Fuarên Talîbanê bûne amûra reklamê û çavkaniya dahatê

Jinên beşdarî fuara berhemên çandiniyê û hunerên destan bûne diyar kirin ku di ev ne bernameyek destekdayîna jinan e, amûrek propagandaya Talîbanê ku xwe bi fonên navnetewî xwedî bike ye.

BEHARÎN LEHÎB

Kabul – Li Kabulê fuara berhemên çandiniyê û hunerên destan di navbera 2-5’ê Cotmehê de hat lidarxistin. Wisa nîşan dan ku her wekî dixwazin destekê bidin jinên veberhêner, lê belê di rastiyê de neçar mane di bin çavdêrî û qedexeyên Talîbanê de tevbigerin.

Fuar li herêma Badam-Bag a Kabulê hat li darxistin û nêzî 50 stand ji bo jinan hatibûn veqetandin. Bi fermî armanc ‘hunerên jinan û teşwîqkirina hilberîneran’ bû, lê di her koşeyê fuarê de polîsên ehlaqî yên Talîbanê (Emr-i Bil Maruf) bi çek dewriye digeriyan. Van polîsan, beşdarên jin ên ku hîzara xwe ‘bi rêkûpêk’ girê nedane, hişyar dikirin. Kişandina wêneyan û girtina dîmenan qedexe bû.

Mîna salên berê, merasîma vekirinê tenê bi beşdariya rayedarên Talîbanê pêk hat. Destûr nedan ku jin beşdarî merasîmê bibin. Di merasîma girtinê de cardin rayedarên mêr derketin ser dikê. Tenê hiştin ku beşdarên jin, ji dûrî ve temaşe bikin.

Tenê endamên medyayê yên Wezareta Çandê û Enformasyonê yên Talîbanê girtin qada fuarê, roportaj girtin û wêne kişandina rojnamevanên serbixwe, hat qedexekirin.

Jin hewl didin berhemên xwe bifroşin

Piraniya serdanvanên jin, bi zarokên xwe re hatibûn. Lê belê piraniya jinên firoşyar ji aboriya ku sekiniye, gilî û gazinc dikirin. Jinan diyar kirin ku beşek zêde ya berhemên xwe nefirotine, di roja dawî ya fuarê de hewl didin berhemên xwe ji destê xwe derxin, ew jî heqê destê wan dernaxe.

Hinek jinên ku Talîbanê nehiştiye ji derveyî endamên medyayên rayedarên Talîbanê diyar kirine roportaj bidin, bêdeng zoriyên ku dijiyan parve kirin.

‘Em ji bo ku di civakê de bên dîtin beşdar bûn’

Firoşyara Heratê Nagîne Faze, li gel tîma xwe ya ji 8 jinan pêk tê û cilên gelerî yên Efgan çêdikin, beşdarî fuarê bûye. Nagîne wiha got: “Ji bo em desteka aborî bidin malbata xwe û di civakê de werin dîtin, bi şev û roj dixebitin. Lê belê her car astengî derdikevin pêşiya me, qadên me  yên tavgerê her roj teng dibe.”

‘Ev ne destkedayîna jinan e’

Nuriya Velî ku ji wîlayeta Mazar hatiye, rewşê wiha tîne ziman: “Sedema bingehîn ku di vê fuarê de cih dayî me, rêveberiya Talîbanê ji Neteweyên Yekbûyî ji bo standên jinan bedêlek zêde kirê bigre ye. Bi awayê ku xuya dike, ev ne bernameyek destkdayîna jinan e, amûrek propagandaya ku bi fonên navnetewî xwe xwedî dike ye. An jî destûra xebatê nedida me.”

Tevî hemû zextan hewldanên jinan

Îro li Efganistanê ev cûreyên fuaran ku jin beşdar dibin, ji platformên destekê zêdetir, bûye amûra reklamê û çavkaniya dahatê ya rêveberiya Talîbanê ya li ber çavên rayagiştî ya navnetewî. Jin tevî hemû hewldanên xwe, li qadek zextê, tirsê û cûdakariyê hilberandinê didomînin. Ev hewldanên di bin navê ‘destkedayîna jinan’ de hatiye pêşkêşkirin, di rastiyê de di kontrolkirina hebûna wan de, polîtîkayên bikaranîna berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ye.