Li Dêrazorê jinek alternatîfa gubreya kîmyewî ava dike
Fetxa El-Xubra bi rêya avakirina însiyatîfek jîngehî û aborî, bermayiyên çandiniyê û zibilên lawiran veguherand gubreya organîk (kompost) a ku axê xwedî dike û berhemdariya wê vedigerîne.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Fetxa El-Xebra ya ji gundewarê kantona Dêrazor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêya bikaranîna amûrên hêsan û materyalên herêmî û bêyî piştgiriya derve, ramanek biçûk veguherand projeyek xanî ya berhemdar. Di demeke ku çandinî ji ber krîzên aborî û avhewayê yên ku Sûriye dijî bûye pirsgirêkek rastîn de, ezmûnên bêhempa wek mînakên zindî derdikevin pêş. Ezmûnên ku çareseriyên mezin bi ramanên hêsan dest pê dikin û însiyatîfên biçûk ferqek mezin çêdikin. Ew jiyanê vedigerînin axê.
Destpêkirina projeyê
Damezrînera însiyatîfê Fetxa El-Xubra, hûrguliyên ezmûna xwe ya di hilberîna kompostê, ango gubreya organîk de, ji ajansa me re vegot. Fetxa da zanîn ku her tişt, li hewşa paşiya mala wê destpê kiriye û wiha pê de çû: “Dema ku min dest bi berhevkirina pelên daran, giya û gûza heywanan kir, min ew di nav tebeqeyan de rêz kirin. Me her tebeqe bi avê rijand, pêl kir û hişt ku fermente bibe. Piştî 15 rojan, me kom zivirandin.”
Fetxa diyar kir ku piştî 30 rojan, encam gubreyek organîk a baş bûye ku ji bo çandinê amade bûye û wiha got: “Pêvajoya hilberîna kompostê li ser du materyalên sereke disekine: madeya kesk, wek giyayên nerm, bermayiyên sebzeyan û qalikê nîskan û madeya zer, wek ka, pelên hişk, kurmên nebatan û zibilê heywanan ê hişk. Me ji vê projeyê gelek sûd girt ji ber dûrî gubreya kîmyewî ye. berhem saxlem dimînin ji ber ew bê gubreya kîmyewî mezin dibin."
'Çandiniya organîk ji bo jinan projeyek jiyanî ye'
Însiyatîfa Fetxa El-Xubra ji ceribandineke çandiniyê bêtir e. Ew ji bo jinên gundan ku li çareseriyên alternatîf û domdar digerin da ku bihabûna zêde û kêmbûna berhemên çandiniyê re mijûl bibin, xeta jiyanê ye. Fetxa wiha li gotinên xwe zêde kir: "Di destpêkê de ez tenê ji bo xerckirina malê dixebitîm, lê piştî demekê min berhemek zêde kom kir û dest bi firotina ji bo xizm û cîranan kir. Carinan li bazara herêmî jî difiroşim. Ev cureyên projeyan, derfetên aborî yên rastîn diafirînin. Materyal bi hêsanî peyda dibin û em ne hewceyî makîneyên aloz in. Tenê dem, piçek hewldan û sebir hewce dike. Ji derveyî têgeha kevneşopî ya çandiniyê, ceribandina kompostê aliyên kûrtir ên pêşkeftina domdar nîşan dide. Ew ezmûnek e ku li ser bingeha veguherandinê, bidestxistina desthilatdariya aborî ya jinan û avakirina çandek nû ya xweseriyê ye."
Ji ber nebûna binesaziya çandiniyê li piraniya deverên Dêrazorê ji ber şer û krîzên aborî, ev cure projeya herêmî, amûrek bi bandor temsîl dike. Ji bo baştirkirina ewlehiya xwarinê û hêzdarkirina komên herî bêpar, bi taybetî jî ji bo jinan.
Feydeyên kompostê
Fetxa El-Xubra da zanîn ku feydeyên kompostê tenê bi xurtkirina nebatan ve sînordar nînin û wiha got: "Ew digihîje ax, avhewa û ava binê erdê. Bikaranîna zêde ya gubreya kîmyewî axê diqelişîne, avê qirêj dike û mîkroorganîzmayên ku ji bo nebatan baş in, dikuje. Her wiha kompost gubreyek organîk a xwezayî ye ku hevsengiya biyolojîkî ya axê sererast dike.”
'Însiyatîfên biçûk tovên yekem ên ronesansê ne'
Bi rêya vê xebatê Fetxa El-Xubra nîşan da ku peojeyên çandiniyê yên domdar dikarin bê fînansmana girîng bên destpêkirin. Fetxa destnîşan kir ku tiştê pêwîst e hinek zanîn, hevkariya civakî û xwestekek rastîn a ji bo guhertinê ye. Fetxa anî ziman ku kompost tenê şûna gubreya kîmyewî nagire û ev agahî dan: “Kapasîteya ragirtina avê ya axê jî baştir dike, erozyonê kêm dike û ji bo jîngehên hişk ên wek Dêrazorê pir guncav e. Hêvî dikim ku hemû jin wê biceribînin. Kompost hêsan e û encam jî pir baş in. Dema ku îradeya xweseriyê hebe tiştek ne dijwar e. Însiyatîfên biçûk dikarin tovên pêşîn ên vejînê bin."
Projeya Fetxa El-Xubra tovek temsîl dike ku li erdekî dijwar şîn bûye, lê di warê xweseriyê, hişmendiya jîngehê û dersa serxwebûna aborî de fêkî da. Tenê hemû dewlemendî di kûrahiya erdê de ne veşartî ye; hin ji wan di bermayiyên nebatan, gûzê heywanan û destê jinekê de têne dîtin ku biryar daye bi hewldana rojane û sebra xweşik rastiya xwe biguherîne.