Jinên gundan bi ta û teşiyê mîrateya xwe diparêzin

Jin çîrokên bi sebir, xebata dijwar û kevneşopiyên ku di civakê de xwedî koka kûr in, bi tayên hirî dihûnin. Çêkirina hirî yek ji hunerên kevnar e, jinan li kantona Dêrazorê parastiye.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Jinên Dêrazorê hê jî di bîra xwe de û bi destên xwe pîşeyek kevnar diparêzin. Ew jî rêsandina hiriyê ye

Ew ne tenê pîşeyek bû ku di nava dîwarên malan de dihat kirin, rîtuelek mîratî bû behsa nasnameyek kûr û sebra jinan dike. Tayên wê ji hirî û germahiya malan hatine hûnandin.

Di civakekê de ku xwe ji xirbeyên bîranîn û nebûnê ji nû ve ava dike de, ev pîşe tenê amûrek dabînkirina germahiyê yan çavkaniyek dahata demsalî bêtir derdikeve pêş. Ew çîrokek xwedî kok e ku girêdanên kûr ên di navbera jinên li gundan de nîşan dide û wêneyê xebata kolektîf û parastina mîrateyê temsîl dike.

Jinên gund dîroka xwe bi ta û teşiyê diparêzin

Hemda El-Sabîl ku demek dirêj e di warên çêkirina hirî de dixebite, wêneyên jinên gundan ên zanînê vediguherînin û amûrên xwe yên sade vediguherîne sembolên berxwedana çandî ya kûr. Ew di dîmenek zindî de ku nîşan dide ka ev huner çawa veguheriye çîrokeke aîdiyetê û îsbat dike ku jinên gundan dikarin dîroka xwe bi ta û teşiyê biparêzin. Hemda El-Sabîl qala qonaxên hilberîna hirî dike, ji berînê beran bigre heta perçîn, hûnandin û dirûtinê.

Demsala kar û hevkariyê

Karê birnandinê dema ku pê dike, bi baldarî hirî tê birîn û ji bo bikaranîna paşê tê amadekirin. Hemda El-Sabîl vê qonaxê weke demsala kar û hevkariyê daye diyarkirin û wiha dibêje: "Di dema wê de gundî ji bo rêûresmek civakî bi tama xwe ya bêhempa dicivin. Jin beşdarî organîzekirina vê rojê, dabînkirina xwarin û vexwarinê û amadekirina miyan dibin. Em li benda demsala bêriye ne, mîna ku em li benda cejnê ne, ji ber ku ew destpêka çerxek xebatê ye ji bo me pir girîng e."

Qonaxên jêkirina hirî û amadekirina wê

Hemda El-sabîl da zanîn ku piştî birînê, jin dest bi şûştina hiriyê dikin di nava av paqij de. Piştre li ber tavê radixin da ku zuha bibe. Hemda El-Sabîl wiha gotinên xwe didomîne: "Em hiriyê bi tevahî paqij dikin, di ava sar de dişûn û dûre li ser banên malan an jî li hewşan radixin da ku di bin tavê de zuha bibe. Ev gav pir girîng e ji ber ku ew kalîteya hilberîna dawî diyar dike. Piştî ku zuwa bû, qonaxa şengkirin û nermkirinê dest pê dike, bikaranîna amûrên kevneşopî yên weke şane yan şaneyên hesinî. Em komên hiriyê ji hev vediqetînin û bi destên xwe wan nerm dikin, heta ku di şekildanê de hêsan bibin. Hirî heta ku baş neyê şehkirin nayê dirûtin. Di vê qonaxê de jin difikirin êdî hiriyê ji bo çi amade bikin û pêdiviyan pêk bînin."

'Her berhem xwedî çîrokek e'

Hemda El-Sabîl wiha berdewam kir: "Qonaxa destçêkirinê paşê dest pê dike ku tê de hirî bi bikaranîna amûrên kevneşopî weke milî û tevneyê vediguhere ta. Piştre jê berg û xalîçe tên hûnandin. Em tayan yek bi yek dihundirînin û dûre wan dikin parçeyek yekgirtî. Li gorî daxwaza reng û xemlan lê zêde dikin. Ev jî bergên xweşik diafirîne ku hinek ji wan bi tayên hevrîşmê hatine xemilandin. Her berhemek çîrokek wê heye. Piştî tevnkirin diqede, pêvajoya dirûtinê dest pê dike. Parçe tên berhevkirin û bi hev re tên dirûtin. Ev karekî kolektîf e ku derfetên hevkariyê di navbera jinan de diafirîne. Komek jin li malekê tên ba hev û bi hestek kêfxweş alîkariya hev dikin, ji bo ku di dawiyê de berhemek xweşik derbikeve holê."

Hirî xwedî zimanê vegotina çîrokan e

Di nava guhertinên ku li civakên gundewarî çêdibin de, çêkirina hirî li kantona Dêrazorê şahidiya mîrateyek dike. Bi saya jinên mîna Hemda El-Sabîl, ev huner hê jî zindî ye, tayên ku dem nikare jê bibe, dihûnîne. Hemda El-Sabîl got ku vê pîşeyê fêrî keç û neviyên xwe jî dike da ku wê zindî bihêle. Hirî ne tenê amûrek germahiyê ye zimanek e ku bîranînên malan pê tên vegotin û çîroka jinên ku rabirdûyê bi îro ve girêdidin, mîrateya xwe bi destên xwe diparêzin e. Ew ne tenê pîşeyek destan e, li hember tunebûnê li ber xwe dide, parastina bîranînek kolektîf e û çîrokek ku bi tayên sebir, xwêdan û dilsoziyê tê vegotin e.

Her tayê hiriyê mîrateyê diparêze

Di nav tayên betaniye û sermaseyan de, jinên mîna Hemda El-Sabîl beşên dîrokê vedibêjin ku di pirtûkan de nehatiye nivîsandin lê bi destan û di bin tavê de hatiye hûnandin, weke evîn û rûmet tê hînkirin. Her dirûnek di perçeyek hirî de dengê jinek e ku mîrateya xwe diparêze, ji nifşan re dibêje: "Em li vir ji dayik bûn û em li vir germahiya pêşerojê ji hiriya berê didirûn."