Jin ji merasîma Komsaî tên dûrxistin: Ruhê berê nemaye
Nebûna jinan di merasîma Komsaî de, ne tenê nîşaneya newekheviya civakî ye, di heman demê de wendahiya mîrateya çandê ye jî. Jinên ku bertek nîşanî rewşê dane, wek berê îro jî di merasîmê de hebûnek wekhev dixwazin.

ESRA EZÎZÎ
Hewraman – Merasîma Komsaî, wek merasîmek gelê Hewraman bi kok û dighê beriya bi hezaran salan tê bi navkirin. Li gorî kevneşopiyê, dî dîrokê de sembola destpêka çêkera meclîsa piştevaniyê yan jî ‘parlementoya dinyayê’ hatî qebûlkirin e. Di wê demê de jin ne tenê mafê dengdanê, di heman demê de derfet didîtin ku heta asta serokatiyê jî bilind bibe. Lê belê bi demê re, bi taybetî bi bandora nêrînên olî yên nû, jin wek gelek merasîmên din ji Komsaî jî hatin dûrxistin.
Ji bo gelê Komsaî salnameya xwezayî ye
Ev merasîma ku her sal di nava biharê de tê li darxistin, ne tenê rîtulek kevneşop e, di heman demê de parçeyek ji dema piştevanî, biryargirtin û bi rêbazên kolektîf yên gund, tên ba hev e. Komsaî ji bo gelê Hewraman salnameya xwezayî ye, destpêka werza hevînê ya biharê îşaret dike. Di nava gel de, di roja Komsaî de dema stêrka Gelawej li asîmanan wenda dibe û bawer dikin ku di nava havînê de cardin tê dîtin. Ev bawerî, wek xeberdariya guherîna demsalan û destpêka koçê tê qebûlkirin.
Nav bi hilbijartinan dihat diyarkirin
Di demên berê de piştî ku baran disekine, gel ji bo koçî gundan bikin tên ba hev û di turbeya Pirşalyar de, gund û gindî 5 kesên ku bi rêveberiya karên lawirvaniyê ve mijûl dibin, bi hilbijartinên serbest diyar dikirin. Piştî parvekirina erkê, kevirê li gel turbeya Komsaî tê şikandin û perçeyên wê di nava gel de ji bo anîna bereketê tê belavkirin. Ev kevirê ku ji aliyê gel ve wek sembola şîfayê tê qebulkirin, hêmanên herî girîng yên merasîmê ne. Awayek din yên bingehîn yên merasîma Komsaî, şîva pelên mêwan a ji aliyê jinan ve tê amadekirin e. Koka vê xwarina kevneşop, dighê çîrokek berê ku li vir tê vegotin.
Jin ji merasîmê tên dûrxistin
Li gorî ku tê gotin, yek ji yên ku ji herêmê wêdetir tên, pelên nû yên biharê dibe Pirşalyar û li beramberî wê perçeyê kevir ê li gel turbeyê bi niyeta bereketê digre. Ji wê rojê heta niha hem dolmeyên pelan û hem jî kevirê pîroz, weke parçeyê jêneveger yên merasîma Komsaî tê jiyîn. Lê belê tiştên îro di Komsaî de tê jiyîn, tenê siya ku demekê jin û mêran bi hev re biryar digirt û merasîma wekhev diteyîsîne. Êdî jinên ji merasîmê hatin dûrxistin, ji derveyî girêdanên fermî, di dezgahên ku ava kirine de, hunerên karê dest difroşin û hewl didin dahata xwe pêk bînin. Ev kevneşopiya bi kok ya ku demekê wekhevî, aqlê hevpar û piştevaniya civakê nîşan dide, îro mixabin vegeriya teyîsîna bi êş a wan nirxan. Di salên dawî de, bi armanca sivikkirina zextên rexnegir, mêvanên jin ên beşdarî merasîmê dibin, dixwestin wek sembolîk beşdarî dengdanê bibin. Ev tevger, di medyaya dijîtal de hinek deng vede, ji bo jinên texta yên Hewramanê ku bi salan e beşdarî merasîmê nebûne têrker nebû. Ev gav ji bo wan, ne sembola beşdariyek rast û wekheviyê ye, tenê wek guherînek seranser ma. Jin ji beşdariyên sembolîk zêdetir, daxwaza hebûnek rast û wekhev dikin, bi merasîmek wan û aîdî wan. Ev ne tenê beşdariyek ji derve ye, bi awayekê wek berê heq dikirin û di wekheviya pêşerojê de bicihbûnê dixwazin.
