Hesreta gundê xwe yê dagirkirî di nanê sêlê de dibîne

Fatîme El-Mihemed nanê sêlê wek rêyek ji bo parastina mîratê, piştgiriya malbata xwe dibîne, bi her nanekî ku dipêje bêhna gundê xwe yê dagirkirî distîne û rojên xwe yên bi diya xwe re, ku ji 2019’an vir ve nikare bibîne, distîne.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Tevî pêşketina rêbaz û amûrên çêkirinê û vedîtina makîneyên ji bo çêkirina nan, Fatîme El-Mihemed hîn pijandina nanê sêlê ya bi rêbazên kevin, çêtir dibîne. Ev ji bo wê çavkaniya serbilindiyê ye û bi profesyoneliya xwe ya di çêkirina nanê sêlê de, pesnê xwe dide. Fatimayê ji axê cihekî ji bo sêlê çêkiriye, mîna ku diya wê li gund çêdikir, da ku rojên ku diya wê nan dipêjand bi bîr bîne û hîs bike ku li gund e.

Fatîme El-Mihemed ji gundê Menacîrê ku girêdayî Serêkaniye ya 6 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, zewicî ye û niha sê zarokên wê hene. Fatîme ji sala 2015’an vir ve li bajarê Hesekê dijî.

‘Ji bo dîtina diya xwe û gora bavê xwe li hêviya vegerê me’

Fatîmayê got ji dema ku dewleta Tirk Serêkaniyê û gundên wê dagir kiriye, ew nekariye dê û bavê xwe yên ku jiyana li mala xwe û parastina mala xwe ya ji talan û wêrankirinê, bibîne. Fatîma wiha got, "Dê û bavê min ji malê derneketine û niha li wir di rewşek xirab de ne. Em dixwazin wan bibînin, lê em nikarin herin an jî ew werin. Ji ber ku her cûre tundûtûjî, kuştin û sûc hene. Bavê min her tim bi min re diaxivî û digot, ‘Xwezî min bikariba we hemûyan bidîta’. Ew ditirsiya ku bimre, lê wî ew roj qet nedît. Bavê min mir û ez nekarîm xatir ji wî bixwazim an jî serdana gora wî bikim. Ev ji bo min xemgîn dibû. Derbarê diya min de, ew li malê man, bi hêviya ku tişt çareser bibin û dagirkerî biçe da ku em karibin hev bibînin û serdana gora bavê xwe bikin.”

‘Ji bo serkeftina zarokê xwe di qada xwendinê de kar dikim’

Fatîmayê piştrast kir ku ew ji bo perwerdekirina zarokên xwe û mîsogerkirina serkeftina wan a akademîk du karan dike û wiha got: “Zarokên min di qonaxeke girîng a xwendina xwe de ne û ez ji bo wan qursên taybet vedikim da ku ew di nav xwendekarên herî baş de bin. Ji ber vê yekê, min xebatê bijart û her tiştê ku ji destê min tê bidim wan da ku ew di xwendina xwe de biserkevin. Ez karê dirûtinê û nanpêjiyê dikim.”

‘Bi evîn û hesreta dîtina diya xwe nanpêjî dikim’

Fatîmayê diyar kir ku wê rêbaza pijandina nanê sêlê wekî ya li gundan bijartiye da ku rojên xwe yên li gund bi bîr bîne û  axaftina xwe wiha domand: “Min pîşeyên dirûtin û nanpêjiya sêlê demek dirêj berê ji diya xwe hîn kiribû. Ez ji nanpêjandinê hez jî dikim. Ji ber ku bi her nanekî re ez bêriya nanê diya xwe û bîranînên wê dikim. Bêhna nanê sêlê rojên xweş yên gundê min tîne bîra min. Lewma ez her dixwazim nanpêjî bikim.

Fatîma di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo nanê sêlê, xerîdarên wê hene û wiha pê de çû: “Ez ji bo wan nanpêjî dikim. Rêbaza min a pijandina sêlê mîna rêbaza kevn a ku gundî nanpêjî dikin e û ez kartonan bikar tînim da ku agirê di bin sêlê de pêxim. Dema ku ez nanpêjî dikim ez pir diêşim û ez bi evîn û hesreta diya xwe nanpêjî dikim.”

Jina karker avaker û berhemdar e

Fatîmê got ku herêma Cezîrê bi xwarina Therid “Merge” tê nasîn û ev xwarin beşek ji mîrata wê ye. Fatîme anî ziman ku ev herêm nemaze bi nanê sêlê tê zanîn û wiha domand: “Ji ber vê yekê, daxwazek mezin ji bo nanê sêlê heye û min ev pîşe bijart da ku mîrata xwe vejînim, debara malbata xwe bikim û rojên xwe yên li gundan bi diya xwe re bi bîr bînim.”

‘Ev 10 sal in diya min di her hûrgiliya çêkirina nan de amade ye’

Fatîme destnîşan kir ku jin di avakirina civakê de xwedî rolek sereke ye û wiha got: “Jineke karker jineke berhemdar e û di civakê de xwedî nirx e û di avakirina civakê de dibe alîkar. Divê em civakekê ava bikin û nebin barekî wê. Min ji malbata xwe, mêrê xwe û zarokên xwe piştgirî wergirt da ku ez di çêkirina nan de bixebitim. Ev10 sal in dixebitim û ez nikarim qet dev jê berdim. Ez hez dikim ku jineke fedakar bim û diya min di her hûrgiliya çêkirina nan de amade ye.”

‘Em daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê dikin’

Fatîma banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kar şerm nîne, ew ji bo mirov şerefek e. Vê karî ez kirim jineke bihêz, xwebawer û min pêş xist. Ev bi saya diya min e ku min fêr kir. Ez dixwazim dagirker ji gund û bajarê me derkevin da ku ez bikaribim diya xwe bibînim û gora bavê xwe ziyaret bikim."