Jinên Filistînî li Xezayê di navbera mirin û mayînê de ne
Di navbera Îsraîl û Filistînê de şerê dijwar ê ku di sala 2023’an de li Xezayê destpê kir, bidawî bû lê ji bo jinên Filistînî şerê berxwedana ji bo zarokên xwe, didome.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de li hember Xezayê dest bi êrîşek dijwar kir. Du sal di ser şerê li Xezayê re derbas bû lê tevî peymana agirbestê jî, jinên Filistînê yên li Xezayê her roj têkoşîna jiyanê didin. Gava ku bombe dibare, xeyalên wan nîvco dimînin û hêmanên bingehîn ên jiyanê yek bi yek hildiweşîn, jin di ezmûnekî zehmet re derbas dibin.
Ev şerê qirkirinê yê beriya du salan destpêkir, bi şêweyên nû didome; birçîbûn, nexweşî, xizanî û koçberî... Tevî van hemûyan jî, jinên Filistînê di navenda trajediyê de ne. Jin berpirsiyariyên pir zehmet digrin ser milê xwe û di her hûrgiliya jiyaneke hilweşiyayî de li ber xwe didin.
Jina Filistînî Cemîla Ehmed a 40 salî û dayîka pênc zarokan, sembolek vê êşa domdar e. Cemîla Ehmed, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya bêyî hişyariyek hate kirin de, neçar ma ji mala xwe koç bike. Cemîla, di vê êrîşê de ji pişta xwe û lingê xwe yê rastê birîndar bû, lê tu caran dev jê berneda. Cemîla, di rêwîtiya xwe ya bi êş de û di jiyana zarokên xwe de hebûna xwe didomîne.
‘Ez ji bo zarokên xwe dijîm’
Cemîla Ehmed, bi van gotinan dest bi vegotina çîroka xwe ya biêş kir: "Dema ku xaniyê me hilweşiya û di bin kavilan de ma, yekem fikra min zarokên min bûn. Min gelek êşan dikşand, lê min sond xwar ku ji bo zarokên xwe bijîm. Niha ez li pey tankerên avê direvim, di rêzên dirêj de li benda nan dimînim û di lîsteyên alîkariyan de li navê xwe digerim, lê bi awayekî rêkûpêk alîkarî nayê. Ez her tim bi xemginî vedigerim, lê biryardariya min qet ne şikest.”
‘Em jin barê vê hilweşandinê li ser milên xwe hildigirin’
Cemîla Ehmed, xwêdana westandinê ji rûyê xwe paqij dike û dibêje: "Tiştê ku em îro dijîn nayê vegotin. Şer êdî ne tenê bombebaran e, birçîbûn, nexweşî, biçûkxistina dubare û windabûna hêdî hêdî ya jiyanê ye. Em jin barê vê hilweşandinê li ser milên xwe hildigirin. Em hewl didin ji bo zarokên xwe bijîn û ji bo wan hêviyê ava bikin. Em tevî ku bêmal û bê derman dimînin jî, li berxwe didin. Hilweşîna me, tê wateya windakirina endamên malbatê yên mayî ne.”
Hejmarên tirsnak
Çîroka Cemîla, di kamp û stargehên demkî de rojane bi rûyên cuda dubare dibe. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve li Xezayê zêdetirî 28 hezar jin û zarokên keç hatine qetilkirin; ev tê wateya ku di her saetekî de jinek dimre. Nêzî 951 hezar jin û zarokên keç malên xwe terikandin û xwe li kolan, dibistanan an jî li ser rêyan spartin. Di dema şer de, 10 hezar jin hevjinên xwe windakirin, bêmal man û bûn yekane çavkaniya malbatên xwe.
Ev hejmarên tirsnak, tenê beşek biçûk a trajediyê nîşan dide. Li pişt her hejmarê, çîrokek dirêj a êşê heye. Jinên bêwar, di stargehên qerebalix de di şert û mercên nemirovane de dijîn; nepenî, ewlehî û lênêrîna tenduristiyê nîne. Gelek jin neçar dimînin ku bi biyaniyan re heman cihê parve bikin, bi germî, serma û nexweşiyê re têbikoşîn. Xizmetên piştgiriya psîkososyal jî qet nîne. Jinên ducanî û şîrder beşên herî bêparastîn in; Gelek ji wan kêm xurekî dijîn, nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, av tuneye û nexweşxane an hilweşiyane an hatine girtin an jî bi kêmbûna cidî ya karmend û alavan dijî.
‘Berpirsiyariyên me du qat zêde bûne’
Jin, di heman demê de di bin xetereyên cûrbecûr ên tundiyê de ne jî. Ji bilî gefa bombebarana domdar, rastî tundiya li ser bingeha zayendî tên; ev rewş ji ber zexta derûnî, qerebalixiya li deverên koçberiyê û nebûna parastina hiqûqî dertê holê. Hilweşîna aborî jinan zêdetir li hember êrîşa zayendî bêparastin kiriye; gelek jin neçar dimînin di şert û mercên dijwar de ji bo mûçeyên kêm bixebitin. Cemîla Ehmed, der barê vê mijarê de wiha dibêje: "Berpirsiyariyên me du qat zêde bûne. Em xwarin didin zarokên xwe, li av û dermanan digerin, dişon, xwarinê çêdikin û bi şev konên xwe diparêzin. Em êdî naxwazin bêhna xwe vedin; em tenê dixwazin jiyana xwe ya mayî biparêzin. Bedana me êdî nikare li ber xwe bide, lê luksa me nîne ku em hilweşin.”
