“Heta windayên me neyên dîtin dê têkoşîna me bidome”
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Abdulmecît Baskin ê 2'ê Cotmeha 1993'an li Kizilaya Enqerê hatî binçavkirin û piştî du roj şûn de malbat gihaşt cenazayê wî pirsîn.
Enqere- Dayikên Şemiyê di hefteya 863’emîn de ji ber pandemiyê bi riya online li aqûbeta windayên xwe pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulmecît Baskin 2'ê Cotmeha 1993'an li Kizilaya Enqerê tê binçavkirin û piştî du roj şûn de malbat gihaşt cenazayê wî pirsîn.
“Birînên Mirovên Şemiyê ji me re bû nasname”
Kurê Abdulmecît Eren Baskin bal kişand ser rewşa windabûna bavê xwe û wiha domand: "Bavê min ji hêla polîsên taybet ve li ber avahiya Midûriyeta Nifûsê ya Altindag a Enqereyê hat binçavkirin. Dema bavê min hat qetilkirin ez 4 salî bûm. Di wî temenî de ez bi peyvên wek kiryarên nediyar re rûbirû mam. Dema ez mezinbûm min zanî em kurd in, elewî ne, şoreşger in. Em kesên ku bi cudakariyê re rûbirû man em ji dûrve hevdû nas dikin. Min jî dûrve Mirovên Şemiyê nas dikir. Birînên Mirovên Şemiyê ji me re bû nasnameyek. Ev kêliyên ku min bi Dayikên Şemiyê re derbas kir, min hînê naskirina êşên din jî kir, min êdî dizanî ku ne tenê êşa bavê min, êşa gelek kesî heye. Ev tişt bandora hewldana Dayikên Aştiyê bû. Em ê li Qada Galatasarayê em ê pirsa faîlan bikin."
“Ez tunebûna bavê xwe ji kurahiya dilê xwe hîs dikim”
Keça Abdulmecît Melek Babalitaş jî, wiha behsa bavê xwe kir: "Bavê min ji hêla polîsên fermî ve hat qetilkirin. Em jî wekî malbatên din dixwazin li Qada Galatasarayê aqûbeta windayên xwe bipirsin. Li vir birîn û êşa me yek e. Ji bo Mirovên Şemiyê Qada Galatasarayê wek navendeke hafizayê ye û cihê pakbûnê ye. Ez tunebûna bavê xwe ji kurahiya dilê xwe hîs dikim û lê qedexekirina Qada Galatasarayê jî wek cihê hêviyê bû. Qedexeya qadê li dijhiquqê ye. Divê rayedar dev jî vê xeletiyê berdin. Lê em ê li dijî qedexeya Qada Galatasarayê têkoşîna xwe bidomînin."
Parêzerê doza Abdulmecît Baskin, Sertaç Ekîncî jî bal kişand ser îtîrafên polîsê taybet Ayhan Çarkin û got: "Di sala 2011an de Ayhan Çarkin îtîraf kir ku qetilkirina kesan rêxistineke di nava dewletê de hatî avakirin ve tê kirin. Piştî îtîrafan di encama lêkolînan de di sala 2014'an de darizandinek hat destpêkirin. Di nav bersûcan de Mehmet Agar jî hebû. Li şûna darizandineke edîlane bersûc hatin parastin. Di sala 2019'an de jî hemû bersûc bereat kir. Piştî serlêdana me îstînafê Dadgeha Adliyê ya Herêmê biryar xira kir û dê danişîna yekem a dozê di 15'ê cotmeha 2021'an de bê dîtin. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku dozê bişopînin û tevlî danişînê bibin."
Piştî axaftina parêzer ji xizmên windayan Melîke Baskin, daxuyaniya vê heftê xwend. Daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye: "Cenazeyê Abdulmecît di 4'ê cotmeha 1993'yan de li Golbaşiyê hat dîtin. Cenaze nêzî Navenda Koordîneya Giştî ya Teşkîlata Îstîxbarata Millî hat dîtin. Derbarê mijarê de lêkolîneke esasî nehat kirin. Piştî 18 sal şûne de ango 26'ê adara 2011'an de polîsê taybet Ayhan Çarkin îfade da Serdozgeriya Komara Stenbolê. Li gorî îfadeya Ayhan di sala 1993'an de bi talîmata Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn, Abdulmecît hatiye binçavkirin. Ayhan di îfadeya xwe de detayên kuştina Abdulmecît vegotibû. Piştî îfadeyan derbarê 18 kesên ku navên wan derbasbûyê de lêpirsin hat destpêkirin. Lê piştre jî hemû berate kir.
Kujer diyar in. Di dosyayê de gelek delîl hene. Çend sal derbas dibe bila derbas bibe em ê li pey edaletê bin. Her wiha em dev jî Qada Galatasarayê jî bernadin."