Lîstîkvana Lîbyayî li dijî paşguhkirinê hunerê zindî dike
Tevî dijwarî û cudakariyên civakî, Abrîka El-Zalawî bi biryardarî rêwîtiya xwe ya hunerî didomîne. Li dijî bêparbûnê serî radike û baweriya xwe bi rola şanoyê ya di avakirina mirovan û piştevaniya jêhatiyên nû de tîne.

IBTÎSEM IXFÎR
Bingazî – Tevî ku welatek Arîkî be û nêzî sêyeka nifûsa wê xwedî çermên reş bin jî, dibe ku jin tenê ji ber rengê çermê xwe gelek derfetan nebînin. Ew rewşa lîstîkvana bi navê Abrîka El-Zalawî ye, tevî hewldanên ku xwestin wê ji holê rakin û bi hin dîmenan wê sînordar bikin, behsa evîna xwe ya ji bo şano, lîstikvaniyê û berxwedana xwe ya zêdeyî 25 salan kir. Lê niyeta Abrîka El-Zalawî nînbû ku di civakekek ku hê jî hunermendên jin pir qebûl nakin de, bihêle ku hewesa wê bê şikandin.
Evîna wê ji bo şanoyê û serpêhatiyê
Mebrûka El-Zalawî ku di warê hunerî de wek Abrîka El-Zalawî tê nasîn, kurê xwe dibir şanoya zarokan a "Sanabel" a li Bîngaziyê, da ku evîna hunerê di dilê wî de biçîne. Lê ew jî ew kes bû ku ji vî warî hez dikir û xwesteka xwe ya tevlîbûn û xebata bi wan re diyar kir û bi rastî jî tevlî şanoyê bû.
Ebrîka El-Zalawî destnîşan kir ku di sala 1999'an de bû, lê li şanoya El-Sanabel zêde nemaye. Beşdarbûna wê ya yekem di cîhana şanoyê de wek hunermendeke Make Upê, di lîstika "Adem û Hewa" de bû. Ji ber ku herêma ku pêşandan lê hat pêşkêşkirin herêmeke gelêrî bû û beşdarbûna şanoyê zêde nebû, lîstik tenê 10 rojan hat pêşkêşkirin û dû re pêşandan hat rawestandin.
Piştî ezmûna wê ya kurt a di şanoya zarokan a "El-Sanabel" de, di sala 2000'î de çû şanoya gelêrî. Wê daxwazek ji rêveberê şanoyê yê wê demê re pêşkêş kir da ku were veguhastin û ji vir şûnde ev serkeftina wê bû. Ji ber ku wê bi komek hunermendan re di şanoyek pir biçûk de, lê bi gotinên wê ew pir kêfxweş kir, beşdarî şanoya "Xairiya El-Asabiyya" bû.
Zehmetî û astengiyên kişandiye
Ebrîka El-Zalawî astengiyên dema ku ket cîhana hunerê pê re rûbirû ma, bi van gotinan bi bîr anî: "Malbata min red kir ku ez bikevim vî warî, bi taybetî ji ber ku nû bi hevjînê xwe re hatibûm veqetandin û kurek û du keçên min hebûn. Lê ez bi biryar bûm ku riya xwe bidomînim û ji xwe re îspat bikim ku dikarim bi mirovan re têkilî deynim."
Ebrîka Al-Zalawî behsa têgihîştina raya giştî ya li ser hunermendên asta duyemîn dike û destnîşan dike ku ew çiqas şerm hîs dike dema ku şopîner ji wê li ser projeyên wê yên pêşerojê dipirsin, bi taybetî piştî ku beşdarbûna wê ji ber ku hin derhêner wê derxistine kêm bûye. Ew diyar dike ku ew vê yekê ji temaşevanan re bi gotina ku ew bi xwendina xwe mijûl bû ku ev yek wê ji lîstikvaniyê dûr xist, şirove dike. Lê ew paşê vegeriya û beşdarî çend sezonên rêzefîlma navdar "Hadrazi" bû.
Ebrîka El-Zalawî tekez kir ku hê jî derhêner li wê digerin û diyar kir ku têkiliya rasterast bi temaşevanan re li ser drama televîzyonê, tercîh dike.
Hevsengiya di nava kar û jiyana malê de
Ebrîka El-Zalawî vedibêje ka çawa wê bi serkeftî xwendina xwe, hewesa xwe ya ji bo hunerê û mezinkirina zarokên xwe, ku niha xort û keç in, hevseng kiriye. Gelek caran, wê hunerê ji xwendina xwe zêdetir tercîh dikir, qeydkirina xwe ya zanîngehê demkî rawestand û piştî ku kariyera xwe ya hunerî temam kir, vegeriya. Ebrîka El-Zalawî destnîşan kir ku wê xwendina şano û sînemayê ya li Fakulteya Medyayê ya Zanîngeha Bîngazî xwestiye.
Planên wê yên pêşerojê
Ebrîka El-Zalawî da xuyakirin ku xwendina wê asoyên nû vedike û got ku ev ne tenê bawernameyên akademîk in. Ebrîka difikire ku piştî derçûna xwe karê derhêneriyê jî bike. Her wiha planên Ebrîka ji bo pêşereojê, serdana hemû dibistanên taybet û giştî bike da ku piştevaniya zarok û ciwanan di warê hunerî de bike.
Beşdariyên navxweyî û derveyî
Ebrîka El-Zalawî derbarê beşdarbûna xwe ya herêmî û navneteweyî de wiha dibêje: "Carekê li bajarê El Beydayê beşdarî pêşandaneke şanoyê bûme ku navê wê "Artêşa Navneteweyî ya Ehmîda" bû, lê nehatiye nirxandin. Di heman demê de beşdarî lîstika "Bahi Haki" jî bûme, ku di festîvala havînê ya li bajarê Bîngazî de hatiye nîşandan. Mixabin min derfet nedît ku beşdarî festîvalên biyanî bibim. Li Lîbyayê em zêde girîngiyê nadin xuyangê xwe. Piraniya hunermendên jin bi taybet li Bengaziyê, mîna jinên din ên Lîbyayî ne. Ew zêde girîngiyê nadin xuyang, tendurİstî û bedewiyê. Pêwîst e ku em keçên ciwan bikşînin, ji ber ku ev koma temen di hunera Lîbyayê de kêm e."
Ebrîka El-Zalawî di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman ku bala derhêneran bikşîne, ji ber ku potansiyela wê mezin e lê nikare di dîmenên biçûk de nîşan bide. Ebrîka destnîşan kir ku rol û beşdarbûn di navbera şanoyên li seranserê Lîbyayê de tên guhertin.