Jinan hebûna xwe ceriband
Merasîma îsal a Komsaî, di 2’ê Gulanê de bi beşdariya mêvanên ji çar aliyên Îranê hatine, di Texta Hewramanê de, ji serê sibehê heta saetên nivro tê li darxistin. Divê merasîma ku ji aliyê mêrên Hewramanê ve hatiye plankirin û jinan tê de cîh negirtine, jin ji derveyî qada fermî ya merasîmê, bi dezgehên ku hunerên xwe yên dest pêşkêş dike, hewl didin hebûna xwe nîşan bidin. Ji derveyî fermiyekê li gundewaran, vê carê jin bi riya avakariyê hewl dan hebin, di merasîmek ku bi xwe di nevenda wê de cîh negirtin, ji kenalek din hewl dan bi dengê xwe beşdar bibin.
Mîrasek qedîm
Heta beriya çend salan, merasîma Komsaî her sal li Turbeya Pirşalyar dihat lidarxistin. Lê belê ji ber zêdebûna turîstan ji bo merasîmê li lêgerînek nû û êdî merasîmê ji turbeyê dûr li qadek bi navê ‘Parka Piravetî’ lidar dixin. Komsaî tenê ne merasîmek olî û çalakiyek turîstî ye, merasîmek qedim ku gelê Hewraman biryar girtine, meclîs ava kiriye û ji bo rêvebirina jiyanê deng dayîne çêkerek çandî, parlemento û demokratîk e. Lê belê pirsa ku divê neyê paşguhkirin ew e, jin wek berê dikarin îro jî bibin perçeyek ji vê çêkerê?
‘Jin bi temamî bê par mane’
Jinên Hewramanê, îro merasîma Komsaî tenê ji dûrî de temaşe dikin, hinek jê jî bi armanca protestokirinê beşdariya merasîmê red dikin. Yek ji van jinan jî dibêje: “Ez di wê hêviyê de me ku di pêşerojê de rewş were guhertin û ez jî bikarim li wir bim, berovajî ez qet nikarim herim.”
Ji jinan Nermîn Muhemedî bi van gotinan bertek nîşan da: “Jin ji vê merasîmê bi temamî bê par mane. Ev merasîm aydî mêran e û destûr nadin em beşdar bibin. Ji bo me pirsa bingehîn eve: Çima? Em di jiyanê de berpirsyartiyên giran hildigirin, lê belê destûr nayê dayîn em di merasîma wiha girîng de cih bigrin. Hemû tişt weke yê mêran tê dîtin.”
‘Ruhê berê wenda bû’
Ameneh Îbrahîmî têkildarî merasîmê hestên xwe wiha anî ziman: “Di merasîma Komsaî de lawir li dora gora Pir Şalyar di geriyen, kevirê pîroz jî ji bo başkirina lawir, mirovan û zêdekirina bereketa şîr dihat bi karanîn. Êdî ev merasîm ji berê gelek dûr tê pêşwazîkirin. Mêr diçin merasîmê li dardixin, kevirekê dişkinin bi niyeta şifa û bereketê belav dikin. Rewşek ku ruhê berê yê hevper wenda bûye heye.” Çîroka heman a Fatmeh Mihenedî heye û wiha dibêje: “Me ji bo merasîmê dolme çêkir, me bi zarokan re şand, lê belê em beşdarî merasîmê nedibûn. Lê belê îro merasîm êdî ji kontrola me derket. Hejmara turîstan zêde bû û atmosfer ne wek berê ye. Wê demê av tunebû, mirovan gund diterikandin û neçar bûn biçin zozanan û destpêka merasîmek wiha bû.”