bavê min jî birîndar bû, nehatibû dermankirin. Dema ku bi çavên westiyayî li derdora xwe dinêrî selikek bi telek a ji bo bazarê dît, nava wê vala kir û xwest bikevim navê. Beriya ku deriyê paş ê nexweşxaneyê were dorpêçkirin, em di bin drone tank û bombebaranê de 12 km. meşiyan gihîştin Xezayê. Cilên tenik li min bûn, du roj bûn min xwarin nexwaribû. Li Xezayê her dem bombebaran hebû. Mayîna bi saxî pir zor. Dema ku nexweşxane ket destên hêzên Îsraîlê kesên lê diman rastî kiryarên xirab hatin, li dijî jinan gelek gelek binpêkirin hatin kirin.”
Jiyana beriya êrîşê
Rozan diyar dike ku beriya êrîşê li malê nedima; bavê wê her dem wê dibin kuluba sporê, pê antremanan dida kirin û dibêje: “Tevî ku civakê bi çavekî baş li entremana zarokên keç nedinihêrî jî min guh nedida gotinan ber bi xeyala xwe ya bidestxistina madalyayê ve dibeziyam. Jixwe ji bo keçan pir kêm pêşbirkên bezê dihatin lidarxistin. Tevî hemû astengiyan jî min hewl da tevlî bibim. Armanca min ew bû Filistînê di qada navneteweyî de temsîl bikim. Ez hê jî vê xeyala xwe diparêzim. Xeyala min ew e ku ji Xezayê derbikevim, lingek protez çêbikim, hem jiyana xwe bidomînim hem jî xeyala xwe ya ji bo sporê pêk bînim.”

Madalyayên ku bi dest xistine hewldan î îsrara wê ya bêdawî
Rozan Khîre diyar dike ku tevlî gelek pêşbirkan bûye, bi îsrar û hewldan çend madalya bi dest xistine û wiha didomîne: “Li qadên vekirî nikaribûm antreman bikim lewre mirovan pir rexne dikirin. Li kulubên girtî yên li Xezayê, li kuluba Yermuk û Xezayê dixebitîm. Ev kuluban niha bûne star ji kesên bêmal re. Her dema ku li deriyên wan dinêrim xemgîn dibim lewre berê dengê ken û kêfxweşiyê, ji wan dihat lê niha bûne cihên xizaniyê. Min dixwest kulubên sporê bikaribin xebatên xwe bidomînin. Dema ku min bidîta hevalên min dibezin ez ê hinek reheb bûma. Gelek hevalên min niha antreman nakin û mirov nikare tu agahî ji wan bigre. Li Xezayê wesayîd ji bo çûnhatinê tune ye, mirov nikare di wan riyên xirabe de bi lingê protez bimeşe.”
Rozan, herî dawî got ku ji bo bedena xwe biparêze hinek egzersizan dike û got: “Ez bi darên li bin çengê xwe dibezim, bi tevgerên zik, bêhgirtin, dest û lingên bedena xwe dixim tevgerê. Bi vê yekê dixwazim bedena xwe ji bo antremanê amade bikim. Armanca min ew e beşdarî pêşbirkên li cîhanê bibim. Naxwazim bi çavekî ‘mexdûr’ li min binêrin. Dixwazim bibin mînaka hêviyê. Kêmendamiyê weke teslîmiyet nebinim, xeyalên xwe bidomînim.”