Jin bi bêdengî mirinê pêşwazî dikin
Trajediya di qada tenduristiyê de jî didome. Raporên Neteweyên Yekbûyî, nîşan didin ku li Xezayê bi hezaran jin ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê bi bêdengî li dijî mirinê têdikoşîn. Jinên ku di şer de birîndar bûne û nayên dermankirin hene; hinek ji wan seqetiyên daîmî dijîn, perçeyek laşê xwe an jî tevgera xwe winda kirine. Digel vê yekê jî, jin bi darên binçengan an jî kursiyên bi teker diçin xalên belavkirina avê an jî navendên alîkariyê; yekane armanca wan parastina malbatên xwe ye.
Şerê ku ev du sal in didome, Xezayê veguherand rewşeke nayê jiyîn. Jin barê herî giran ê vê hilweşînê hildigirin. Jinên Filistînê, di nav birçîbûn, tîbûn û nexweşiyan de, bi berdewamî bi mirinê re têdikoşin. Rûxmê vê yekê jî yên ku jiyanê ji nû ve ava dikin, di konan de rêkûpêkiyê diparêzin û di nebûna hikûmet û saziyan de "pergalên civakî yên alternatîf" diafirînin jin in. Her dayîk dibe lîder, her jin dibe serwerê malbatê, her zarokek keç ji bo dayîka xwe dibe teselî an jî alîkarek biçûk di lênêrîna malbatê de.
Jin, wiha dibêjin: "Em ne li benda dilovaniya cîhanê ne. Cîhanê dît ku em dimirin, lê neket nava tevgerê. Çareseriyek din nîne; em dijîn. Her roj têkoşînek nû ya jiyanê didim. Ez carna bi awayekî bêdeng digirîm û piştre radibim û rûyê xwe dişom. Zarokên min dijîn, dibe ku şer hêj nehatiye qezenckirin.”
Lê digel vê berxwedana efsanewî jî, rewş her ku diçe xirabtir dibe. Di kûrahiya sektorê de birçîbûn serwer e û jin barê herî giran ê nebûna xwarin, av û tenduristiyê hildigrin. Rêzên dirêj ên li ber firûn û tankerên avê veguherin dîmenên rojane. Gelek jin dema li bendê dimînin ji ber westandinê an germê bêhiş dibin û hinek ji wan jî di pevçûn an bombebaranên ji nişka de birîndar dibin. Ji ber nebûna alîkariya birêkûpêk, gelek jin bi rêbazên berê yên mîna berhevkirina dar û bikaranîna nanê kevin xwarinê çêdikin û hewil didin pêdiviyên xwe peyda bikin.”
Li Xezayê her roj têkoşîna jiyanê tê dayîn
Ji destpêka şer ve tiştek neguheriye; tenê êş zêde bû. Jinan, ji cîhanê dersên sebir û îradeyê dan, lê di berdêla wê de tenê êşên mezintir girtin. Îro tenê belavkirina pakêtên xurekê an jî organîzekirina seansên piştgiriya derûnî ne têrker e; pêdivî kûrtir e. Jinên Filistînî yên li Xezayê, hewceyî bernameyên rehabîlîtasyonê yên fîzîkî, derûnî û civakî yên berfirehtir in. Divê ev bername ji jinan re piştî windahiyên xwe, hêza domandina jiyanek birûmet bide.
Piştî qirkirina du salan, jinên Xezayê li dijî tûnebûnê li ber xwe didin; li axek ku veguheriye xwelî radiwestin, di nava mirina kesên li dora xwe de xwe li jiyanê digrin. Di her rûyek westiyayî ya mîna Cemîla Ehmed de, dîrokek dirêj a berxwedan, têkoşîn û îradeyek bêdawî tê xwendin. Mîna ku her jinek Xezayê bi awayekî bêdeng ji cîhanê re wiha dibêje: "We ewlehiya me ji dest me girt, lê hûn nekarin biryardariya me ya jiyanê ji destê me bigirin."
Ev biryardarî, di du salên dojehê de neşikest; jin bi vê hêzê ji bine kavilan wateya berxwedanê ava dikin. Li Xezayê, her roj şerekî biçûk ê mayîna jiyanê ye û her jin bêyî çek hilbigre, tenê bi biryardariya xwe ya ji bo rabûnê qehremantî dike. Di nava kavilên malên hilweşiyayî, rêzên dirêj ên alîkariyê û dengê bêdawî yê balafirên şer de, jin îro jiyanekî ku sînorên berxwedana xwe dişkînin, dijîn. Lê dîsa jî jiyana xwe didomînin, mîna ku ji bo parastina vê axê ya ji nebûnê jidayîk bûne.