Bi dagirkeriya DAIŞ’ê re li Dêrezorê çanda gundewar tune bû

Pêkanînên DAIŞ’ê, ji şîdeteke demborî zêdetir, bandorên wisa li pey xwe hiştiye ku di bîra civakên li herêmên ku demek li wan serdest bûye de birînek kûr vekiriye loma pêdivî bi têkoşîna ji bo başbûna vê birînê heye.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezor Li gundên herêma Dêrezorê, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, texrîbatên ku ji ber DAIŞ’ê çêbûne, tenê bi mozozan bi sînor nemaye; pêşî li dengê kenê mirovan hatiye girtin, li zeviyên bêdeng û li ser tenûrên ku êdî jin li derdora wan nacivin jî şopa xwe hiştiye.

Bejahiya rojhilatê Dêrezorê, berê jiyan bi bêhna nanê tenûrê, firaqên xwarinê yên cîranan ji hev re dibirin û dianîn û dengê jinên ku di nava zeviyan de dixebitîn dixemilî lê beriya çend salan her tişt guherî. DAIŞ’ê bi awayê ku tu mînaka wê tune ye herêmên gundewar dagir kir, tevgerên ji derveyî çanda civakê û gotinan ferz kir, civakê perçe kir. Qadên jiyanê li jinan teng kir û mirovan neçar kir ku li malên xwe jî di nava tirsê de bijîn.

Bîreke bi êşan dagirtî

Xezne el-Alî rojek li bin dara tûyê ya li ber deriyê mala xwe nan li tenûrê dida. Jinên cîran çay vedixwarin, sohbet dikirin lê bi carekê di riya gund de wesayîdeke reş derbas bû; yek qîriya got “DAIŞ hat!”

Jinan gotin qey erd hejiya û bi tirs ji hev belav bûn. Ji her kesê re gotin “xwe bigrin.” Dest danîn ser amûrên çandiniyê. Jiyana ji rêzê ya li gund, bi carekê veguherî tirs, qedexe û dikek bi êşan dagirtî.

Her çendî di ser têkbirina DAIŞ’ê ya li Dêrezorê de sal derbas bibin jî; Xezne El-Elî hê ji ber wan rojan êşan dikşîne. Xezne El-Elî dibêje ku berê li gund jiyana bi mêvandarî, alîkarî, karê bi hev re hebû lê niha tirs, zext û bêpariya ji jiyana civakî maye.

Xezne El-Elî wiha dibêje: “Berê mirov li derdora tenûrê kom dibûn, çay vedixwarin nan bi hev re çêdikirin, bi hev re diçûn nava zevî û bexçeyan. Piştî ku DAIŞ ket gund, mirov ji her derê tirsiyan. Fermana xwegirtina jinan dan. Ên ku li gorî fermanê tevnedigeriyan, gefa mirinê li wan dixwarin. Yekî ji wan ji min re got; ‘ji jinan re bibêje bila xwe bigrin an na em ê te bi erde ve bikşînin.’”

Ji mêvandariya li derdora tenûrê ber bi tirsa serdegirtinê ve

Xezne El-Elî dibêje ku DAIŞ tenê bi awayê lixwekirina cilan û astengkirina tevgerê re bi sînor nemaye; dest daniye ser traktör û amûrên çandiniyê yên cotkaran û wiha dibêje: “Traktorleran û ekîpmanên wan hemû ji girtin. Me got ‘em dixwazin çandiniyê bikin’ gotin ‘na em ê vana ji bo cîhadê bi kar bînin.’” 

Xezne El-Elî diyar dike ku çeteyan derketina jinan a nava zeviyan, heta êvarê rûniştina wan a bi cîranan re qedexe kirine û wiha didomîne: “Em êdî newêribûn nan li tenûrê bidin, bi cîranan re li ser sifreya fitariyê rûnên, êvarê bi hev re çay vexwin… Ev hemû bi dawî bûn. Jin êdî newêribûn derbikevin derve.”

Li ser civakê ferzkirina tenêtiyê

Xezne El-Elî, dibêje ku pergala civakî bi wê yekê xirab bûye, têkiliyên cîrantiyê qediyane û dibeje: “Berê mêvanperwerî, parvekirin hebû lê bi qedexe û gefan ev yek bi dawî bû. Ên ku ji vê yekê zêde zirarê dîtin jin bûn. Rasstî tecrîda civakî û zexta aborî hatin, nehiştin tiştek hilberînin. Zarok bi dîtina dîmenê wesayîdên ku sibehê zû ji gund derbas dibûn û jinan direvandin mezin bûn.”

Xezne El-Elî diyar dike ku ne tenê ji amûrên debara xwe bêpar mane, bedelên derûnî û manewî dane û bi dengekî lerizî wiha didomîne: “Mirinê zarokên me ji me girtin. Ji ber zextên ku zêde dibûn, em neçar man birevin bajarokê Hecînê. Li Hecînê rewş cuda bû lê koçberî zor bû. Em adapte nabûn û di dawiyê de vegeriyan gundê xwe.”

Bandoren ku ji ser mezintir bûn

Şahidiya Xezne El-Elî bi qasî qeydeke ku texrîbata nedîtî belge dikin hêja ye. Ji ber ku kirinên DAIŞ’ê tenê ji qedexeyan pêk nedihatin; bi awayê pergalî civakê perçe kirin û çanda gundewar a ku berê zindî bû, veguherî tirs, bêdengî û îtaeta bi darê zorê. Bandora vê yekê li ser jinan herî zêde di warê çandî û derûnî de xwe da hîskirin. Xezne wiha didomîne: “Baweriya mirovan bi hev şikest. Jiyana parvekar a berê nema. Ji bo ji nû ve em wê jiyanê ava bikin demek dirêj pêwist e.”

Serpêhatiya Xezne El-Elî îstîsnayek nîn e, awêneya bi hezaran jinên ku li cihê kevneşopiyan rastî şîdetê hatine, di bin çekan de bêdeng bûne û tirsê rengê xwe daye jiyana wan a rojane.

Li gundewarên Dêrezorê tiştên di dema DAIŞ’ê de hatine jiyîn, tenê ne astengkirina azadiyê ye; perçekirina nasnameya civakî ya bi dehan salan e.

Şopên vê texrîbata çandî û derûnî hê jî di bîra nifşê extiyar de zindî ne. Lewre ew awayê jiyanê yê berê û niha dizanin. Şahidiyên wiha ne tenê çîroka mexdûran e belgeya berpirsyariya me ya ji bo parastina bîra civakek e.