Odeyek ji malê bexçeyek hêviyê
Ezîza Silêman a ji Hesekê, bi îlhama baweriya bi xwe û rihê hevgirtinê yê ku şoreşa jinan pêş xistiye, odeyek li mala xwe ji bo zarokan veqetand. Ezîza li zarokên jinên karker dinêre, bi hezkirin wan mezin dike û di vê odeya biçûk de jiyanê geş dike.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê ne tenê siyaset û qadên şer, lê di heman demê de tevna herî kûr a civakê jî guhertiye. Jin niha ji sînorên malê derbas dibin, di her warî de, ji hilberîn û perwerdeyê bigire heya hevgirtin û berpirsiyariya civakî, dibin xwedî gotin. Yek ji dengvedanên bêdeng lê bihêz ên vê şoreşê li taxa Muftiyê ya Hesekê tê bihîstin.
Ezîza Silêman a 45 salî mînakek sade lê berbiçav a vê veguherînê ye. Ezîza zewicî ye, digel xwişka xwe, ji bo zarokên jinên karker xwedî dike, girêdanek germ a hevgirtina jinan diafirîne. Mala ku wan ji bo wan ava kiriye ne tenê malek e; ew qadeke jiyanê ye ku ked, evîn û berxwedana jinan tê de bi hev ve girêdayî ne.
Ezîza her roj di malek tijî kêfxweşiya neh zarokan de hem jiyan û hem jî hêviyê xwedî dike. Ji bo wê, dayiktî ne tenê berpirsiyariyek e; ew "evîna rastîn" e. Her çend ew nikare zarokên xwe bîne dinyayê jî, ew bi dilovaniya xwe dest dide jiyana bi dehan zarokan û bi hewildanên xwe yên rojane ruhê têkoşîna jinan zindî dihêle.
Ezîza Silêman wiha behsa jiyana xwe kir: "Ji biçûkatiya xwe ve, min ji zarokan hez dikir. Min biryar da ku vê hezkirinê bikim pîşeyê xwe. Berî ku ez bizewicim, min di xewna xwe de dît ku Xwedê zarok nedida min lê min zarokek ji xwe re dikir ewlad û navê wî Barxwedan bû. Ev xewn veguherî rastiya min a pêşerojê. Malbata min çû Başûrê Kurdistanê, ez li vir li Hesekê zewicîm. Xwişka min bi min re dijî ji ber vê yekê me xwest em xwedî kar bin û me mala xwe kir baxçeyek ku em dikarin hêvî û evîna jiyanê lê bijîn."
‘Ji bo kurê xwe dixebitim’
Ezîza da zanîn ku zihniyeta civakê nikaribûye rê li ber hezkirin û girtina zarokek ji bo xwe bigre û wiha got: “Dema zewicîm, Xwedê zarok neda min, ji ber vê kurek biçûk ku 10 rojî bû, niha di pola yekem de ye û diçe dibistanê, kir ewlad. Min xwest bixebitim da ku ji bo kurê xwe xaniyek ava bikim û her wiha piştgiriyê bidim jinên karmend da ku karê xwe temam bikin. Min navê zarokê xwe Barxwedan danî da ku ew bibe kesekî xwedî hêz û berxwedêriya jiyanê. Zihniyeta civakê ne asteng bû ji bo biryara min a girtina zarokê min. Em niha li mala birayê min dijîn, hevjînê min di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de dixebite. Niha em bi hemû evîn û coşê dixebitin da ku ji xwe re xaniyek ava bikin û tê de bijîn.”
‘Kenê zarokan hêvî û evînek ji bo jiyanê ye’
Ezîza Silêman tekez kir ku xwedîkirina zarokan riyek ji bo birêvebirina rewşa jiyanê û hêviyê ye û wiha anî ziman: “Eger xaniyek ava bikim jî ez dev ji mezinkirina zarokan bernadim ji ber ku ez ji wan û ji vî karî hez dikim. Min vî karê ji bo birêvebirina rewşa jiyana xwe hilbijart. Roja ku ez zarokan nabînim, nexweş dikevim û pir bêriya wan dikim. Kena her zarokek li gel min hêvî û evînek ji bo jiyanê ye.”
Ezîza diyar dike ku tevî derfetên sînordar, odeyek di mala xwe de veguherandiye cihekî bi ewle. Li wir, di nava çîrok, lîstik û çalakiyan de, atmosferek malbatî ya germ ji zarokan re ava dike û wiha berdewam kir: “Ez piştgiriyê didim malbata xwe û bawer dikim ku jin dikarin bibin destek ji bo malbatên xwe. Jin di hilgirtina berpirsyariyê xwedî rolek girîng dilîzin, ji ber ku ew ji tunebûnê hebûnê diafirîne.”