Mîrasa Hozan Mizgîn 33 sal in riya şopdarên hunerê ronî dike
Endama Lijneya Rêveber a Dibistana Bilind a Hunera Hîlala Zêrîn Evîn Paşo, diyar kir ku Hozan Mizgîn di têkoşîna azadiyê de, hunerê bi şoreşê re kiriye yek, li pey xwe mîraseke mezin hiştiye û bi têkoşîna xwe ji bo jinan bûye ronahî, hêvî û bawerî.

NUCAN ARAS
Hesekê – Di pêşxistin û mayîndebûna çanda Kurdî de rola Tevgera Azadiya Kurd mezin e. Dîroka çand û hunera Kurdî xwedî mîraseke dewlemend e. Bi wêjeya devkî û stranên dengbêjan, nifş bi nifş heta îro hatiye. Di zindîhiştina çandê de weke di her warî de, jinan pêşengî kir. Yek ji jinên di warê çand û hunerê de pêşengî kirin jî, Gurbet Aydin a bi nasnav Hozan Mizgîn e.
Hozan Mizgîn bi gotina stranên 'Newroz', 'Şoreşger', 'Çemê Hêzil', 'Gundîno Hawar', 'Lo Hevalno' û bi sekna xwe ya şoreşger di bîr û dilê gelê Kurd de cihê xwe girt.
Teslîmiyetê nepejirand
Hozan Mizgîn sala 1962’an li Êlihê hat dinê. Demek kêm piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’an, tevlî tevgera azadiyê dibe. Di sala 1983’yan de diçe Ewropayê, ji bo rêxistinkirina çand û hunera Kurdî ked û hewldanên mezin dide, di xebatên avakirina Huner- Komê de cihê xwe digre. Her wiha tevlî xebatên Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) dibe, hem di warê çand û hunerê de hem jî di warê rêxistinkirinê de xebatên çalak dimeşîne. Hozan Mizgîn dû re berê xwe dide çiyayan. Di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwana Bedlîsê dema ku mala lê dimîne tê dorpêçkirin, teslîmiyetê napejirîne û jiyana xwe ji dest dide.
Di 33’emîn salvegera wefata Hozan Mizgîn de endama Lijneya Rêveber a Dibistana Bilind a Hunera Hîlala Zêrîn Evîn Paşo, li ser kevneşopiya dengbêjiyê ya di pêşxistina çand û hunera Kurdî de nirxandin kir.
'Ya ku civakê dike xwedî nasnameyeke bîrdozî çand e'
Evîn Paşo bi bîranîna Hozan Mizgîn a ku şoreşger û hunermendek mezin e û hemû şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi nirxandinên xwe kir û wiha got:
"Hêzên hegemonîk, hewl didin bi êrîşên mezin û bişavtinê nirxên çandî yên ku civak bi wan hebûna xwe didomînin tune bikin. Yek ji wan civakan jî Kurdên ku gele herî qedîm ê herêmê ne. Bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî nirxên çandî, dîrok û nasnameya gelê Kurd tên meşandin, hewl didin hêvî û îradeya gelê Kurd bişkênin. Ya ku civakê diparêze û dike xwedî nasnameya bîrdozî, çanda wê ye. Her wiha yê ku çandê diparêze, bipêş dixe, digihîne pêşerojê, dike xwedî nasname, hêviyên mezin çêdike û pêşengiyê dike ew gel bi xwe ye.”
'Bi serkeftinên leşkeri tabûyan şikand'
Evîn Paşo bal kişand ku Hozan Mizgîn bêhneke nû li çanda Kurdî zêde kiriye, hunerê bi şoreşê re kiriye yek û di kesayeta xwe de pêşengiya sê nasnameyên ku temsîl dike kiriye. Evîn Paşo, gotinên xwe wiha domand: "Hozan Mizgîn, çand, huner û pêşeroja Kurdan ronî kiriye, bi zêdekirina girîngî wateyê, kiriye xwedî nasname. Her wiha bi azwerwiya ji bo azadiyê û hezkirina gelê xwe, di rêxistinkirina Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê, (YJWK) de peywirên bingehîn û girîng girtiye. Hozan Mizgîn di heman demê de bi serkeftinên di warê leşkerî û hunerî tabûyên civakî şikandiye, astengiyên li pêş jinan ên di warê têkoşînê de rakirine. Ji bo jinên Kurd û hemû jinên cîhanê deriyê rastiyê vekiriye, bûye ronahî, bawerî û hêvî.”
'Çanda Kurd gihand gelek deran'
Evîn Paşo, destnîşan kir ku Hozan Mizgîn ne tenê li Kurdistanê, li Ewropayê jî ku gelek Kurd lê dijîn, bi xebatên ku kirine, çanda Kurd bi pêş xistiye û ji bo berdewamkirinê têkoşiyaye û wiha domand: "Hozan Mizgîn, çanda Kurd teng negirtiye dest, ji her alî ve, gihîştandiye her derê. Ji bo ku gelê Kurd ê li Ewropayê ku ji nirxên xwe yên cewherî dûr ketibû, bi polîtîkayên bişavtinê re rûbirû mabû bi ser xwe ve were, bênavber têkoşiya. Bi berpirsyariyek mezin li Ewropayê bû sedem ku çanda Kurd, bi pêş bikeve û ji aliye jin û ciwanan ve were pejirandin.”
'Peywira me mezinkirina vê mîrasê û gihandina pêşerojê ye'
Evîn Paşo diyar kir ku jinên Kurd, bi taybetî jinên di nava Şoreşa Jinan a Rojava de cîh digrin îmze avêtine bin gelek tiştên nû, pêşengî kirine û wiha bi dawî kir: "Jinên Kurd tenê bi rêxistinkirina di warê çandî de û bi yekîtiyê dikarin Şoreşa Jinan a Rojava mîsoger û mayînde bikin. Parastina van nirxên şoreşê, pêşxistina wan, ji bo ji nifşên hatî re bimîne, avakirina navendên çandê yên jinan girîng e. Weke dibistana çand û hunerê, peywira me ew e ku em jin û ciwanan di van waran de bi pêş bixin, çanda Kurdî bighînin pêşerojê û di şopa vê mîrasa ku Hozan Mizgîn ji me re hiştiye de bimeşin. Divê em vî ruhî bi kûrbûna çand û hunerê re bikin yek biteyîsînin û bighînin pêşerojê. Ev yek peywir û berpirsyariya Dibistana Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn e. Bi girêdana nirxên ku Hozan Mizgîn ava kirine, em ê vê kevneşopiyê her roj bihêztir bikin.”